Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Dixwazin tevgera kurd terbiye bikin 07 Sermawez 2018 Çarşem

Li Rojhilata Navîn di çerçoveya mudaxeleyên sererastkirinê de gavên nû tên avêtin. DYA’yê cardin li hemberî Îranê, ambargoyek xist meriyetê. Dixwazin bi operasyonên cuda û berfireh kurdan terbiye bikin.

Îro li DYA’yê hilbijartin dê bên lidarxistin. Li Amerîkayê çar salan carekê hilbijartinên serokdewletiyê, 2 salan carekê jî hilbijartinên kongre û meclisa nûnertiyê tê nûkirin. Bi hilbijartinên îro dê ji 100 senetoran 35 û 435 nûnerên meclisê bên guhertin. Hilbijartin hem ji bo Trump hem jî ji bo demokratan girîng e û di heman demê de amedekariya hilbijartinên 2 sal şûnde ya serokdewletiyê ye. Ger ku di vê hilbijartinê de demokrat bi ser bikevin dê Trump giraniya xwe ya li ser siyaseta Amerîkayê winda bike. Her wiha lobiyên cuda yên cîhanê jî mudaxeleyên hilbijartinên Amerikayê dikin. Tirkiye bi rêya van lobiyan dixwaze mudaxilê vê pêvajoyê bibe lê pir zêde xwediyê giraniyek nîne.

Di rewşa heyî de modeleke çareseriyê ya hêzên mudaxelekar tune ye. Modela ku kurdan afirandiye jî ji aliyê van hêzan ve wekî gefekê tê dîtin. Hêzên mudaxelekar ji aliyekî ve bi van mudaxeleyan dixwazin li gorî xwe Rojhilata Navîn sererast bikin ji aliyê din ve jî dixwazin hêzên azadîxwaz ku di vê navberê de derdikevin holê yan tasfiye bikin an jî bi sînor bikin.

Di vî warî de tevgera kurd xeta azadiyê temsîl dikin û wisa dixuyê ku di hedefa hêzên navneteweyî de ye. Di vê çerçoveyê de hem di lûtkeya Tehranê de, hem di zîrveya Soçiyê de û hem jî di lûtkeya Stenbolê de biryara mudaxelekirina tevgera kurd hate girtin. Gelo çima û li ser kîjan bazaran Tirkiyeyê ji ambargoya Îranê muaf girtin. Xuya ye rola sînordarkirina tevgera kurd îhaleyî Tirkiyeyê kirine. Dizanin ku êdî tasfiyekirin û tunekirina tevgera kurd ne pêkan e. Lewre dixwazin tevgera kurd terbiye bikin û bînin ser xeta xwe. Nûnerên ENKS’ê vê rastiyê bi gotinên, “Di qada navneteweyî de der barê siyaseta kurd de planên nû hene. Dê PYD bê bêbandorkirin û dê me derxin pêş” anons kirin. Ev gotin bi geşedenan jî hatin piştrastkirin. Piştî zîrveya Stenbolê êrîşên li hemberî Kobanî dest pê kirin. Beriya ambargoya Îranê êrîşên li hemberî Rojava dest pê kir. Di vî warî de mirov dikare bibêje ku di navbera hemû hêzên alîgir û dijber de li ser êrîşên li hemberî kurdan konsensûsek heye.

Amadekariyên di vî warî de tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve nayê meşandin. Mesela, niha jî çeteyên Idlibê transferî bakurê Kurdistanê dikin. Kampa Niştecihan a li Nisêbînê kirine qampa çeteyan. Transfera çeteyan bi piştgiriya hêzên navneteweyî nemaze bi Rûsyayê pêk tê. Di dagirkirina Kobanî de jî çete hatibûn teşwîqkirin. Bi vê yekê hêzên navneteweyî dixwazin du tiştan bikin. Ya yekemîn dixwazin vê belayê bikin bela serê kurdan. Ya duyemîn dixwazin bi destê van çeteyan kurdan terbiye bikin. Tîmên Esedullah jî bi vê mebestê hatibûn avakirin. Em bîbin bîra xwe, Tirkiye kengî li ser sehayê tengav dibe yan vê tengaviyê bi piştgirî û rizaya hêzên navneteweyî berteref dike yan jî hewara xwe bi alîkariya çeteyan tîne. Di ablûkaya ser bajaran de jî heman siyaset hatibû meşandin Tirkiye hem kêmasiya xwe li sehayê bi van hêzan telafî dike, hem jî hemû kiryarên qirêj bi wan dide kirin da ku ji berpirsyariya vê yekê xwe rizgar bike. Vê yekê jî bi piştgiriya hêzên navneteweyî dike. An ku mirov dikare bi rehetî bibêje, li dijî tevgera kurd û têkbirina destkeftiyên wan, konsensûseke dewleta tirk, hêzên navneteweyî û çeteyan heye. Niha heman tevger didome. Lê çi dikin bila bikin tu hêz nikare fikra ku dema wê hatibe asteng bikin.