Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Kî Sûriyeyê parçe dike? 28 Tîrmeh 2018 Şemî

Hemû nîşaneyên rasteqîn ên Şoreşa Rojava didin xuyakirin ku ew ne şoreşeke ji bo ciheke taybet, ew şoreşa hemû Sûriyeyê ye. Di lêgerîna rêyên guhertin û veguhertina ber bi aramiyê ve, aştî û avakirina civakeke demokratîk de ye.  Her wiha avakirina Sûriyeyeke pir reng û pir partî ye.

Demokrasiya ku hemû gelên Sûriyeyê tê de wekhev in û tê de di hêla maf û erkan de bê cudahî ne, pêwîst e. Xet û rêgezên ku ev bi salan e em pê bang dikin, hîn weke xewnên gel in û dê wisa bimînin jî. Ji ber ku li gorî pêdiviya niştimanî ya gelê kurd e û di hundirê xwe de jî pêdiviyên guhertin û veguhertinê ya Sûriyeyê ya berovajî rewşa ku ev 40 sal e tê de ye, dihewîne.

Em her tim li ser esasê yekitiya Sûriyeyê bang dikin û ev banga me jî heta niha tenê di hêla me de ketiye pratîkê. Gelek nîşane hene ku hewldanên me ji bo hevgirtina civakê û yekitiya wê ye. Hewandina pirrengî û demokrasiyê û avakirina Sûriyeya demokratîk di hundirê Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk de, hewldanên herî rasteqîn ên ji bo pêkanîna demokrasiya li Sûriyeyê û rawestandina pirsgirêkên wê ye.

Em venaşêrîn ku xwediyên dozeke niştimanî ya kurd û pirsgirêka kurd in. Divê ev pirsgirêk di hundirê danûstandin û lihevkirinên li Sûriyeyê de bê çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka kurd, çaresekirina pirsgirêka giştî ya Sûriyeyê ye. Divê herkes bizane ku em naxwazin ku pirsgirêka kurd ji derveyî pirsgirêkên li gelemperiya Sûriyeyê bên çareserkirin. Armanca têkoşîn û projeyên me ya li ser esasê biratiya gelan û neteweya demokratîk ew e ku bikare hemû pêkhateyên Sûriyeyê bîne ba hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev hatina ba hev, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê tevî pirsgirêka kurd, xaleke bingehîn e.

Hêzên çekdar ên muxalefeta Sûriyeyê ku bi dewletên herêmî yên weke Tirkiyeyê ve girêdayî ne, her tim me bi daxwaza parçekirina Sûriyeyê tewanbar dikin. Bêguman rejîma Sûriyeyê û kesên li dijî çareserî û danûstandinên gelên Sûriyeyê ne, dixwazin welat parçe bikin. Ev derdor in ku dixwazin Sûriye parçe bibe. Lê xuyaye ku di bin van tewanan de, bi her awayî dixwazin ku Sûriyeyê parçe bikin.

Gelo ma projeyên neteweya demokratîk, biratiya gelan û daxwaza danûstandinan tê wateya daxwaza parçekirina Sûriyeyê?

Reşkirina serkeftinên gelê me yên li hemberî terorîzmê, reşkirina têkoşîna li dijî terora ku aramiya Sûriyeyê hedef digirt û pêşîlêgirtina çareseriyê, welat ber bi parçebûnê ve dibe.

Guhdarnekirina pêşniyar û dîtinên me yên ku her carê em pêşkeş dikin û hewldanên me yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê, daxwaza berdewamkirina tevlihevî û aloziyê ye.

Dibêjin ku ew ji bo pirsgirêka kurd dixebitin û projeya wan jî tenê ji bo kurdan e. Lê me tu caran pirsgirêka kurd, ji ya giştî ya Sûriyeyê cuda ne nirxandiye. Em têkoşîna xwe ji bo temamiya Sûriyeyê dibînin û me nexwestiye ku çareserkirina pirsgirêka kurd, ji ya Sûriyeyê cudatir bibe. Em naxwazin ku tenê berjewendiyên me pêk bên. Zimanê berjewendiyan ne parçeyek ji armancên me ye. Divê her kesê ku me bi cudakariyê tewanbar dike, di serî de kar û kiryarên xwe yên li Sûriyeyê di ber çavan re derbas bikin.

Dewleta tirk îro parçeyek ji axa Sûriyeyê dagir kiriye. Ew hêza ku parçeyeke ji axa Sûriyeyê veqetandiye û dagirkeriya xwe li ser dimeşîne, gelo parçekirina Sûriyeyê naxwaze?

Dûrxistina pêkhateyên Rojava ku parçeyeke bingehîn ji danûstandinên çareseriyê ya Sûriyeyê ne, gelo parçekirina Sûriyeyê nîn e?

Rejîma ku bi komên çete re herêman bi hev diguherîne û ji bo ku xwe weke xwediyê Sûriyeyê û serkeftî bide xuyakirin ku di rastiyê de tiştekî wisa nîn e, parçekirina Sûriyeyê nîn e?

Ez ne bawer im ku em tu caran ji derveyî yekitiya erdnîgariya Sûriyeyê bimînin. Lê divê hem rejîma Sûriyeyê û hem jî hêzên din bizanin ku me ji herkesî bêtir yekitiya Sûriyeyê parastiye. Êrîşa li dijî Efrînê, ne êrîşa li dijî projeya kurdan, êrîşa li dijî yekitiya Sûriyeyê bû. Ji ber ku ev projeya ku em pêşkeş dikin, projeyeke niştimanî ya Sûriyeyê ku tevî pirsgirêka kurd, hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê di hundirê xwe de çareser dike. Em alavên yekitiyê pêşkêş dikin. Lê ew bêyî ku tiştekî pêşkeş bikin, me tewanbar dikin. Bêguman dê nikaribin lê ev çi reşkirin û bêbextî ne ku li dijî me tên kirin? Bêguman armanca van tewanan ew e ku dixwazin planên xwe pêk bînin. Bi van tewanan re dixwazin dewleta tirk pê razî bikin ku tu têkiliya xwe bi gelên Sûriyeyê re nîn e.