Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Serkeftina gelê kurd pîroz be 20 Pûşper 2018 Çarşem

Tirkiye êdî di pêvajo û merheleyek nû de ye. Ev pêvajoya guherînê ye. Hilbijartin ji bo vê yekê tenê qonaxek navborî ye. Krîz û qeyran çiqas kûr bibe çareserî ewqas nêzik dibe. Ev pîvanekî diyalektîkê ye.

Ji hilbijartinê re êdî roj û saet man. Encamên hilbijartinê ji niha ve diyar in. Koalisyona AKP û MHP’ê têk diçe û ji niha ve têk çûye. Tu geşedan êdî nikare vê pêşveçûna dîrokê bide sekinandin. Zû dereng, kêm zêde ev yek dê pêk bê. Dibe ku piştê hilbijartinê AKP tofanê rake, bi derfetên dewletê mudaxeleyên bike. Lê êdî dem û dewrana AKP’ê bi dawî bû.

Ev yek di heman demê de diyalektîka kurd e. Yên meseleyê çareser nekin, têk diçin. Merheleya ku AKP hatiyê jî ev e. Gelê kurd bi serkeftî ye. Gelek berdêlên mezin da ji bo azadiyê. Bê guman bihayê azadiyê giran e. Perçebûna civaka kurd, bêrêxistinbûn, bandora serdestiyê vê berdêlê giran kir. Lê kurd guherîn, niha jî diguher in.

Di 24’ê hezîranê de dê li gel kurdan gelên Tirkiyeyê jî cejna xwe pîroz bikin. Êdî dem dema gelan e, dem dema azadiyan e. Ev rastî dengeya AKP’ê û hevkarên wê xirab dike. Ji niha ve bihev ketin. Serokê MHP’ê û hevkarê Erdogan, Bahçelî daxuyaniyên balkêş dide rojên dawî de. Dibêje em ne zeviya AKP’ê ne. Her wiha ji nav MHP’ê nerazîbûnên li hemberî AKP’ê zêde dibin. Ji ber ku neçar man. Bingeha wan vala bû. Dema ku Bahçelî bi Erdogan re hevkarî kir MHP’ê jî îflas kir.

Mesele ne tenê meseleya MHP’ê ye. Heman nerazîbûn di nav AKP’ê de jî hene. Duh şofêrê texsiyek ji min re got ku êdî parlamenterên AKP’ê jî dibêjin em deng nadin wan. Îhtîmal e ku Emîne Erdogan jî deng nede Erdogan. Niha Mehmet Metîner jî behsa zilmê dike. Ev kes di warê hîskirina talukeyan de mahîr in. Li gorî berjewendiyên xwe dijîn. Lê wekî kîvroşkan e. Bêhna bayê zû digirin dema pê bihesin ku ba û bahoz nêz dibe direvin. Rewa ji AKP û MHP’ê nîşaneya nêzîkbûna tofana wan e. Ba û bahoz li wan radibe.

Lê ji aliyek ve jî şirîkê wan ên sûc pir in. Lewma dê heya dawî ji bo ku AKP nekeve, li ber xwe bidin. Ne bi merdî bi hîle û xurdeyan dê li ber xwe bidin. Hesabê wan ê lîstikan heye. Diziya denga û guherandina encamên hilbijartinê jî rêbaza wan a sereke ye. AKP 16 sal e tenê bi hêza xwe û piştgiriya civakê li ser kar nema, her tim encamên hilbijartinan manîpule kir. Hemû encamên hilbijartinê yên di dema AKP’ê de bi şik û guman in. Niha jî ji bo neyên darizandin û vê zilmê bidomînin bi heman rêbazan dixwazin emrê xwe dirêj bikin.

Di vî warê de pir tişt dikeve ser milê gel. Gel li ber merheleya serkeftinê ye. Ev serkeftin dê pêk were, lê gel pêşî li van lîstikan neyê girtin, dê ev serkeftin bi derengî bikeve. Dê êş û elema vê yekê zede bibe. Lewma divê ku ev firsenda dîrokî bê bikaranînin. Divê ku ev hilbijantin ji bo vê yekê bê bikaranîn. Divê ku ev îktîdara ku temenê xwe tije kiriye bê şandin. Xwedî lê derketine sindoqan evqas girîng e. Ger ku rê li pêşiya van diziyan bê girtin dê ev derfetên dîrokî bên bikaranîn. Dê gel di 25’ê heziranê de dîlana serketftinê bigirin. Gelê me vê yekê ji zû da heqkiriye û divê ku hemû kes vê deynê xwe yê azadiyê bide. Ji ber ku azadî tenê maf nîne di heman demê de berpirsiyarî ye û dîsa jî ji niha ve serketfina me pîroz be.