Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Metefora keştiyê û qeyrana aboriyê 20 Tebax 2018 Duşem

Beriya çend salan min romana Mahmût Yamalak a bi navê Tarîderya xwendibû. Nivîskar cih dabû serpêhatiyeke koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve. Piraniya serpêhatiyê di gemiyekê (keştî) de derbas dibû. Metefora keştiyê nîşaneya qutbûna ji welat ango veqetîna ji kokên xwe û temsîla rêwitiyeke ber bi diyarên nû ve bû. Keştî bi xetereya noqbûna deryayê re jî rû bi rû bû. Ango komek rewiyên ji hişmendiya paşeroja xwe veqetiyane û bê pêşeroj jî ber bi nediyariyê ve diçin û hey diçin. Xwarin diqede, av namîne û rêberek tune ye ku rewşê îdare bike.

Tevî ku qedera rêwiyan yek e û girêdayî hev e jî di keştiyê de şerê îktîdarê dest pê dike. Yên ku xwarinê û rêveberiya keştiyê dikin bin kontrola xwe piraniya hêzê kontrol dikin. Lê dawî li şerê desthilatdariyê nayê û heta ku keştî noqî behrê dibe rêwî kom bi kom jê direvin. Ya ecêptir ew bû ku rêveberan nedihiştin kes ji wê dojehê bireve.

Ez dizanim ku niha hûn pirsa; ‘çi hewceyî vê çîrokê heye’ dikin. Lê dema ez li gotinên Erdogan û hevkarên wî yên wekî; ‘Em hemû di heman keştiyê de ne’ dibihîzim ew çîrok tê bîra min.

Metafora (sembol) ‘Keştiyê’ pir balkêş tê li min û ji gelek aliyan ve Tarîderya tîne bîra min.

Wekî mînak; ew qebûl dikin ku Tirkiye di nava deryayê de bi xetereya noqbûn û fetisîne re rû bi rû hiştiye.

Erdogan bi vê şibandina balkêş îtîraf dike ku wan gelên Tirkiyeyê di vê keştiyê de hepis kirine û qedera gel bi qedera xwe ya şexsî ve girêdaye.

A rast ew e ku ew bi vê mînakê dixwazin bejin gel; ‘Binihêrin! Ger hûn bixwazin ji vê keştiyê dakevim, em ê destûrê nedin we û ger hûn bixwazin kontrola wê ji me bistînin jî em ê wê binav bikin.

Ango aşkera ye ku metafora keştiyê bi zanebûn hatiye tercîhkirin.

Desthilatdariyê Tirkiye veguherandiye keştiyeke di nav behrê de. Hewl dide rêwiyên nerazî yan jê bavêje yan jî bifetisîne. Hemû çavkaniyên jiyanê desteser kirine û gefa noqîkirinê li wan dike.

Çareserî ew e ku hemû rewî xwe bikin yek û kontrola keştiye bi dest bixin. Wê demê xetereya fetisînê dê ji holê rabe.