Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Dijberiya kurdan xelek e di stûyê wan de 15 Kewçer 2018 Duşem

Amadekariyên hilbijartinên şaredariyê didomin. Hefteya borî bi girtin û binçavkirinan, starta hilbijartinan hat dayîn. Rejîma Erdogan, li gelek bajaran di hefteyekê de 300 kes destgîr kirin û zexta li ser siyaseta kurd û muxelefetê zêdetir kir. Di 2 salên dawî de, pergala qayûmtiyê ji aliyê gel ve nehat qebûlkirin û di 24’ê hezîranê de bersiveke xurt li dijî rejîma qayûman hat dayîn. Ev bersiva gel a li dijî îradeya xwe, îro krîzeke meşrûbûnê ya rejîma Erdogan cardin aşkera kiriye. Di vê krîzê de wekî 7’ê hezîrana 2015’an, Erdogan cardin siyaseta pevçûnê û neyartiya li dijî kurdan derdixe pêş. Ev dijminatî îro ji Efrînê heta Bradost û Şengal û Kerkûkê, li her parçeyan bi awayekî aşkera di meriyetê de ye. Erdogan tu tiştekî yasayî û meşrû li ser xwe ferz nabîne, loma jî îro hemû siyaseta wî ya li dijî kurdan, ne yasayî û ne meşrû ye.

Tirkiye wek aborî, dadwerî, civakî û siyasî di rewşeke aloz de derbas dibe. Ev rewş wekî kapekî bi stûyê Erdogan û rejîma wî ve aliyaye. Geh li Tirkiyeyê, geh li Rojava û Başûr ev siyaseta êrîşkar a li dijî kurdan, encamên neyînî li Tirkiyeyê dike. Hemû aborî û jêderkên Tirkiyeyê di şerê li dijî kurdan de tê bikaranîn û domandina vê siyasetê ji bo gelên Tirkiyeyê karesateke mezin bi xwe re tîne.

Di atmosfera hilbijartinên şaredariyê de, keşeyê amerîkî çawa ku bi şanoyekê hatibû girtin, bi heman rengî jî hate berdan û rewşa Tirkiyeyê bi awayekî giştî krîstalîze kir. Piştî berdana wî, gotinên li dijî pergala Rojava û gefên li ser destkeftiyên bakurê Sûriyeyê zêdetir bûn. Erdogan piştî berdana Brunson, gefên li ser Rojava zêdetir kirin, qelemşorên wî û çapemeniya di bin hikmê wî de jî, ev yek wek serkeftina Erdogan a îcazeta êrîşeke li dijî Rojava hilsengandin. Helbet Erdogan li dijî destkeftiyên kurdan dikare her şêwe bazariyê bike. Jixwe di halê heyî de jî geh li Tirkiyeyê, geh li derve ev konsepta li dijî kurdan bi her awayî didome. Erdogan hebûna xwe di tunekirina kurdan de dibîne. Ev konsept îro Erdogan kiriye mehkûmê dewletên biyanî û patronê komikên El Qaîde yê. Erdogan, îro li Idlibê wekî berdevkê Nûsrayê serpereştiya peymanan dike. Di vê rewşê de her cure êrîşên Erdogan a li dijî kurdan, bertek û opsiyonên cuda yên têkoşînê jî bi xwe re tînin. Ev serdema nû, bi têkoşîn û peydakirina rêyên alternatîf li ser kurdan ferz dike.

Hilbijartinên şaredariyê, di vê gerîneka aloziyê û krîza birêvebirinê ya Erdogan de, ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê şansekî mezin û qonaxeke dîrokî ye. Kurd û gelên Tirkiyeyê ji rejîma Erdogan dîtin ku hêz û rayedarî çendîn têkeve destê kesekî ev dibe sedema têkçûna hemû destkeftiyên civakî. Erdogan çiqas bi cardin tayînkirina qayûman, bixwaze gel bitirsîne jî, em dizanin ku xezeba wî ji tirsa nava wî ye. Loma jî ev pergala Erdogan a ku nemaze bi deste qayûman ava kiriye, dikare ji şaredariyan dest pê bike û ber bi navendê ve biçe û vê rejîmê xerab bike. Di vê qonaxa dîrokî de, rola HDP’ê wekî 24’ê hezîranê gelek girîng e û tevî hemû zextan dê xwe bigihîne hemû civakê.

Ji hilbijartinan re 5 meh û nîv maye. Di van mehên dawîn de xuya ye Erdogan dixwaze ku êrîşên li dijî kurdan zêdetir bike. Gefên li Minbicê û li Rojava tên xwarin, berdana keşeyê amerîkî û hewldana bazariyên qirêj, belavkirina hîsteriya faşîzan a li ser civakê nîşaneyên vê siyasetê ne. Li dijî vê siyasetê tekane rêya serkeftinê, avakirina têkoşîneke yekpare ye. Ev serdema nû û hilbijartinên şaredariyê roleke dîrokî li ser me ferz dike û ev rol jî yekitî, berxwedan û têkoşîn e.