Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Girêka Idlibê li bejna Enqereyê aliqiye 17 Îlon 2018 Duşem

Bi diyarkirina pêşeroja bajarê Idlibê li rojhilatê Behra Spî û li kendava Besrayê îhtimala şerê nav dewletan mezintir dike. Zêdebûna liv û tevgera dînamîkên şer asta şerê serweriya erdnîgariya Sûriyeyê ya nav dewletan nîşan dide.

Cihê ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kiriyê û demeke dirêj ji şerê navxweyî re pêşengî kiriye bajarê Idlibê ye. Erdnîgariya Idlibê ji bo dewleta Sûriye û piştgirên wê cihekî stratejîk û taybet e. Li rojhilata Idlibê piştî Şamê, mezintirîn bajarê Sûriyeyê Heleb, li rojavayê wê navenda nûsayriyan (erebên elewî) bajarê Lazkiyê, li başûrê Idlibê keleha Birayên Mislimîn bajêrê Hamayê heye. Lewre ji bo Rejîmê heta Idlib azad nebe azadiya van bajaran misoger nabe, heta azadiya van bajaran misoger nebe ewlehiya Şamê misoger nabe.

HSD bi zeftkirina Raqqayê serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê misoger kir, têkçûna DAIŞ’ê li hemû cîhanê îlan kir. Desthilatdariya Esad jî dixwaze Idlibê ji destê çeteyan derxîne û serkeftina xwe ya li dijî hêzên selefî misoger bike û piştî têkoşîna heşt salî serkeftina xwe ya şerê navxweyî ji hemû cîhanê re ragihîne.

Di girêka Idlibê de dewleta tirk di rewşeke krîtîk û xeternak de ye. Têkçûn û ketina Idlibê tê wateya têkçûna şerê wekaletê yê ku heşt sal in dewleta tirk li Sûriyeyê dimeşîne. Tê wateya têkçûn û binketina siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî desthilatdariya Esad û ya dijberî destkeftiyên civaka kurd.

Piştî hewldanên dewleta tirk ên ji bo têkbirina rejîma Esad bi ser neketin, Enqereyê hewl da bi dagirkirina Cereblûs, Efrîn û Idlibê li ser maseya diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê bi bandor be. Li ser wê maseyê tekane armanca dewleta tirk astengkirina statu û destkeftiyên civaka kurd bûn. Têkçûn û binketina Idlibê dibe ku bibe destpêka dawîlêhatina hebûna dewleta tirk a li Sûriyeyê.

Xala ku herî zêde bala dewleta tirk dikişand ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê, destkeftiyên gelê kurd bûn. Tirkiyeyê didît ku kurd ji rewşa kaotîk a Sûriyeyê sûdê werdigirin û dibin xwedî statu. Ev ji bo dewleta tirk tirsa herî mezin bû. Di encama şerê navxweyî de valahiya li bakurê Sûriyeyê derdiket holê, bi rêveberiya xweser û demokratîk a kurdan dihat dagirtin.

Şervanên kurd di parastina Kobanê de nîşanê hemû cîhanê da ku ew wisa bi hêsanî heremên xwe yên xweser bernadin. Di heman demê de bi berxwedana xwe ya efsanewî rista xwe ya dijberî DAIŞ’a barbar nîşanê cîhanê da. Tekane hêza ku karibû li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe bide û DAIŞ’ê têk bibe hêza kurd bû. Piştî ku dewleta tirk dît xwestekên dilê wê bi destê DAIŞ’ê pêk nayên ji sala 2013’an şûn de bi awayekî aşkera ket nav hewldanên tasfiyekirin û tunekrina destkeftiyên civaka kurd.

Enqere dixwaze bi gotinên “Wê li Idlibê trajediya mirovên sivîl pêk bê” bêçaretî û belengaziya xwe ya li dijî rewşa Idlibê binixumîne. Lê em dizanin ku fikara Enqereyê ne trajediya sivîlan e. Fikara wan ew e ku piştî têkçûna Idlibê li Sûriyeyê bi temamî bê bandor bibe û girêdayî wê rewşê têkçûna derûnî a çeteyên li Efrînê ye. Çeteyên ku baweriya xwe bi dewleta tirk anîn û berê xwe dan Efrînê dê li rê û rêbazên revê bigirin. Ji niha ve her roj nûçeyên ku kom bi kom çete ji Efrînê derdikevin tên.

Hewldanên nixumandina rayedar û çapemeniya tifaqa AKP-MHP’ê nîşan didin ku ew jî vê heqîqetê agahdar in. Piştî zîrveya Tehranê ya têkçûyî manşetên wan ên wekî; “Serok dersa mirovahiyê da”, “Em hêza sereke û ya diyarde ne”, “Em xwedî hesasiyeta mirovî ne” nîşana têkçûna siyaseta wan e.

Di siyaseta Sûriyeyê ya têkçûyî de û bi taybetî di rewşa Idlibê ya dawîn de derket holê ku siyaseta dewleta tirk a dijberî kurd bi Tirkiyeyê dide windakirin.

Hewce ye ku dewleta tirk êdî    dest ji siyaseta xwe ya neyartiya kurdan berde.