Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Qeyran ne aborî, siyasî ye 08 Tebax 2018 Çarşem

Tirkiye ber bi rewşeke xeter ve diçe. Kemalîstan digot em bi kurdan re şer bikin em ê komarê bi parêzin lê şerê bi kurdan re dawî li komara Kemalîst anî. AKP’ê digot ez bi kurdan re şer bikim, ez ê desthilatdariya xwe ava bikim. Encama şerê bi kurdan re kûrbûna qeyrana sîyasî AKP’ê ye.

Piştî ku AKP desthilatdariya xwe îlan kir, hemû krîzên berê kûrtir û mayînde bû. Aboriya Tirkiyeyê têk diçe. Piştî OHAL’ê niha dê şîrket yek bi yek îflas bikin. Dolar ber bi 5.5 TL’yî ve diçe. Enflasyon û bihabûn ji sedî 15’yan derbas bû. Betalî zêde dibe. Deynê Tirkiyeyê her diçe mezin pir dibe. Beriya hilbijartinê gav bi gav ev qeyrana aborî dihat dîtin û di vî warê de hişyariyên girîng hebûn.

Lê belê AKP di rêbazên xwe yên zordarî û pêkûtiyan de israr kir. AKP’yê digot ez çiqas civakê bikim bin qontrolê ez ê pirsgirêkan ewqas zû çareser bikim. Serlêdana hemû zordarî û pêkutiyan ji kurdan da destpêkirin. Şer kûr kir, bi xewna Osmaniya Nû, bi şerê li hemberî kurdan tev li şerê Rojhilata Navîn bû. Her kesek zordar di heman demê de kujerê xwe ye. Ezrahilê AKP’ê jî ji AKP’ê bêhtir kes nîne. Ji ber ku AKP bi van rêbazan krîz û kaosa xwe berfireh û kûr dike.

Niha dixwazin bi rê û rêbazên pansumanî pirsgirêkan çareser bikin. Tirkiye di sikratê de ye, lê ew bi dermanê serêşê li çareseriyê digerin!

Gelo sedema van pirsgirêk û krîzan çi ye? Ev yek aşkera ye. Qeyrana Tirkiyeyê û ya AKP’ê qeyraneke siyasî ye. Sedema van pirsgirêkan meseleya kurd e. Meseleya kurd dayika hemû pirsgirêkan e. Çareseriya wê jî siyasî ye. Di vî warê de rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan hişyariyên girîng û di cîh de kirin. Ocalan digot “Heya hûn vê pirsgirêkê çareser nekin hûn nikarin tu tişt bi dest bixin.” Gotin û hişyariyên Ocalan cardin piştrast bûn. Wekî meseleya darbeyê, wekî têkçûna pergala Kemalîst di vî warî de jî Ocalan mafdar derket. Ocalan dîrokê diwxîne, xwediyê pêşdîtinên kûr e. Rastiyên dîrokî xelet dernakevin, rêya xwe şaş nake.

Derdorên eleqedar an rastiya meseleyê nabînin an jî vê yekê manîpule dikin. Herkes li dora bihabûna dolar tevdigere. Lê kes nabêje ji ber çi aboriya Tirkiyeyê kete vê rewşê? Şerê li hemberî civakê û li hemberî kurdan çiqas bandor li ser vê yekê kir? Her tiştî deynin aliyekî, ger ku ji ber meseleya kurd, pênasekirina ‘terorê’ evqas berfireh nekirina û herkes wekî ‘terorîst’ binav nekirina gelo dê keşe Brunson bihata girtin? Li welatek demokratîk dê dadgerî bibûya mijara bazarên siyasî? Kes nikare van pirsan erênî bibersivîne. Lewma em dibêjin sedema qeyranên diplomasiya navneteweyî, sedema qeyrana aborî jî pirsgirêka kurd e.

Bila CHP li cem AKP’ê cih bigire. Bila Kilicdargoluyê ku ji bo dadê 450 km rê meşiyan bêje, “dadgeriya me serbixwe ye.” Lê tu kes nikare van rastiyan veşêre. Çawa ku şerê li hemberî kurdan dawî li komara Kemalîst anî, dê wisa jî dawî li pergala AKP’ê bîne. Ev sedema şabûn û xweşbiniyê nîne. Ev rastî û tespîtên bi êş in. Bi kurdan re li hev bên bila qeyran û kaosên we bi dawî bibin. Ji bilî vê tu rêya çareseryirê tune ye.