Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Mele û muftî peywirdarê çi ne? 17 Kewçer 2018 Çarşem

Hemû rêbazên asîmîlasyonê li Enqereyê Beştepeyê tên birêxistinkirin; muxtar, qeyûm, mele, muftî… Ref bi ref van karwanên asîmilasyonê bi ser kurdan ve dişînin. Heya niha bi ser neketin, helwesta wan a asîmilasyonê têk çû û bi vê hêrsê her ku diçe vê helwdanê berfireh dikin.

Ev polîtîka têkçûn lê hîn di vî warî de hêvîdar in. Ji aliyek ve jî xwe neçar dibînin. Herî dawî Erdogan duh di 35’emîn civîna muftiyan a li Beştepeyê de cardin talîmata asîmilasyonê da. Erdogan got ku wan beriya niha li bajarê kurdan hemleya meleyan daye destpêkirin lê bi ser neketiye û wiha got: “Her derî ji meleyan re vedibe. Em ê niha li Rojhilat û Başûrrojhelat (bajarên kurdan) Tirkiyeyê xebatên taybet bimeşînin. Em van deveran vala nahêlin.”

Gelo Erdogan dê bi rêya mele û muftiyan kijan xebatên taybet bimeşîne? Mele û muftî kedkarê baweriyê-olê ne an berdevk û xebatkarên qesra Beştepeyê, nûnerê partiyeke siyasî ne?

Rast e, kurd ji mirovên oldar re rêzdar in, lê belê bi qasî kesên ku sextekar ên li ser navê oldariyê tevdigerin nas bikin jî oldar in. Yên ku oldariyê ji bo berjewendiyên xwe yê siyasî bi kar tînin, dijberê mislimaniyê ne û tu rêzdariyê jî heq nakin. Ev yek nayê qebûlkirin û kesên oldar jî divê li ser navê oldariyê ewil bi van derdoran re têbikoşin.

Gelo çima AKP serî li van rêyan dide? Ji ber ku hemû rê û rêbazên ku ji bo asimîlasyonê pêk anîn negihîştin armancên xwe. Têkoşîn û daxwaza kurdan a azadiyê berdewam e û her ku diçe berfireh û mezin dibe. Qeyûm bi ser neketin, bi deh hezaran tîmên taybet, taburên leşkerî, cerdewanî bi ser neketin. Ji xwe heya niha taburên mele û muftiyan ji bo asîmilasyonê dişandin Kurdistanê lê niha bi awayekî aşkera van tabûran peywirdar dikin û talîmata asîmilasyonê didin wan.

 Ji bo ku di van polîtîkayan de bi ser bikevin, êrîşên alim û meleyên kurd kirin û dikin. Hemû endamên DIVES’ê bi KHK’an ji peyvirê dûr xistin û wan bi birçîbûnê terbiye dikin. Meleyên kurd hatin girtin û hin jî di bin tehdîda girtinê de ye. Hefteya borî li hemberî Kongreya Îslam a Demokratîk operasyon pêk anîn. Niha tê fêmkirin ka ev êrîş amedekiriya kîjan xebatê ne. Ewil qadê li gorî xwe paqij dikin û pişt re jî memurên xwe yê asîmilasyonê peyvirdar dikin. Van memûran jî vedixwînin qesr û koşkan, li wan deran xwedî dikin û pişt re jî ji wan dixwazin ku vê pervirdariyên xwe bi cih bînin. Her ol bi pêlîstinên îktidaran ji naveroka xwe dûrdikevin û niha jî her îktidar olan li gor berjewandiyên xwe bi kar tînin.

Ev hewldana AKP’ê dide nîşan ka nimêjên sivîl çiqas gavek di cih de bûn. Nimêjên sivîl îtîraza li hemberî vê asîmilasyonê bû. Gelê kurd xwediyê pratîkeke bi vî rengî ye û di dema nû de derdikeve holê ku dê kurd rê nedin van helwdanan.