Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Ji Efrînê heta Qendîlê 15 Pûşper 2018 În

Ji despêkê de destwerdana Tirkiyeyê û piştre hebûna wê ya li Sûriyeyê ne girêdayî demeke diyarkirî bû û ne demkî bû jî. Her wiha ne ji bo xurtkirina derfetên çareseriyê li Sûriyeyê bû. Lê belê polîtîkaya dewleta tirk li Sûriyeyê demkî nîn e. Ji destpêkê ve Tirkiye xwe ji çirûska kelecana gel diparêze. Ew çirûska ku di cîhana erebî de belav bû piştî bi dehan salan ji serweriya otokratîk û tekane, ev yek jî ji ber ku faktorên kelecanê li hundirê Tirkiyeyê hene. Ji destpêka teqîna rewşa Misrê; Tirkiyeyê kiryarên destwerdana xwe pêk anîn di rêya piştgiriya Îxwan El Muslimîn re. Piştî têkçûna projeya Tirkiyeyê li Misrê û despêka tevgera gel li Sûriyeyê; êdî Tirkiyeyê bi lez heman piştgirî û bi awayekî xurtir da tevgerê. Di vir de metirsî mezintir bû, ji ber ku di dirêjahiya 600 km erdnîgarî de kurd hene û li hêviya şoreşeke gel in. Her wiha ew kurd xwedî pisporiyeke rêxistinî ne ku bi dehên salan di hundirê civaka wan de maye. Ev hemû hişt ku Erdogan beramberî astengiyeke mezin bin ku rê nedin ev tecrûbeya ku kurd li hêviya wê ne li Tirkiyeyê peyda bibe. Her wiha mijara hevpeymanî û hevpariya di navbera pêkhateyan de li ser bingeh û pîvanên dîrokî bû derbeyeke din ku Erdogan bi hêsanî nikare derbas bike biratiya gelan.

Plansaziya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê di esasê xwe de bi kurt û kurmancî ev e;

- Qedexekirina çi çareseriyekê ku gelê Sûriyeyê razî bike û xwestekên wî pêk bîne; Tirkiyeyê xema wan naxwe. Me Astana û Soçî dîtin. Ew dike ku tenê ji bo lavakirina desthilatiyê bû, her wiha ji bo rewakirinê bû li gorî nimandinên rûtîn, êdî wisa çareseriya demokratîk a ku aramiyê li Sûriyeyê pêk tîne, bi pêş nakeve.

- Li Efrînê Erdogan ne tenê hewldana xwe der barê astengkirinê de pêk anî. Berxwedana Efrînê diyar kir ku gel çiqasî bi projeya demokratîk ve girêdayî ye ku bedêla wê çi be jî. Gelek belgeyên zindî û nameyên rasterast jî ev yek belî kirin mîna beşdarbûna tevahiya Rojava di meşên piştgiryê de û gihaştina Efrînê her wiha tevlêbûna berxwedanê bi ruhê berxwedana Kobanê û Serêkaniyê ve. Ji ber ku Efrîn mebest pêk neanî êdî pêwîst bû Erdogan gefên xwe bibe cihên din mîna Şehbayê cihê xweragiriyê ji bo vegera bi rûmet, ew jî awayekî din bû ji awayên piştgiriya rasterast ji Efrînê re û temamkirina Berxwedana wê. Her wiha gefên bê mehane li dijî bajarê Minbicê, lê alîgiriyên li ser bingeh û pîvanên saxlem hişt ku berfirehiya Erdogan raweste, êdî ew jî bû şêweyek din ji têkçûna wî. Ger ku em xwendineke lêhûrbûn bikin, em ê bibînin ku noqteyên hilbijartî ji hêla dewleta tirk ve, dijminatiya demokrasiyê şîrove dike, ji ber ku her deverek ketiye bin gefên Tirkiyeyê, ew ciheke ku ji DAIŞ´ê rizgar bûye û di warê polîtîka û rêxistinê de bi pêş ketiye her wiha çanda wê di hemû aliyan de xurt bûye tevî xweparastinê jî.

- Kiryarên Erdogan îro tenê bi mijara hilbijartinê ve ne girêdayî ne, ya tê payîn ku di 24´ê hezîranê de, dê pêk were. Plansazî ne demkî ye, êdî mijar ne tenê mijara hilbijartinan e, armanc ev e: Qirkirina rasteqîn ji bo gelê me û hêviyên azadiya wî, her wiha ew astengiyeke aşkere ye û belî ye, ji bo redkirina çi kiryareke ku aramiyê li herêmê pêk bîne – ji ber ku kêşeya kurdî navenda wê ye – her wiha li dijî pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdistanî ye.

 

Niha metirsiyek heye, gef li dijî başûrê Kurdistanê hene, ev gefxwarin bi mebesta pêkanîna armancên hemleya Efrînê ne, ya ku di dirêjahiya 2 mehan ji êrîşa hovane û bombebaranê de têk çû. Pêwîst e kurdên başûrê Kurdistanê têbigihîjin ku metirsiya Tirkiyeyê li ser wan mezin e û nabe ku ew xwe îkna bikin ku Tirkiyeyê alîgir e, yan dijî hin kurdan  û hevalê hinekî din e, di mijara referandûmê de di îlona sala borî de me redkirin û gefên Tirkiyeyê li dijî herêmê başûrê Kurdistanê dîtin tevî ku wê demê ne PKK´ê û en jî YPG´ê li wê derê hebûn! Lê ew mafekî neteweyî ya kurd bû, bi awayekî dê xizmeta kurdan bikira, pêwîst e hemû partî, tevger û rêxistinên siyasî, civakî û sivîl li başûrê Kurdistanê helwesteke li beramberî gefên Tirkiyeyê û mijara hemleya leşkerî ve; nîşan bidin. Her wiha pir girîng e em bi lez xwedî li helwesteke kurdî yekbûyî derkevin. Da ku ev helwest xurt bibe pêwîst e em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin. Bêdengiya li başûr beramberî gefên Tirkiyeyê tê wateya erêkirina berfirehiya Tirkiyeyê ya li başûr. Em di rewşin hestiyar û dijwar re derbas dibin. Êdî pêşketina helwesta kurdî ya yekbûyî pêwîstiyeke mezin e ji ber ku îroj Tirkiyeyê rêberiya plansaziyeke komplogerî dike, ev plan jî tenê wateyek wê heye ku hebûna kurdan hedef digire ku tune bike. Kurd li ku bin jî, ferq nake. Ev yek pêwîst dike ku em hişyar bin û helwestekê nîşan bidin.