Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Rêya serkeftinê azadiya Ocalan e 03 Îlon 2018 Duşem

Gotineke navdar heye: ‘Ji bo ku mirov tiştekî windabûyî bibîne divê mirov li cihê ku lê hatiye windakirin vegere û lêbigere’.

Di têkoşîna azadiyê de gelê kurd darbeya herî mezin bi dîlgirtina Rêberê xwe Abdullah Ocalan xwar. Lê qeder û şîfreyên azadiya gelê kurd û Rojhilata Navîn jî li Îmraliyê hatin nivîsandin. Ocalan ji roja ku hatiye dîlgirtin heta niha bi tu awayî xebat û hewldanên xwe yên ji bo azadiya gelê kurd û gelên din ên Tirkiyeyê kêm nekirin û berevajiyê vê yekê li Îmraliyê bi dehan pirtûk nivîsandin, bi hezaran hevdîtin bi parêzerên xwe re kirin. Ji bo ku çareserî pêk bê jî bi heyetên dewlet û HDP’ê re jî bi dehan hevdîtin pêk anîn.

Lê dîsa jî dîlgirtina Ocalan a li wê giravê windahiyek mezin bû ji bo gelê kurd. Wekî windakirinek mezin dîtin, lewre bi hezaran ciwan, jin û kalan bêyî ku bikevin dudiliyê li hemberî Komploya Navneteweyî xwe kirin xelekek.

Ji sibata 1999’an heta niha hema bêje hemû deman dewletê şert û mercên Ocalan ên esaretê ji xwe re kirin mijara bazarek qirêj li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Lê binihêrin! Darbe li Tirkiyeyê çêdibe û hedefa yekemîn a darbekaran Ocalan e. Darbe têk diçe û hikûmet Rewşa Awarte îlan dike, lê dîsa hedefa yekemîn a Rewşa Awarte OHAL’ê Ocalan û Îmralî ye.

Kurdan bi dîlgirtina Ocalan winda kir, ew ê bi azadiya wî qezenc bikin.Heke hûn bawer nekin, li wan demên ku tecrîd tê nermkirin û dengê wî digihîje gelê kurd binihêrin. Dema deng ji Ocalan tê kurd qezenc dikin, Kurdistan qezenc dike û Tirkiye qezenc dike. Dema dengê Ocalan digihîje derve her kes li şûna mirinê, behsa jiyanê dike.

Rêber Ocalan dixwaze birînên gelan derman bike. Hemû derdê wî ew e ku tehma azadiyê bikeve devê gelan da ku ew bikaribin hesabê ji desthilatdarên zalim bipirsin.

Lê yên ku dixwazin jehra penceşêrê berdin ser birînên gelan, niha dîwaran li dora Ocalan dirêsin. Ew dixwazin birînan mezin bikin û piştre jî wan civakên birîndar bi mirinê razî bikin. Ji bo pêşerojekê li ser înkarê ava bikin, bi peydakirina derewên nû re mijûl in.

Di dema darbeyê de çapemeniya AKP’ê dibêje ‘Darbekaran dê bi ser Îmraliyê de bigirta’. Bêguman dibe ku ev îdia rast bin. Lê divê neyê jibîrkirin ku ya tecrîdê kûr dike û nahêle kes xwe bigihîne Ocalan jî hikûmet bi xwe ye. Tu kes nizane li Îmraliyê çi dibe. Jixwe piştî evqas hevdîtinên fermî yên bi Ocalan re hatine kirin, dema şikandina wê tecrîdê ji mêj ve hatiye û derbas bûye.

Lê êdî dem hatiye ku gelê kurd bi hemû hêza xwe hewl bide rewşa Îmraliyê zelal bike û ji tecrîd û dîlgirtina Ocalan re jî bi rastî bêje ‘bes e’.