Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Têkçûna qeyûman, serkeftina Efrîn û Kerkûkê ye! 28 Sermawez 2018 Çarşem

Tirkiye êdî di atmosfera hilbijartinê de ye. Bi rastî çend salên dawîn e ku ev welat ji rojeva hilbijartinê derneketiye. Geşedanên siyasî û civakî têkildarî vê mijarê rû didin an jî li gorî wê teşe digirin.

Li welatên wekî Tirkiyeyê ku derdorên serdest û zordar dixwazin bi rêya hilbijartinên tije şik û guman desthilatdariya xwe bidomînin, hilbijartin ji bo her kesî wateyên girîng dihewînin. Tifaqa AKP û MHP’ê ji her kesî zêdetir pêwîstî bi serkeftinên hilbijartinê dibînin. Ji bilî ev encamên hilbijartinan bişik tu rewatiya pergalê nemaye. Hiqûq tune ye, qanûna bingehîn têk çûye, tenê navê demokrasiyê maye û lewma her kiryarên xwe yên sûcdar bi gotina ‘em ji sindoqan derketin, em îradeya gel temsîl dikin’ diparêzin.

Meseleya wan îradeya gel jî nîn e, bi rêya vê “îradeyê” afirandina zordestiyê ye. Yanî li ser navê civakê zilmê li civakê dikin, li ser navê gel gel dişêlînin! Ev formûla hemû rêveberiyên faşîzan e. Mesela li cihê ku gel bi dildarî piştgirî nede wan, bi zorê dest didin ser îradeya gel. George Orwel di pirtûka xwe ya 1984’an de rê û rêbazên afirandin, parastin, domandina van desthilatdariyan vedibêje.

Mirov dikare gelek mînakên dîrokî di pêkanînên AKP’ê de bibîne. Lê mesele ji aliyekî ve jî rojane ye û ev genetîka zordestiyê bi awayekî xwe ji nû ve û bi rê û rêbazên cuda diafirîne. Tifaqa şerxwaz a AKP-MHP him ji bo rewakirina kiryarên xwe û him jî ji bo domandina pergala xwe ya nû bi gotina Bahçelî van hilbijartinan wekî “memorandûmê” dibîne. Ruhê vê pergalê di polîtîkaya qayûman de veşartiye. Qeyûm ne tenê bi zordariyê û desteserkirina çend şarederiyan e, di heman demê de şikandina îradeya gelekî ye, heqaretkirina li civakê ye. Her wiha derdorên ku îtirazê li vê desthilatdariyê dikin dixwazin bi rêya polîtîkaya qeyûman terbiye bikin.

Têkçûna qeyûman jî dê darbeyeke mezin li vê polîtîkaya AKP’ê bixe. AKP dizane ku carekê ew qeyûm têk biçin nikarin cardin bi hêsanî vê pergalê bidomînin. Di vî warî de wateya diyarkirina namzetiya AKP’ê ya ji bo Amedê girîng e. Qeyûmê heyî Cumalî Atîlla wekî namzetê Amedê hate diyarkirin. Li ser vê yekê gelek hesabên AKP’ê hene. Îhtimaleke mezin e ku AKP dixwaze bi namzetiya Atîlla gengeşî û aloziyên civakî derxîne. Ev tenê nayê wê wateyê ku AKP hêviya xwe ji Amed û Kurdistanê biriye. Rast e di warê matematîkê de, ne Atîlla, Erdogan jî li Amedê bibe namzet nikare bi ser bikeve. Lê diyar e ku planên wan ên cuda hene. Dixwazin Atîlla bidin hilbijartin û ji sandoqan derxînin. Ji bo wan di hilbijartinan de îradeya ku ketiye sindoqan ne, encama ku ji sindoqan hatiye derxistin girîng e. Diyarkirina namzetiya Atîlla amedekariya diziyên mezin in.

AKP bikaribe bi rêya sindoqan tenê qeyûmek jî bi gelê kurd bide hilbijartin an jî encameke bi vî awayî bide afirandin, dê serkeftina xwe ya li ser serê kurdan îlan bike. Dê bi hilbijartina qeyûmekî hemû rêbaza qeyûmparêz rewa bike, hemû êrîşên li hemberî gelê kurd, dê komkujiyên li Kurdistanê, dagirkeriya Efrînê, êrîşa li hemberî Kerkûkê rewa bike. Hesabê wan ev e. Lê belê têkçûna Cumalî Atîlla têkçûna hemû Reîsên Qeyûman ên wekî Suleyman Soylu, Bahçelî û Erdogan e.