Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Serdema nû û firsendên şoreşgerî! 18 Tîrmeh 2018 Çarşem

Li Tirkiyeyê serdemek nû destpê kir. AKP pergala xwe ya ‘yekkesî’ bi aweyekî fermî xist meriyetê. Hêzên demokratîk jî divê li gorî van şert û mercan xwe ji nû ve organîze bikin.

Hêzên ku ji guherinê bitirsin nikarin pêşeroja xwe ava bikin. Guherîn, amentûya tevgerên şoreşger e. Her wiha kurd û hêzên şoreşger ji guherinê natirsin. Rast e, guherîna ku bi serkêşî û feraseta AKP’ê pêk hatiye ji bo derdorên demokratîk senoryaya herî xirab e. Lê belê erenî yan jî neyînî her guherîn ji bo pêşketinên civakî derfetên nû bi xwe re tîne. Tenê divê ku tevgerên şoreşger van guherînan rasteqîn û objektîf binirxinin.

Gelo em di serdema nû de bi çi re rûbirû ne? Pergala Erdogan û AKP’ê pergalek nijadperest, otoriter û zordar e. Di nav vê pergalê de îşaretên faşîzmê zêde ne. Fikarên di vî warî de derketine holê bela sebep nîn in. Lê belê pergala berê jî ne demokratîk bû. Her wiha mirov dibîne ku piraniya referansên pergala nû ya Erdogan, Kemalîzm e. Erdogan pergala Kemalîst têk bir lê niha pergala xwe bi rê û rêbazên Kemalîst ava dike. Dîsa gotin di cîh de ye ku mirov bêje pergala nû bi pergala berê mezin dibe û herdu bi hev re dijîn. Belê guherînek heye lê kes nikare bêje ku ev guherîn şoreş û pergala berê hemû ji holê hatiye rakirin. Dîsa pergala nû hemû rêveberiyên otorîter referans digire. Ev pergal ji pergala Esad, ji pergala Kemalîst, ji pergala Pûtîn û Trûmp, piranî jî ji aliyên wan ê otorîter feyz digire.

Lewma kurd ji guherînê bixwe na lê ji naveroka vê guherinê aciz û nerazîne. Xemgîniya kurdan ji ber guherîna pergalê nîn e, xemgînî nedemokratîkbûna vê pergalê ye. Li gel vê yekê hin derdorên Kemalîst ku heya niha neyartiya kurdan dikirin û kurdan wekî sedema hilweşîna pergala xwe ditîn niha jî ji ber ku kurdan ‘parastina pergala Kemalîst nekeriye’ rikberî û dijberiya kurdan dikin. Ev yek jî dide nîşandan ku dijberê kurdan ji kurdan bendewariya demokratîk dikin.

Van geşedanan li Tirkiyeyê şert û mercên têkoşînê giran kirin. Ji îro şûnde xwerêxistinkirin, çalakî, xweîfadekirin dê zehmetir bin. Lê belê zordarî çiqas zêde bibin, şert û mercên guherîna şoreşgerî û demokratîk jî ewqas mezin dibin. Rêveberî di destê kîjan beşa îktidarê de dibe bila bibe kurd her tim neyarên hevpar in. Ji bo kurdan şertên îro ji şertên duh pir pir xirabtir nîn in. Lê belê êdî ji îro şûnde dê derdorên Kemalîst jî ji şîdeta dewletê dê para xwe bigirin. Her wiha ji îro şûnde yên ku dixwazin vê dewletê demokratîk bikin dîtin ku tifaqa wan a sereke kurd in û ji bilî demokratîkkirina vî welatî bêhtir jî rizgariya kesê û tu derdorê tune ye. Neyartî û dijberiya kurdan wekî di serpêhatiya Kemalîstan de jî hate dîtin, desthilatdariya kesî jî mayînde nake. Kurd di vê serdemê de ji her demê bêhtir bixwe bawer dê serkêşiya guherîna demokratîk bikin. Mexdurên pergalê çiqas zêde bibin dê hevkarên guherîna demokratîk jî zêde bibin. Tenê divê ku li gor şert û mercan kurd û derdorên demokratîk xwe ji nû ve organize bikin. Ji îro şûn de li Tirkiyeyê rêya şoreşê vebûye. Ji bilî şoreşgeriyê jî şans û tercîha kesî nîn e.