Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Pêvajoya nû û lêgerîna gel 05 Îlon 2018 Çarşem

Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiye di çi rewşê de ye? Geşedanên siyasî vê herêmê bi ku ve dibe? Dê kengî aştî pêk bê û gel di aramiyê de bijîn?

Pirsên di vê çerçoveyê de gelek in. Her kesek dikare li gor pozîsyon û rewşa xwe, van pirsan cuda cuda bibersivîne. Lê heqîqet yek e û naguhere. Ev heqîqet û rastî jî qeyrana pergalê ye. Mirovahî di nav vê qeyranê de difetise. Gel êşa encama van qeyranan dijî. Civak sedem na lê mexdurê van geşadanan e. Binihêrin îro li seransarê Rojhilata Navîn şer heye. Bi vî şerî hêzên serdest dixwazin ku qeyranan xwe bi rê ve bibin. Ger em tespîta ‘qeyran mayînde ye’ bikin ev yek tespîta ‘dê şer jî bidome’ bi xwe re tîne. Hebûna şer, hebûna têkoşînê ye.

Gelên cîhanê bi giştî nebe jî hin alî vê rastiyê dibînin. Lê belê pergal bi hemû amûrên di destê xwe de vê rastiyê berovajî û manîpûle dike. Mejiyên gelan tevlihev dike. Îro êrîşa herî mezin êrîşa bîrdozî ye. Mejiyê mirovan hedef tê girtin. Li cihek ku bingeha bîrdoziyek rast tune be, pêşveçûn pêk nayê, çareserî pêkan nabe. Rewşa mirovahiyê ya îro ev e. Sedema êrîşkirina Ocalan û xeta wî ya siyasî jî ev yek e.

Lê dîrok nîşan dide ku civak dê ji vê gerînekê derkeve. Jixwe rêyek din jî nîne. Her têkoşînek bi xwe re fikrek nû, her fikrek nû bi xwe seknek û tevereke nû tîne. Şert û mercên objektîf her kesî dixe nav lêgerîneke mezin. Lêgerîna azadiyê ji bo hemû kesî hem mafek û hem jî peyvirek jêneger e.

Di pêvajoya nû de em dibînin ku civaka Rojhilata Navîn li çareseriyek digerin. Gelên Tirkiyeyê di nav helwdanek bi vî rengî de ne. Gelê kurd ji xwe bi deh salan e berdêla vê lêgerîn û daxwaza aştiyê dide. Di vî warî de xwediyê serpêhatiyên berfireh in. Dema ku gelên bindest dest bi bi meşeke bi vî rengî dikin serî li pratîkên kurdan didin. Hewldana gelê kurd tenê model nîne di heman demê cesaretê dide gelan. Her wiha ev lêgerîn ev lehiya hêrsa gelan dê ji xwe re rêyek bibîne û bigihije armancekê.

Li pêşiya me pêvajoyên girîng hene. Şerê Sûriyeyê bi operasyona Idlibê dê bigihêje merheleyek nû. Ev şer dê bidome lê şikl û formên nû bigire. Li Tirkiyeyê qeyrana aborî kûr dibe, civak ji pergala Erdogan dûr dikeve. Nerazîbûn mezin dibe. Her wiha dê bihara 2019’an de dê gelên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên herêmî biçe ser sindoqan. Ev geşedan hemû dê di pêşeroja Tirkiyeyê de guherînên girîng pêk bîne. Ji bo ku AKP-MHP vê yekê dibînin, bi zêdetir êrîşê dixwazin pêşî li vê yekê bigirin.

Lê gelo di nav van şert û mercan de hêzên muxalîf ên têkoşer çi dikin an jî dê çi bikin? Mirov dikare gelek pirsên din jî bipirse. Lê rastiya herî mezin ew e ku muxalefeta li Tirkiyeyê qels e. Daxwaz û lêgerîna gelan çiqas mezin be muxalefet jî ewqas bê mecal e. Lê pêşveçûna dîrokê vê helwesta muxalefetê qebûl nake. Ger muxalefeta heyî ji xwe re rêyek nebîne dê têk biçe lê belê di her warî de dê gel bê alternatîf nemîne. Siyaset valahiyê qebûl nake, têkçûna hezek, bihêzbûna hêzek din e.

Di van şert û mercan de tevgera kurd, tifaqên wê, HDP derdikeve pêş. Di nav kurdan de jî ji bo pêşeroja nû lêgerînên girîng heye. Civîna li Amedê ji bo vê yekê gavek girîng e. Lê gelo dê ji vê lêgerînê çi derkeve, bernameyek çawa derkeve holê? Ev yek dê di rojên pêş de diyar bibe û ew jî mijara nivîsa me ya hefteya pêş e.