Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Peymana Idlibê neçareserî ye 19 Îlon 2018 Çarşem

Meseleya Idlibê ev demek e di rojeva cîhanê de ye. Rûsya û hevkarên wê di nav hewldana operasyona li hemberî Idlibê de bûn. Tirkiye û aktorên din ên wekî Îngilistan, Amerîka, Fransa heta Almanya bi hinceta ku li wê herêmê sivîl hene li hemberî vê yekê derdiketin.

 Her wiha li ser vê mijarê di nav 10-15 rojên dawî de yek li Tehranê yek jî li Soçiyê du zîrveyên girîng hatin lidarxistin. Ev zîrve ji ber bêencammayînê û hem jî ji ber pêkhateyên xwe girîng bûn. Meseleya Sûriyeyê ji destpêkê heya niha meseleyeke navneteweyî ye. Her kes bêyî gelên Sûriyeyê li ser navê wan biryaran werdigire, projeyan amade dike û digihîje encaman. Bi rastî di nav 8 salan de gelek zîrve, hevdîtin û komcivînên bi vî rengî hatin lidarxistin. Cenevre, Soçî, Astana, Stenbol, Riyad… Lê 8 sal in tu çareserî ji van civînan derneketin û dernakeve jî. Heya ku îradeya gelên Sûriyeyê di van zîrve û civînan de neyê temsîlkirin tu çareserî jî pêk nayê.

 Jixwe meseleya derdorên ku serkêşiya van civîn û zîrveyan dikin jî çareserî nîne. Sedema krîza Sûriyeyê û ya Rojhilata Navîn ev derdor û dewlet in. Lewma mirov nikare ji berpirsyarê van pirsgirêkan, çareserî hêvî bike û li benda çareseriyê bibe.

 Di vê çerçoveyê de encama ku herî dawî ji hevditîna Erdogan û Pûtîn a li Soçiyê derket, parçeyek vê neçareseriyê ye. Pirsgirêk bi hemû giraniyê hebûna xwe didomîne. Tenê operasyon hate taloqkirin. Îhtimala şer ji holê ranebû û ji xwe li heremên din şer û pêvçûn berdewam in. Her wiha zîrveya Soçiyê berdewama zîrveya Tehranê ya ku di 7’ê îlonê hatibû lidarxistin. Di zîrveya Tehranê bi weşana zindî, cihê beşdarvanê cîhanê hate teşhîrkirin. Pûtîn, daxwaza agirbestê ya Erdogan bi gotineke diplomatîk ya wekî, “Li ser vê maseyê nûnerê El Nûsrayê tune ye, lewma em nikarin li ser navê wê biryara agirbestê bidin” red kiribû. Niha di zîrveya Soçiyê de biryara formûlek wekî agirbesteke demî hate standin. Pirsa girîng ew e ku gelo kî li ser navê El Nûsra, HTŞ’ê li ser vê maseyê rûnişt û biryara agirbestê da standin. Bersiva vê pirsê jî di zîrveya Îranê de veşartiye. Tirkiye ji bo siberojê di vî warî de di bin tewanbarkirineke giran da ye. Yek ji encamên vê zîrveyê ya girîng jî ev e.

 Ji aliyê din ve Tirkiye van encaman wekî serkeftineke xwe ya dîplomatîk dide nîşandan, lê belê rastî ne wisa ye. Armanca Rûsya-Sûriye-Îranê tasfiyekirina HTŞ û çeteyên radîkal bû. Operasyonê ji ber vê yekê kiribûn rojevê. Niha di peymana Soçiyê de encameke bi vî rengî derket. Di vê peymanê de dê çekên giran ji destên hemû rêxistinên muxalif bên standin, rêxistinên wekî HTŞ û Rêxistina Ûygûran dê bê tasfiyekirin. Rûsya pêvajoya tasfiyekirina van rêxistinan îhaleyî Tirkiyeyê kir. Berdêla vê yekê Tirkiye dê bide. Ger ku di navbera Tirkiye û HTŞ’ê de lihevkirinek tune be di vî warî de dê şer û pêvçûn derkevin. Hebe jî dê Tirkiye çekên van rêxistinan biguherîne û di bin navê ASA’yê (Artêşa Sûriyeya Azad) de bike xizmeta xwe.

 Lê ji bo van karan Rûsyayê heya 15’ê Cotmehê dem da Tirkiyeyê. Tirkiye ji ber ku zêdetir dem bi dest bixe neyartiya li hemberî kurdan dîdomîne. Dibêje li Sûriyeyê metirsiya mezin rêxistina kurd e. Herêmên kurdan li Sûriyeyê herêmên herî aram in. Ji ber ku lihevkirina Soçiyê çareseriyê pêk naynin û dixwazin bi vê rewşa neçareseriyê berfirehtir bikin û Rojava jî bikin yek ji qada şer. Xuya ye dê geşedan destûra vê yekê nedin û dê aktorên ku serkeşiya vê neçareseriyê dikin di bin vê rewşê de bîminin.