Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Erdogan û AKP di tengasiyê de ne 07 Pûşper 2018 Pêncşem

Anket û mîtîngên hilbijartinan têkçûna Erdogan û AKP’ê nîşan didin. Roja têkçûna wan 24’ê hezîranê her ku nêzîk dibe tirsa dilê wan zêde dibe. Her ku tirsa dilê wan zêde dibe derûniya wan xirabtir dibe.

Di 16’ê nîsana 2017’an de ji bo pergala serokdewletiyê referandûm pêk hat. Bi sextekarî, dek û dolaban Erdogan bi rêjeyeke gelek biçûk serketî hate nîşandan. Her çiqasî serketî hatibe nîşan dan jî Erdogan dizanibû ku têk çûye. Lewre ji wê rojê vir ve tirs û xofa têkçûnê ketibû dilê Erdogan û AKP’ê.

Ya girîng jî ji bo pergala serokdewletiyê bikeve meriyetê pêdivî bi serkeftina hilbijartineke gelemperî hebû. Erdogan nexşerêya serkeftina xwe ya hilbijartinan li ser dijberiya civaka kurd ava kir. Her ku êrîşî civaka kurd bike, kurdan qetil bike û destkeftiyên kurdan ên bi dehan salan tune bike dê hestên nîjadperestiya tirk bilind bibûya û serkeftina Erdogan hêsantir bibûya. Bi kurtasî plansaziya pêşeroja xwe li ser têkçûn û teslîmgirtina civaka kurd ava kiribû.

Piştî qirkirinên siyasî û fizikî yên Bakur, bi hinceta referandûma Başûr a 25’ê îlonê di bin pêşengiya Erdogan de bajarê qedîm Kerkûk jî di nav de ji 1/3 erdnîgariya Kurdistanê ji destê kurdan hate derxistin, di 20’ê çileya 2018’an de bi hevkariya bermahiyên çeteyên hov Efrîn dagir kir. Li ber çavên mirovahiyê qirkirina çandî û fizîkî li Efrînê berdewam e.

AKP li bendê bû ku piştî van êrîşên li hemberî civaka kurd, bi taybet jî piştî dagirkirina Efrînê rêjeya dengên wê gelek zêde bibin. Lê piştî AKP’ê biryara hilbijartina pêşwext girt, dît ku tiştê hêvî dikir û tiştê ku li gorî xwe hesab dikir qet pêk nehatine. Civaka kurd têk neçûye, teslîm nebûye û nîjadperestên tirk jî piştgiriya AKP’ê nakin.

Encamên anketan û qadên mîtîngan têkçûna Erdogan û AKP’ê vedibêjin. Coş û kelecana hêzên demokratîk û yên muxalîf 24’ê hezîranê weke roja têkçûna Erdogan û AKP’ê diyar dikin.

Her ku 24’ê hezîranê roja têkçûna Erdogan û AKP’ê nêzîktir dibe hewldanên liv û tevgerên AKP’ê yên provakatîf jî zêde dibin. Di vê pêvajoyê de pêdiviya AKP’ê bi çîrokeke serkeftin û lêhengiyeke derewîn heye.

Ev çend hefeteye berê xwe dabû Başûr, dixwest hinek nêzikê Qendîlê bibe û bi çîroka zeftkirina Qendîlê dilê nîjadperestên xwe şad bike. Lehengên kurd ev xwestek di qirika wan de hişt. Şervanên kurd nehiştin hêzên tirk gavek pêş de herin. Bi ser de yên ku derbasî Başûr bûne nikarin li wêderê xwe biparêzin. Her roj bi dehan windahiyan didin û cenaze bi ser civakên Tirkiyeyê ve tên.

Piştî ku çîroka Qendîlê ji wan re bû xeyal careke din Minbic xist rojeva xwe. Niha hewl didin bi alîkariya şirîkê xwe yê “stratejîk” Amerîkayê çîrokeke derewîn pêşkêşî nîjadperestên xwe bikin. Lê daneyên berê û agahiyên ku ji Amerîkayê tên nîşan didin ku dê ev çîrok jî zêde temendirêj nebe û wan ji têkçûnê xelas neke.

Wisa xuya dike her ku 24’ê hezîranê roja têkçûna Erdogan û AKP’ê nezîk bibe dê ewqasî derûniya wan xirabtir bibe. Dê ji kiryarên aqilane, ji nirx û pîvanan dûr bikevin. Ev jî tê wê wateyê ku hewceye em ji hemû kiryarên wan ên neaqilane û bêpîvan re, ji hemû cureyên êrîşên şer re, hemû rêbazên provakatîf re amade bin.