Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

TÎP li gelên Tirkiyeyê pîroz be! 08 Kewçer 2018 Duşem

HDP li Tirkiyeyê îspat kir ku di navbera hêzên çepgir, sosyalîst ango muxalîf de çiqas nêrînên cuda hebin jî, ew dikarin mil bi milê hev û di bin heman sîwanê de ji bo azadiya gel têkoşînê bimeşînin. Dema mirov li hizr û nêrînên cuda yên hêzên sosyalîst û çepgir ên Tirkiyeyê mêze dike, wê demê mirov fêm dike ku HDP ji bo yekitiya Tevgera Siyasî ya Kurd û wan hêzan mûcîzeyek e.

Dema HDP di sala 2013’an de hat damezirandin û hevserokatiya wê partiyê Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel girt ser milên xwe, piraniya rêveberên wê jî di nav de gelek kesan bawer nedikir ku ew partî dê bibe navenda muxalefeta Tirkiyeyê û kêm kesan bawer dikir ku dê benda ji sedê 10 derbas bike.

Hem di encama mudaxeleyên rast ên Ocalan de hem jî bi bandora pêvajoya çareseriyê ya ku bi însiyatîfa wî dest pê kiribû, HDP di demek kin de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê mîna stêrkek geş biriqî.

Tê zanîn ku cara ewil bi tevlêbûna nûnerên gelek partiyên cuda li Tirkiyeyê partiyek çepgir, sosyalîst, welatparêz û kedkar hat avakirin. Pêkhateyên HDP’ê yên ewil; Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP – Pişt re bû DBP), Partiya Sosyalîstên Şoreşger, Partiya Sosyalîstên Bindest, Partiya Avakirina Nû ya Sosyalîst, Partiya Keskan û Partiya Pêşeroja Çep bû.

Pişt re jî bereya muxalefetê ya HDP’ê her ku çû berfirehtir bû. Gelek sazî, dezgeh û rêxistinên ku li derveyî HDP mabûn hem di çalakî û berxwedanê de hem jî di hilbijartinan de li ser pîvanên diyarkirî tifaq pê re çêkir. Ango ji aliyekê ve pêkhateyên HDP ava kiribûn, li aliyê din jî gelek hêz û saziyên ku bi hiqûqa tifaqê mil dabûn HDP’ê peyda bûn.

Ev hevgirtin û piştgiriya Tevgera Siyasî ya Kurd û hêzên çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de gihişt merheleyek nû. Hem ji pêkhateyên HDP’ê hem jî ji hêzên tifaqê gelek kes kesayetên girîng bûn bernamzetên parlementeriyê û piraniya wan jî hatin hilbijartin. Ji kesên bi tifaqê bûne parlementer du ji wan jî Erkan Baş û Bariş Atay in.

Erkan Baş mîna şoreşgerekî wêrek ji destpêkê heta niha mil daye têkoşîna azadiya gelê kurd. Lê her tim jî li kevneşopiya xwe ya siyasî ku digihije Mustafa Suphî û Behîce Boran xwedî derketiye. Bariş Atay jî wekî hunermendekî muxalîf, ereb û her wiha dostê gelê kurd ji heman kevneşopiyê tê.

Van hevalan di dema herî zor de mil daye têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Di hilbijartina parlementeriyê de elbet dengên gelê kurd diyarker bûn. Lê bi tevlêbûna wan a HDP’ê jî sînerjiyek cuda derket holê lewre berê dengên gelek derdorên cuda dan HDP’ê.

Êdî ew dê bi nasnameya xwe ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) rêhevaltiya xwe ya bi şoreşgerên kurdistanî re bidomînin.

Ya ku dikeve berê me ew e ku em bi her awayî vê rêhevaltî û dostaniyê mezintir bikin. TÎP li Tirkiyeyê pîroz be!