Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Kurd çarenûsa xwe dinivîsînin 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Merhaba xwendevanên hêja! Pêşeroja me ronî ye û bi vê mabestê bila Ronahî li me hemûyan pîroz be. Ji îro pê de em ê bi hev re bin. Di vê pêvajoya dîrokî de, em ê fikr û ramanê xwe parve bikin. Bê guman wê meşa me ya azadiyê bi serkeve.

Gelê kurd li hemû qadên Rojhilata Navîn, li her parçeyên Kurdistanê li ser piya û di nav berxwedanek dîrokî de ye. Dem û dewran ya kurdan e. Êrîşên li hemberî kurdan mezin û berfireh in, talûke zêde ne lê belê neyarên gelê kurd çi dikin bila bikin, nikarin vê meşa azadiyê rawestînin. Gelê me li her derê birêxistin û bihêz e, xwediyê birdoziyek xurt, jiyanek alternatîf in. Bê guman baweriya me ya serkeftinê ji her demê mezintir e.

Çawa ku kurd dinamîka guherînê û jiyana nû ne, dewlet û pergalên heremê jî li ber vê bayê guherînê ne. Sedemek van êrîşên li hemberî kurdan jî ev e. Tirkiye jî yek ji van pergala ye û ew jî dixwaze bi êrîşkariya li hemberî kurdan vê gûherînê bide sekinandin. Lê derket holê ku ev yek ne pêkan e. Bi dehan car hat dîtin ku zilimkar di dawiya dawî de bi zilma xwe têk diçin. Ev dewlet û hêzên ku îro êrîşî gelê kurd dike, tengijîne û li ber sekaret û têkçûnê ne.

Ji ber vê yekê tifaqa AKP/MHP’ê ku li ser dijberiya kurdan hatiye avakirin, neçar man ku hilbijartinê bidin pêş. Ev hilbijartin ji bo wan meseleya man û nemanê ye. Xwestin ku hîn ku Tirkiye têk neçûye, xwe xilas bikin. Lê êdî tu tişt nikare wan ji vê têkçûnê xilas bike. Têkçûna wan dê bi destê gelê kurd be. Gelê kurd di vê hilbijartinê de xwediyê roleke dîrokî ye. Helwesta gelê kurd di vê hilbijartinê de diyarkar e.

HDP jî di vî warê de hem li têkoşîna gelê kurd xwedî derdikeve û hem jî bi vê têkoşînê mezin dibe. Parastina maf û azadiya kurdan sedema hebûna HDP’ê ye. Cudahiya HDP’ê ya ji partiyên pergalê jî dînamîka kurd e.

Ji ber vê yekê ev 4 sal e ku HDP di bin êrîşan de ye. Dixwazin ku HDP’ê ji kurdan dûr bixin, dîwarên di navbera HDP û kurdan de bilind bikin. Dixwazin bi van êrîşan rastî û realîteya HDP’ê biguherînin. Lê bi ser neketin û nakevîn jî.

Niha jî qaşo HDP û gelê kurd tune dihesibînin. Wek ku bi milyonan kurd û HDP’î li vî welatî tûne ne tevdigerin. Ji aliyê din ve jî li qadên hilbijartinê soza ‘tunekirina HDP û kurdan’ didin dengdaran. Ev rewşeke şîzofrenîk e. Tifaqa şerxwaz riya xwe wendakiriye, nizane ka dê çi bike. Dest û piyên wan li hev geriyane. Lewma bi sozdayîna OHAL’ê derdikevin pêşberî gel, soza pêkutiyan didin gel! Lê ew çi qas êrîş bikin kurd û HDP ew qas bi hêz dibin.

Di hilbijartina 24’ê hezîranê de hemû stratejiya xwe li ser astengkirina HDP’ê û kurdan avakirine. Dizanin ku HDP bi ser bikeve dê ew têk biçin. Gelê kurd vê rastiyê dizane û vê hilbijartinê ji bo hesab pirsîna hemû polîtikayên AKP’ê dibîne. Lewma li gel hemû tifaqên qirêj, dek û dolaban gelê kurd dê qedera van hilbijartinan diyar bike. Gelê kurd bi diyarkirina qedera Tirkiyeyê dê qedera xwe jî diyar bike. Qedera gelan bi hev ve girêdayî ye.

HDP navnîşana vê hevsengiya azadiya di navbera gelan de ava dike. Meşa me ya azadiyê, serkeftina HDP’ê û gelê kurd ji niha ve pîroz be. Ji niha ve gelê kurd bi serketiye û 25’ê hezîranê jî dê bi serkeftina HDP’ê bibe cejna gelan.