Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Kurd dê qederê diyar bikin 30 Avrêl 2018 Çarşem

Pergala Tirkiyeyê di ber karesetê de ye. Qedera derdorên ku heya niha bi qedera kurdan lîstin jî di destê kurdan de ye. Kurd di vê hilbijartinê de diyarker in. Dê Tirkiye an bi qebûlkirina kurdan bijî an jî bi şerê li hemberî kurdan têk biçe. Mijar ewqasî zelal e.

Bê guman di şert û mercên asayî de hilbijartin tenê amûra guherînên rêveberiyê ne. Her wiha divê mirov zêde bi hilbijartinan xwe nexapîne û wateyên mezin lê bar neke. Lê belê Tirkiye di şertên asayî de nîn e. Heya ku ev konsepta şer ya li hemberî kurdan bidome jî Tirkiye ji vê rewşê dernakeve.

Tirkiye di merheleyek girîng û nazik re derbas dibe. Her derdor vê rastiyê qebûl dikin lê sedemên wî naynin ziman. Di 3-4 salên dawî de êrişê li hemberê kurdan hatin zêdekirin. Di heman demê de projeya guherîna pergala Tirkiyeyê dest pê kir. Hêzên ku dixwazin li Tirkiyeyê pergala otoriter avabikin, kurdan li pêşiya vê yekê astengiya herî mezin dibînin. Dîsa ji aliyê din ve bi neyartiya kurd, bi ser kiryarên xwe digirin, civaka Tirkiyeyê bêdeng û manîpûle dikin. Ev rêbazek kevnar e lê vê rebazê di dawiya dawî de, encamek ku kes nikare jê bireve derxist holê.

Hilbijartinê 24’ê Haziranê ji bo vê guherînê mehreleyek girîng e. Ne tenê kurd êdî hemû beşên civakê di bin talûkeyê de ne. Talûke û tehdît giştî ye. Lê dîsa jî ji hemû derdoran zêde talûkeyan li hemberî kurdan mezin e. Bi qasî mezinbûna van talûkeyan hêza gelê kurd jî mezin e. Kurd êdî aktorek navneteweyî yne. Lewma êrişên li hemberê kurdan ewqasî mezin û berfireh in. Lewma êrişkarên li hemberî kurdan ewqasî pir û zêde ne. Lê rê li pêşiya kurdan vekirî ye. Dîrok firsendên mezin dide kurdan. Kurd jî vê rastiyê dizanin û di vê demsalê dê li gorî vê rastiyê tevdigerin.

Yek ji van firsetan jî hilbijartinên 24’ê Haziranê ye. Kurd di vê hilbijartinê de dikarin gelekî dengeyan li aliyê xwe vegerînin. Dikarin bi ser bikevin, dikarin êrişkariya navneteweyî ya li hemberî xwe, bişkînin. Dê kurd vê yekê bikin jî. Ji ber ku tu derfetek cuda ji bo kurdan nîn e. Kurd qedera van hilbijartinan ji bo kesî nadê ji bo xwe biguhirîn in.

AKP ku tifaqa dijber a kurd avakiriye jî vê rastiyê dizane. Lewma hemû hesabên xwe li ser, astengkirin û têkbirina kurdan avakiriye. Van hesap û plan jî 3 sal in bênavber bi êrişkariyek mezin dimeşîne. Dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne. Girtina parlamenteran, diyarkirina kayyuman, desteserkirina îradeya gel hemû gavên van plana bûn. Niha cardin dixwazin ku HDP’ê di bin bendavê de bihêlin û vê planê bi ser bixin. Ji bo vê yekê tenê di mehek dawî ya pêvajoya hilbijartinê de 3 hemleyên krîtik pêk anîn. Di doza KCK’ê de ceza birîn. Bi destê YSK’ê mudaxeleyê listeyên HDP’ê kirin. Herî dawî bi biryara YSK’ê dixwazin sindoqan ji gel birevînin. Disa gelek dek û dolab dê bikevin dewreyê.

Lê dîsa jî gelek sedemên kurdan hene ku di vê hilbijartinê de ji vê iktidarê û ji vê tifaqa dijberê xwe hesab bipirsin. Lewma ew çi dikin bila bikin dê kurd vê hesabê bipirsin. Dê gelê kurd cardin îradeya xwe diyar bike. Dê bide nişan rê nade van êrişan, van êrişkariyan. Kurd tenê qedera xwe na, dê qedera Tirkiyeyê jî diyar bikin. Kurd çi bêjin dê ew pêk bê.