Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Dijwariya êrîşan ji mezinbûna guhertinan e 08 Îlon 2018 Şemî

Dewletên li hemberî azadiya gelan her tim ji bo afrandina nakokî, belabûn û geşkirina pevçûnan kar dikin. Ji bo rê li ber pêkanîna hevgirtina di navbera gelan de bigirin û temamkirina kiriyarên xwe yê ne mirovane, çewsandin, zilimkarî û jenosidkariyê dikin. Gelek caran fitne û fesadiya wan di encama têkçûna plan û pirojeyên wan ên ji bo desteserkirina vîna gelan de çêdibe.

Li herêma me pêkanîn û kiryarên herî xerab heya niha li hemberî gel û netewan weke jenosîd çêbûne. Di hemû pêvajoya tekoşîna me de gera li çirûskên hêviyan ji bo pêkhatina azadî û avakirina biryara xweser çêbuye û tu caran kurd, suryan, ermen û ereb li ser bingeha ji holêrakirinê nehatine cudakirin. Hêzên mîna osmanî û beesiyan û neteweprest û alîgerên wan ev siyaset pêkanîne û heta niha dixwazin di hundirên projeyên xwe yên nû de bi heman armancê berdewam bikin.

Bûyera dibistanên zimanê suryanî ya ku vê dawiyê ji hêla hinekan ve hat bikaranîn ne di wê mezinbûna ku hat belavkirin de bû. Dîsa hinek dixwazin hevkarî û vîna xwe radestî hêzên ku bûne sedema belavbûna ziman û çanda wan bikin. Beşên ku bi rejîmê re dixebitin çi suryan û çi jî ereb berdewamiya perwerdeya rêjîmê dikin û li hemberî biryara pêkhateya suryan a ku ji bo perwerdeya ziman û parastina çanda xwe dixebitin in. Ev kiryar ne nîşana parastina zimanê suryanî ye perçeyek ji komploya li hemberî ziman e.

Bûyera çêbûyî buyereke plankirî bû û beşeke şerê li hemberî pêşketina vîn û nasnameya gelê me bû. Berî niha kurd jî rastî kiryar û planên bi vî şêweyî hatin, hinek aliyî dibêjin em kurd in jî êrîşî me kiribûn û li hemberî perwerdeya zimanê kurdî ya li dibistanan derketibûn. Ev tê wê watiyê ku ev beş beşên ku ji projeya me tirsiyane û dixwazin bandora şoreşa demogratîk kêm bikin.

Bûyera tevliheviya li Qamişloyê dide xwiyakirin ku babet ne babeta perwerdeyê ye. Kesên bûyer pêkanîn kesên girêdayî îstixbaratên rêjîmê bûn û kesayetên olî yên tev li buyerê bûn jî ne girêdayî dibistana olî û dêrê bûn. Kesayetên olî girêdayî dibistanên teybet bûn ku ji bo sûdên xwe yên kesayetî dibistan vekiribûn. Ew bi xwe jî dizanin ku perwerdeya rejîmê ne li gora zarokan ne lê ji bo sûdên xwe yên aborî çavê xwe li vê yekê digirin.

Plan çiqas bi hêz be jî lê ku hundirê wê ne rast be û weke komploya li hemberî mafan be, bi ser nakeve. Me dest bi şoreşê kir şoreşa ku rêgezên wê yên bingehîn guhertin û vegerandina nirxên ku bi destê rejîmê hatine şêlandin in. Armanca van derdoran vegerandina armancên şoreşa me ya gelêrî ye. Gelê me rê nade van planan û rastiya van projeyan baş dizane. Ev tevliheviya wan a ji bo dibistanên taybet jî dide piştrastkirin ku em li ser rêya rastin. Êrîşnekirina rêjîmê jî dide xwiyakirin ku tişta dibe rejîmê razî dike. Ji ber vê yekê di kîjan xalê de êrîş were ser me asayî ye, em serkêşiya guhertinan dikin û xeta kevin napejirînin.