Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Êrîşa li dijî HDP’ê stratejîk e 06 Tebax 2018 Duşem

AKP ji bo civakê qeyran, krîz û kaos e. Aloziyan diafirîne û bi van aloziyan hebûna xwe didomîne. Di rewşeke aram û asayî de cihê AKP’ê tune ye. Ev desthilatdarî êdî ji bo civakê bûye hucreyên pençeşêrê, bi nexweşî û nebaşiyê mayînde dibe.

Ji bo ku vê yekê bidomîne jî kî/ê û çi li pêşiya xwe astengî dibînin hedef digirin û êrîş dikin. Ev pergal ji destpêka avakirina xwe heta niha tevgera kurd û HDP’ê ji bo xwe astengiya herî mezin û sereke dibîne. Mafdar in; HDP panzehîr an jî jahrkuj a faşîzmê, yekdengiyê, serdestiyê, pêkutiyan e. Cihê ku HDP lê be, rêya van yekan girtiye. Dijberiya îktîdarê ya li hemberî HDP’ê, dijberiyek kûr, stratejik, birdozî ye. Di vê çarçoveya stratejîk de polîtîkayên xwe pêk tînin. Daxuyaniyên rêyaderên hikûmetê jî mirov dikare divê çarçoveyê de binirxîne. Ew hebûna HDP’ê ji bo xwe xetereya herî mezin dibînin. Nikarin HDP û fikra HDP’ê tune bikin. Neçar in. HDP bi girtin, operasyonan û bi êrîşan naqede. Ew çiqas êrîş dikin HDP ewqas mezin dibe.

Lewma niha fikra HDP’ê li ku şîn dibe, ji aliyê kê ve tê pejirandin wan hedef digirin. Neyartiya 20 milyon kesî dikin. Ji ber ku nizanin dê li hemberî vê fikra ku bela dibe, hêşîn dibe, mezin dibe, çi bikin. Rêya xwe şaş kirine. Ev yek ji aliyek ve neçariya wan, ji aliyê din ve jî mezinahî, hêzdarî û mafdariya HDP’ê nîşan dide. Ji bo AKP’ê HDP pûnga li ber hêlîna mar e.

Di hemû demên krîtîk de AKP û hevkarên wî li ser vê dijberiya stratejîk tevdigerin. Çiqas vê dijberiyê kur dikin, qeyrana xwe jî mezin dikin. Ev ji bo wan dorvegereke bê dawî û bê encam e. Binihêrin, qeyrana aborî kûr bûye. Pergala ku hatiye avakirin di serê mirovan de rewa nîne û nayê qebûlkirin. Her wiha dixwazin bi dijberiyê stratejîk vê pergala xwe mayînde bikin. Lê ev yek nepêkan e. Ev dijberiya wan a stratejîk, di heman demê de xeletiya wan a stratejîk e. Belê di vî warê de mirov dikare bêje ku dixwazin bi dijberiya HDP’ê, ji aliyek ve ser qeyrana aborî bigirin, pergala xwe rewa bikin… Lê ji aliyê din daxuyaniyên Erdogan îşareta pêvajoya hilibijartinên heremî ne. Erdogan dizane ku hilbijartinê heremî de muxalefeta sereke HDP ye û dê HDP di vê hilbijartinê de pergala qeyûman hilweşîne. Bi vê helwestê dixwazin pergala qeyûman mayînde bikin. Her wiha ji niha ve dixwazin pêşiya tifaqên di navbera muxalefetê de qut bikin. Lewma ji aliyek ve jî muhatabên daxuyaniyên der barê HDP’ê de ji HDP’ê zêdetir muxalefeta din e. Bi van daxuyaniyan muxalefeta ji bilî HDP’ê ditirsînin.

Mirov dikare krîza DYA û Tirkiyeyê jî di vê çarçoveyê de hilde dest. Ev qeyranek çêker e. Ne Trump ji Erdogan ne jî Erdogan ji Trump aciz e. Herdu heman rêbazan bi kar tînin û ji heman ferasetê sudê werdigirin. Belê nakokiyên wan hene lê ev nakokî herdu aliyan xurt dikin. Ev krîz jî bazara ‘Keşe bide, keşe bigire’ ye. Mixabin, muxalefet jî tê vê lîstikê û carek din li pey AKP’ê rêz digirin. Kes nikare li kêleka emperyalîst û serdestek cih bigire û dijberiya serdestek din bike. Ev xapandinek mezin a civakê ye.

Her wiha HDP ji van daxuyaniyan û dijberiyan hêz digire. Em rastiya xwe dizanin û bi hêza xwe dizanin. Em di navbera serdestan de tercîhê nakin. Heya ku rizgariya civakê pêk bê jî em ê tevgera xwe bidomînin. Xwedêkirî li vî welatî HDP heye û xewa desthilatdaran diherimîne.