Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

Desthilatdariya Îtîhatparêz li dar e 19 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Li Tirkiyeyê êdî rewşeke nû heye. Hemû derdor vê rewşê li gorî sekn û pozîsyona xwe pênase dikin. AKP vê yekê wekî şoreşek mezin peşkeş dike, Kemalîst wekî ‘têkçûna pergala demokratîk’… Li gorî me ev yek ne şoreşk e û ne jî rakirina pergala demokratîk e. Rast e ev guherîn, destpêka pêşveçûnek otorîter û faşîzan e. Lê pergala berê ne demokratîk bû ku demokrasî têk çûbe. Bi vê guherînê aliyê pergalê yên otorîter hîn xurtir bûn. Ev yek şoreşek jî nîn e ji ber ku AKP’ê pergala xwe di pêsîra pergala Kemalîst de meyand û hîn jî bi derdorên îtîhatparêz re şirîkatiyê dike.

AKP vê guherînê wekî serkeftinek mezin a ku li hemberî hêzên navneteweyî nîşan dide. Ev yek ne rast e. Ev guherîn bi erêkirin û piştgiriya hêzên emperyalîst pêk hat. Di dawiya dawîn de hêzên serdest ên emperyal rê da vê guherînê û piştgirî dan AKP’ê. Rast e nakokî di navbera van hêzan de hene. Nakokiyên van hêzan bi AKP’ê re jî hene. Lê ev pergal li gel van nakokiyan, li ser şirîkatiya van hêzan emrê xwe dirêj dike. Dîsa di qada navneteweyî de pêla rêveberiyên otorîter pêş dikeve. Li Amerîkayê Trump, li Rusyayê Pûtîn, li Almanyayê Merkel çibe li Tirkiyeyê jî Erdogan ji bo vê pergalê ew e.

AKP li gel fikarên van hêzan hate ser xeta wan. Li gorî daxwaza wan tevdigere. Van hêzan jî ji bo dizaynkirina Rojhilata Navîn pêwistî bi AKP û Erdogan dîtin. Ev hêz pêwistiyê bi Esad jî dibînin. Dema ku ev proje xistin meriyetê hevsarê AKP’ê dan destê nijadperestan. Erdogan radestî îtihatparêzan kirin. Hem nijatdperest û hem jî îtihatparêz heya niha bi saya hêzên navneteweyî li ser pêya man. Erdogan û AKP’ê jî hebûna nakokiya pergalê wekî dijberiya van hêzan ji raya giştî re pêşkêş kir. Lê yên ku dixwazin guherîna pergalê ya li Tirkiyeyê fêm bikin divê li ziyareta Erdogan a Brîtanyayê binihêrin û hîn di nav pergala serdest de xwediyê rola diyarker e. Her wiha yên ku darbeya 15’ê yîrmehê organîzekirin û pişt re ev darbe li gorî daxwaza AKP’ê vala derxistin, yên ku piştgirî dan OHAL’a Tirkiyeyê jî heman hêzên sereke ne. Derdê hêzên serdest ên cihanê ne demokrasî ye!

Di vî warî de ev guherîn derfetên şoreşê jî bi xwe re dikemilîne. Civak parastina statukoyê na lê guhertinek demokratîk dixwaze. Yên ku piştgriyê didin AKP’ê jî pirsgirêka wan bi statukoyê re heye. Lê belê ev daxwaza gel hate manîpulekirin ji bingeha xwe hate dûrxistin. Li Rojhilata Navîn jî gelek mînakên vê yekê hene. Bihara ereban daxwaza gel a şoreşger nîşan dida. Lê pergalê li ser van daxwaza diktatorî ava kirin. Li Tirkiyeyê jî heman tişt pêk hat. Li gel her tiştî daxwaza gel a guherbar demokratîk mayînde û qedîm e. Divê ku ji vê daxwazê re bi rê û rêbazên rast pêşengtî bê kirin. Ev derfeta herî mezin a têkoşîna demokrasiyê ye. Her wiha yên ku guhertinek demokratîk dixwazin neçar in ku bi gelê kurd re hevkariyê bikin. Kemalîstan jî dît ku dijberiya kurdan sedema hemû belayan e. AKP jî dê di demek kurt de bibîne ku dijberiya kurdan bibe felaketa wê.

Her wiha kurd bi tena serê xwe bimînin jî dê pergala xwe ya demokratîk ava bikin. Ji îro pê de hêviya derdorên demokrasîxwaz jî têkoşîna gelê kurd e. Îro roj roja fikar û xofê nîn e, roj roja vîn û cesaretê ye ku em bikaribin pêşeroja xwe ava bikin. Hêza me û baweriya me ji bo vê yekê mezin e.