Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Şaredarî ji bo kurdan çi ye? 24 Îlon 2018 Duşem

Di rêya rêxistinkirina civakê de yek ji çeperên mezin şaredariyên gel in. Siyaseta demokratîk a kurd bi qasî 15 sal in li piraniya bajarên Kurdistanê rêveberiyên herêmê (şaredariyên bajar û navçeyan) bi dest xistine.

Piştî bidestxistina van çeperên girîng ên siyasî û civakî, siyaseta demokratîk a kurd bi feraseta ‘xwerêveberiya civakî’ li hemberî gelek zîhniyetên çepel û qirêj têkoşîn meşand.

Dewletê şaredarî wekî navnîşana rant û qezenca aborî nîşan dabûn. Piraniya civakê jî şaredarî wekî saziyeke ku kar ji wan re bibîne bi nav dikir.

Lewre jî pir zehmetî hat kişandin heta ku şaredarî wekî saziyên şoreşa civakî û guhertina zîhniyetê bên fêmkirin. Zehmetî ji ber wateya ku pergalê li van saziyan bar kiriye tê jiyîn.

Tê zanîn ku qezenckirina şaredariyan ji aliyê gelê kurd ve wekî şoreşeke siyasî hat binavkirin û dîtin. Di çend salên derbas bûn de ev şoreşa polîtîk di xebatên şaredariyan de ber bi veneguhestina şoreşa civakî ve çû.

Bêguman gelek kêmasî û û qelsiyên şaredariyan hebûn. Hê jî hînbûn û nexweşiyên ku dewletê di van saziyan de afirandiye ji holê ranebûye. Lê bi taybetî piştî aşkerakirina ‘Xwerêveberiyên Demokratîk’ şaredarî êdî dibûn kozikên têkoşîna azadiyê yên ku bi gelek xebatên xwe li hemberî aşê asîmîlasyon bûn kelehên berxwedanê.

Rêveberiyên Herêmî û bi taybetî jî şaredarî komunên herî kevnar ên dîroka mirovahiyê ne. Siyaseta Kurd rêveberiyên herêmî ji wateya ku dewletê li wan bar kiriye rizgar kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêkê heta îro bi israr dixwest şaredarî bibin bingeha xwerêvebirina civakê. Di çarçoveya paradîgmaya xwe ya civakparêz de hewl da ku şaredarî bi xebatên xwe yên aborî, çandî û civakî veguherin komunên xweser û demokratîk.

Şaredarî wekî gotin tê wateya gelparêziyê û şaredariyên kurd ên DBP’ê hêdî hêdî li gorî vê mîsyonê tevdigeriyan.

Ji ber vê yekê dewletê bi hemû hêza êrîşî şaredariyan kir û ewilî hevşaredar û endamên meclisan binçav kirin û girtin.

Bi qasî 100 şaredariyên gel desteser kirin û bi dehan hevşaredar û endamên meclisê hatin binçavkirin, girtin û hemû ji peywirê hatin dûrxistin. Lê tevî van êrîşan jî hevşaredaran di nav gel de xebatên xwe domandin. Gelê kurd baş dizane ku bi desteserkirina şaredariyan, desthilatdariya AKP’ê pêlî îradeya wî kir.

Parlementer, siyasetmedar, jin, zarok û kal bi hezeran kurd hatin girtin û ew di zîndanan de ne. Lê dûrxistina ji peywirê ya şaredaran û girtina wan xwedî wateyek gelek giring bû. Piştî desteserkirina şaredariyan, dewletê bi destê qeyûman bi taybetî êrîşî nirxên pîroz ên gelê kurd ên wekî; ziman, çand û azadiya jinê kir.

Bi van kirinên wan mirov baştir fêm dike ku êdî diyar bûye şaredarî û rêveberên herêmî kelehên pêşvebirina huner û feraseta xwebirêvebirina xwecihî ne. Têkçûna wan têkçûna civakê ye. Lewre civaka kurd xwe amade dike ku ji vê feraseta dagirker û înkarê hesabê bipirse.