Tayîp Temel Tayîp Temel
Deng

HDP êdî muxalefeta sereke ye 26 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Biryardayîn, nîviya serkeftinê ye û dîroka gelan jî vê yekê nîşan dide. Di şert û mercên nû de HDP’ê jî biryara domandin, gurkirin û dewlemendkirina têkoşînê da.

Rast e, rewşa Tirkiyeyê di hin waran de guheriye. Pergala nû xwe li ser qodên desthilatdariya serdest ji nû ve organîze kir. Li gel vê yekê em ê çi bikin? Biryara me çi ye? Ji bo bersivdayîna van pirsan HDP, ji roja piştî hilbijartinê heya niha niqaşên xwe meşandin. Ewil rewş û atmosfera heyî tespît kirin. Lê êdî divê bigihîje merheleyek nû. Heya niha di civînên desteyên berpirsiyar de gelek biryarên girîng hatin dayîn. Biryara herî girîng û sereke ew e ku şert û merc çi dibin bila bin, têkoşîn bidome. Bi rê û rêbazên nû, bi biryardariyek mezin ev meş dê bigihîje serkeftinê. Elbet gelên Tirkiyeyê bi deh salan di azadiyê de dimeşe. Em jî bi biryar in ku vê meşê bidomîn.

Aliyekî vê têkoşîna me jî parlamento ye. Di dema nû de fikarên mafdar ên wekî ‘çi rola parlamentoyê maye’ derdikevin holê. Sazûmanên pergala nû dixwazin parlamentoyê jî bikin bêndera xwe. A rast, parlamento her tişt nîn e lê ji bo têkoşînê wek qadek girîng dibinîn. Dixwestin ku HDP di parlamentoyê de cîh negire. Ji bo vê yekê serî li her dek û dolaban dan. Ji ber ku dizanin astengiya li pêşiya serdestiya wan ya herî mezin HDP ye. Her wiha di serdama nû de parlamenterên me bi piranî guherîn, gelek hevalê me nû ne. Lewma civîna me ya Wanê ku me bi koma partiyê re li dar xist girîng bû. Hem di civina me de û hem jî di vê dema kurt a ku parlamento xebitî de jî derket holê ku parlamento ne qadeke em terkediyarê AKP û hevkarên wan bikin. Her wiha li parlamentoyê pêwistiya HDP di çend rojê mesaiya parlamentoyê bi awayekî aşkera diyar bû. Di serdema nû de destkeftiya herî mezin a gelên Tirkiyeyê, serkeftina HDP’ê û temsîliyeta wî ya meclise ye. HDP êdî muxalefeta sereke û dengê hemû beşên civakê ye. Di civîna Wanê de bi biryarûnek mezin hebû. Her parlementerek dizane ku barê wî/ê giran e û li gorî vê yekê tevdigere. Daxwaza domandina vê têkoşînê ji bo koma HDP’ê li pêş e. Li gor vê yekê jî me nexşeriya xwe ya dema nû diyar kir. Hin biryarên sereke derketin holê. Li gorî vê yekê: Koma me di vê demê de dê li hemberî pergala zordest muxalefeteke bi bandor bike. Em bi hêza xwe dizanin û ew jî bi hêza me dizanin. Ji me ditirsin. Tenê di hevdîtina pêşnûmeya dawî de jî derket holê ku li hemberî îktidar û hevkarên wê tenê HDP muxalefetê dike. Ji ber ku nikarin di warê raman de bi me re bikevin pêşbaziyê dest bi êrîşan dikin.

Em xebatên xwe tenê bi parlamentoyê sînordar nakin. Ji îro pê de hemû parlamenterê me dê li qadan bin û bi gel re bin. Armanca me ew e ku em hêza xwe ya parlamentoyê û gel bikin yek. Dem dema tirsê, paşvemayînê û fikaran nîn e, niha divê maf û azadiyên ku ji me hatine dizîn em ji nû ve bi dest bixin. Têkoşîn tenê bi xebatên parlamentoyê naçin serî, hêvî û bendewariya me ji gelê me heye û di vî warî de jî dilrihet in. Dizanin ku gelê me ji bo azadiya xwe di her merheleyê de amede ye. Em ê wek pêvajoya hilbijartinê bi kampanyayê hîn xurtir vê xebatê bidomînin. Ya sêyemin em ê her roj, her saet xwe bi rêxistin bikin. Herî hindik divê em bi qasî dijberê xwe bi rêxistin bibin. Hemû xebatên me dê li ser vî esasî bimeşe.