Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Rexneyên Demîrtaş û keysperestî 13 Tebax 2018 Duşem

Piştî hilbijartinên 24’ê hezîranê Erdogan û AKP li ser kavilên pergala rûxandî bi avakirina desthilatdariya yekkesî ya ku tu heq, hiqûq û pîvan nasnake mijûl in.

Ji bo ku bala muxalefetê nekşînin ser xwe û bêpirsgirêk karibin pergala xwe ya yekkesî û zordar ava bikin bi destekî tarî muxalfetê jî bi pirsgirêkên navxweyî re mûjil dikin.

50 roj bi ser hilbijartinê re derbas bûne, li gel hemû qeyran û aloziyên ku li Tirkiyeyê tên jiyîn CHP û Partî ÎYÎ bi pirsgirikên navxweyî re mijûl in. Bêguman pirsigirêkên navxweyî yên partiyên muxalîf ji bo desthilatdariya Erdogan û çapemeniya hewzê dibin keştiya canxelasiyê.
Hin derdor çend rojên dawîn di ser birêz Selahattîn Demîrtaş re hewl didin heman nîqaşan di nav HDP’ê de jî bidin destpêkirin. Bi pirsên xwe yên “Çima Demîrtaş bêdeng e, çima Demîrtaş peyaman nade û HDP behsa Demîrtaş nake” dixwazin wisa bidin nîşandan her wekî pirsgirêk di navbera Demîrtaş û HDP’ê de hebe.

Gelek balkêş e tam bi ser van hewldanên kirêt de nameya Birêz Demîrtaş di ajansê de hate weşandin. Demîrtaş rexne û pêşniyarên xwe yên ku ji mekanîznameyên partiyê re bişîne, raste rast ji ajansan re şandibûn.

Ewil dixwazim bêjim ku ew rexne û nirxandinên ku birêz Demîrtaş kiribûn piranî di mekanîznameyên partiyê de rojevên sereke bûn. Jixwe piraniya wan mijaran ber bi dawiya meha tebaxê ve dê veguherîbûna plansaziyan. Ya rast agahiya birêz Demîrtaş jî ji van nîqaşan hebû.
Birêz Demîrtaş 11 salan wekîlî, 8 salan jî hevserokatiya HDP’ê kiriye. Du caran li ser navê HDP’ê bûye berendamê serokkomariyê. Di pêvajoya kongreyê de û di pêvajoya hilbijartinan de bi pêşniyar û nêrînên xwe piştgirî daye HDP’ê. HDP’ê jî hewl daye ji Demîrtaş sûdê werbigre. Ji bo pêşniyar û rexneyan hemû derî û hemû rê her tim lê vekirî bûne. Bêguman birêz Demîrtaş van rê û rêbazan ji me hemûyan baştir dizane. Tevgera me di mijara rexne û xwereneyan de xwedî zimanekî zelal û dijwar e. Lê nehatiye dîtin ku bi zimanekî wiha rexneyên navxweyî ji ajansan re bên serwîskirin.

Gelo çima vê carê Birêz Demîrtaş ev rê û rêbaz bi kar neanî û nameya xwe ya ku ji gelek aliyan ve der barê nîqaşên partiyê yên navxweyî de bû beriya ku bişîne HDP’ê şand ajansê. Navnîşana ku ew name jê re bê şandin, Desteya Hevserokan, Desteya Rêveber a Navendî û Meclisa Partiyê ye.

Birêz Demîrtaş siyasetmedarekî xwedî tecrûbe ye. Divê ji me hemûyan baştir bizane ku ev daxuyaniyên wî ji bo hin derdorên niyetxirab firseta êrîşê peyda dikin. Me hemûyan bi çavê xwe dît ka çawa li ser medya civakî ketin tevgerê ew derdorên tarî û çawa dijberiya projeya HDP’ê kirin. Ew derdorên ku em wan baş nas dikin nameya Demîrtaş jî îstîsmar dikin.

Ey niyetxirabno! Baş bizanin ku organên navendî yên HDP’ê li ser medya civakî û çapemeniyê pirsgirêkên xwe nîqaş nakin. Têkiliyek xurt di navbera HDP’ê û kadroyên wê yên girtî de heye. Her wiha baş bizanin ku di navbera rêveberiya HDP’ê û Demîrtaş de pirsgirêk tune ye.
Ey keysperestno! Baş bizanin ku ne HDP û ne jî Demîrtaş destûrê nade we ku hûn êrîşî projeya mezin a HDP’ê bikin û wê tevlihev bikin.