Aldar  Xelîl Aldar Xelîl

Aramî û têkbirina êrîşan 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Tişta ku berî du mehan li Girava Mîdîlliyê ku yek ji kampên penaberan li Yewnanistanê ye, komeke penaber bi zanebûn tevliheviyê derdixînin û êrîşan dibin ser hinek penaberên kurd. Di serî de sedemên bêbingeh diafirînin. Ji bo tevlihevî û pevçûnên di navbera penaberan de gur bikin. Têkiliya vê koma êrîşkar bi fikrên tundrew re ku piştî bandora wê li Sûriyeyê kêm bû û hinek propaganda jî ji bo wê li derve dikin, heye. Mebesta min çanda şerê li hemberî kurdan e. Weke mînak karê ku di buroyên şerê taybet de tê kirin û bi armanca ku her derên kurd lê hene belav bikin, bi taybetî piştî ku kurdan bi pêkhateyên din ên weke ereb, asûr, tirkmen, çerkes û suryaniyan re li hemberî DAIŞ û ramanên wê yên ku ji derve anîne nav civaka me ya Sûriyeyê, şer kirin.

Bûyera ku di roja 25’ê gulanê de qewimî ku di navbera erebên Sûriye, Iraq û hinek ciwanên kurd de qewimî, bû sedema birîndaran û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da. Ev agahî ji hêla hikumeta Yewnanistanê hîn nehatiye piştrastkirin lê bûyereke cihê mixabinî û metirsiyê ye. Hewldanên hinekan ku ji bo van bûyeran veguherînin pevçûnên mezhebî  û neteweyî û nixûmandina rastiya bûyerê û hebûna berxwedanê ku encamên mezin bidest xistine li ser erdê li dijî terorê û tundrewan, ev aliyeke merem û armancên xwe di bin piştgiriya pevçûnan de pêk tîne. Bi vê jî dixwazin şerê keda ku gelê me li Rojava û tevahiya Sûriyeyê bi salane li dijî vê fikrê kiriye bikin. Bi bikaranîna van pevçûnan re dixwazin li dijî projeya me şer bikin. Projeya me bingeha xwe bi jiyana hevbeş xurt dike û garantiyê dide paşerojeke hevbeş. Projeya me armanca dike ku vê hişmendiya ku nasnameyên din ên Sûriyeyê piştguh dikin, veguherîne. Têkoşîna gelê me û pêkhateyên din a li dijî fikra tûndrew piştrast dike ku amedekariyên projeya çareseriya demokratîk û pirojeya neteweya demokratîk li Rojava bi ser ketiye û dê ji bo Sûriye û hemû herêmê bibe mînak.n Dê bandoreke pozîtîf ku garantiyê bide jiyaneke bi aram, jiyaneke hevbeş û dê bibe garantiya pêşerojeke azad û demokratîk ku têde mafên hemû gelan wekhev bin.

Lê tiştê li kampa Girava Mîdîlliyê derket holê, nîşaneya lawaziya têkiliyên hemû aliyên di kampê de ye. Divê jiyanek û têkiliyên li ser pîvanên karê hevbeş û jiyaneke wekhev hebûya. Bêyî ku em li projeya neteweya demokratîk weke nav binêrin ku projeyeke girîng e û ji bo cîhanê pêwîstiyeke,  li gelek deveran nepeydebûna nirxên ku projeya neteweya demokratîk di cewhera xwe de dihewîne, ev pirsgirêk û aloziye tên dîtin.

Pêwistiya me di vê demê de bi projeya neteweya demokratîk heye. Ji ber ku ew gelek tiştan diparêze. Lê ger ku ev bûyer mezin bibin dê aramî û asayîşê li herderê bixe bin metirsiyê. Ji bo jiyaneke di nava aşitiyê de û jiyaneke bi aram ku di nava hezkirinê de, pêwistiya hemû gelan alîkariya hevpar heye. Bi destpêkirina şerê 2010’an ve nehatina cem hev a hemû ol û gelan bi xwe re gelek êş anîn. Lihevkirina li ser alav û şêweyê jiyana hevbeş ku karibe di dema derketina pirsgrêkan de rê li ber têkçûnên mezin bigire, bi taybet jî di demeke ku hinek alî nakokiyên di navbera gelan û olan de bikartînin, pir girîng e. Ev derdor ji ber vê yekê her tim gelan ber bi pevçûnan ve diajon û bi afirandina rewşeke bêaram re jî dixwazin yekitiya di navbera gelan de xerab bikin û ji aloziyê sûd wergirin. Ji ber vê êrîşa li ser projeya neteweya demokratîk û felsefeya jiyan hevbeş, divê kar hîn xurttir bên kirin. Bi vê yekê re em dikarin pêşî li van planan bigirin. Gelek alî hewldidin ku êrîşî projeyên ku gelan dikin yek,bikin. Ji ber vê yekê her bûyerekê bikartînin. Weke bûyera li Girava Mîdîllî ya Yewnanistanê.