Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Operasyona hilweşandina Tirkiyeyê! 26 Îlon 2018 Çarşem

Tirkiye bi operasyoneke berfireh re rû bi rû ye. Ev operasyona hilweşandina Tirkiyeyê ye. Aborî li ber têkçûnê ye, Tirkiye kirine qada şer. Ev operasyon bi şerê li hemberî kurdan tê kûrkirin.

Gotina dawî em di serî de bibêjin. Operasyon, ji aliyê hêzên derve ve nayê meşandin. Neyarê Tirkiyeyê kurd nîn in, gelên Tirkiyeyê nîn in, derdorên ku li hemberî zilmê derdikevin, li keda xwe xwedî derdikevin û dibêjin ‘em ne kole ne’. Kurmê darê ji darê ye. Tirkiye rasterast ji aliyê hêzên ku rêveberiya vî welatî dikin ve rastî operasyona hilweşandinê tê. Polîtîkaya AKP-MHP’ê Tirkiyeyê bi pêş naxe, pirsgirêkan çareser nake.

Rêveberiya AKP-MHP’ê ji bo Tirkiyeyê qeyran e, şer e, têkçûn e. Dema ku berpirsiyar û sûcdar di nav civakekê de bi awayekî erênî bên nirxandin di wê civakê de pîvan berovajî bûne. Ev rêveberî bi hevsengiya Tirkiyeyê dilîze. Polîtîkaya ku îro bi şirîkatiya AKP-MHP’ê tê meşandin, polîtîkaya Enverîst e. Enver Paşa, bi kirinên xwe, berpirsê hilweşandina împaratoriyê bû. Niha bi destê AKP-MHP’ê Tirkiyeyê ber bi heman aqûbetê ve dibin.

Digotin em ê Osmaniyê ji nû ve sazûman bikin lê Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dibin. AKP dibêje em wekî hêzeke serbixwe polîtîkayan dimeşînin lê tenê lîstikvanê vê senaryoyê ye. Senaryo di sala 2002’an de ji aliyê hêzên biyanî ve hate nîvasandin. Di sala 2007’an de hate nûkirin. Referansên AKP’ê pirtûka Graham Fuller a bi navê ‘Tirkiyeya Nû’ ye û rewşa îro aşkera dike. Fuller, yek ji dîroktorê CIA’yê ye. Ew jî dibêje ‘Tirkiyeya Nû’, AKP jî wisa dibêje.

Di vê senaryoyê de şerê bi kurdan re tê mayîndekirin, di vê senaryoyê de mudaxeleya Tirkiyeyê ya Suriyeyê heye. Ev senaryo îro tê pêkanîn. Tirkiye nikare ji aloziya Rojhilata Navîn derkeve. Niha êrîşa li hemberî bakurê Suriyeyê hildane rojevê. Yek ji aqilmendê AKP’ê dibêje ku ‘ji bo me bibe întihar jî divê em bikevin bakurê Suriyeyê.’ Çima evqas aşkera Tirkiyeyê ber bi întiharê ve dibin. Ji ber ku di vî warê de peywirdar in.

Ku wisa nebûya evqas rûmeta Tirkiyeyê binpê dikirin û hemwelatiyên xwe dikirin neyarên xwe? Ku wisa nebûya dibûn şirîkê Esad ku jê re digotin kujer, bi Sisî re li hev dihatin ku jê re digotin darbekar, diçûn ber piyê Merkel ku jê re digotin Nazî, dest ji Amerikayê re vedikirin ku ji qeyrana aboriyê berpirsyar digirtin… An jî ligel van yekan li dijî kurdên ku jê re gotin “bira” şer îlan dikirin?

Ev operasyona hilweşandina Tirkiyeyê bi dîlgirtina Ocalan dest pê kir û bi kûrkirina tecrîda li Îmraliyê tê berfirehkirin. Dizanin ku Ocalan biaxive, dê gelên Tirkiyeyê ji vê defikê rizgar bibin. Ocalan bi şirîkatiya gelê kurd û tirk projeya bihêzbûna gelan pêşkêş kiribû. AKP bi şerê di navbera gelan de herdu gelan jî hejar dike. Cudatiya feraseta herdu aliyan ev e. Bi vê projeyê jî sedema tecrîda Îmraliyê bi awayekî aşkeratir derdikeve holê.

Gelên Tirkiyeyê yên xwedî feraset divê li dijî vê yekê derkevin. Gel dikarin pêşî li vê lîstikê bigirin, dikarin xwe ji vê hilweşînê rizgar bikin.