Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Ew werîs di stûyê me hemûyan de ye 12 Îlon 2018 Çarşem

Min dil hebû ku îro li ser pirsgirêkên siyaseta demokratîk û rêyên wê yên çareseriyê hûr bin. Lê mixabin hin mijarên girîngtir derketin pêş. Meseleya Idlibê yek ji van mijaran e. Êrîşên li hemberî gelê kurd bi aweyeke berfireh didomin.

Her wiha pirsgirêk ji aliyekî ve pirsgirêkeke rêxistinî be jî, ji aliyê din ve pirsgirêka civakî ye. Gelê kurd di her merheleyên girîng de xwe rexne kir, nûjen kir û gihîşte roja îro. Lewma muhasebeya civakî divê mayînde be.

Neyarên gelên kurd bi êş û êrîşên mezin her tim bertekên kurdan dipîvin. Li ser vê yekê siyaseta xwe ava dikin. Meseleya şewitandina daristanan wisa ye, êrîşkirina cenazeyan wisa ye, bi aweyeki zindî darvekirina ciwanên kurd wisa ye.

Dema ku bedena mirov li hemberî êrîşan li ber xwe nede piştî demekê îflas dike, têk diçe. Mirin di vî warî de pênasekirina bêbertekmayinê ye. Li hemberî êrîşan sekn û helwest, temaşekirin di warê fizikî de mirin e, di warê civakî de têkçûn e.

Civaka kurd di sedsala 21’an de bi pêşengiya tevgera azadiyê ji xewna mirinê ya hezar salan hişyar bû, bi xwe ve hat, kete rêya azadiyê. Lewma dost û dijmin her kesî digot ku ev demsal demsala kurdan e.

Lê niha dixwazin vê rastiyê berevajî bikin. Dixwazin ku kurd cardin bi tu awayî hişyar nebin û bên binaxkirin. Nivîsa li çiyayê Agiriyê bi gotina “Kurdistana xeyalî li vir meftûn e” hatibû nivîsîn, tenê dirûşmeyek nebû. Ev ruhê êrîşkariya li hemberî kurdan e û hedefa desthilatdaran dide nîşan. Êrîş li hemberî hebûna civaka kurd e. Gav bi gav vê stratejiyê pêş dixin. Gav bi gav destdirêjî nirxên gelê kurd dikin. Di vê merheleyê de ku gel bêbertek, bêhelwest bimîne, dê fikra “Ev gel bêmecal e û nikare li hemberî tu êrîşê derkeve” bi neyarên kurdan re pêk bîne û dê êrîşên mezintir ên îmhayê pêk werin.

Binihêrin demeke direj e kurd di van waran de tên ceribandin, helwestên wan tên pîvandin. Hikûmeta AKP’ê bi weşanên zindî, Sûr, Nisêbîn, Cizîr hilweşandin. Xwestin ku bixwebaweriya kurdan bişikê û trawmaya “Kurd bi kêrî tiştekî nayê” kûr bikin. Ev demeke dirêj e bi heman helwestê tecrîdê li ser Ocalan giran dikin. Ne tenê Tirkiye, her wekî din welatên din ên statûkoparêz jî şirîkê vê polîtîkayê ne. Îran êrîşî bajarên kurdan dike. Civanên kurd yek bi yek nav bi nav tên darvekirin. Ewil vê xirabî û neyartiya xwe îlan dikin û pişt re pêk tînin.

Dema ku civakek biqerise, li hemberî geşedenan temaşevan be ew civak xwe dide ber mirinê. Lê ev yek ne qeder e. Gelê kurd di şert û mercên herî xirab de da nîşan ku dê rê nede van yekan. Car caran bêbertek bimîne jî dê dawiya dawî de fermana tunekirina xwe qebûl neke.

Gelekî ku li gel hemû komkujiyan ji nû ve hişyar û azad bibe, cardin têkçûnê napejirîne. Ji ber ku gelê kurd dizane ku ew werîsê li gerdana ciwanên kurd hatiye gerandin di stûyê me hemûyan de ye. Fermana îdama kesî nîne, fermana darvekirina netewekeyê ye. Vê yekê belasebeb li ber çavên me nakin. Ji Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed vir ve ew werîs her tim di stûyê me de ye. Niha ya dê civaka kurd vî werîsî ji stûyê xwe derxe biavêje yan jî dê bi temaşekirinê bi vê yekê razî be.