Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Derew û heqaret 06 Pûşper 2018 Çarşem

 

Serokkomar Erdogan, dawiya heftê li Amedê bû. Erdogan cardin heman nêrina xwe ya dijberê kurd dûbare kir. Li nav çavê kurdan nêrî û kurdan bi kujerê xwe tewambar kir. Polîtîkaya kurd a AKP’ê êdî ji bo kurdan heqaret e.

Bêguman ziyareta Erdogan ne serdana hilbijartinê ye. AKP û Erdogan di derdê îknakirina kurdan de jî nîn in. Dibêjin em çi qas heqaretê li kurdan bikin em ê ewqas encam bigirin. Dixwazin gel bi heqaretê, şîddetê, zordariyê terbiye bikin. Rêbaza wan a îknakirinê neçar hîştin e, dîlgirtine. Lewma Erdogan li Amedê cardin konsepta xwe ya tûnehesibandinê dûbare kir.

Hin rêbazên serdestiyê qet naguherîn. Berpirsiyarê hilweşandina bajarên kurdan, kurdan sûcdar dikin. Neheq jî nîn in. Li gorî wan ku kurd tûnebûna tu pirsgirêk jî dernediket! Ew hebûna kurdan wekî pirsgirêk dibînin. Erdogan jî li Amedê tevgera kurd bi helweşandina bajaran sûcdar kir. Gelê Amedê bi mehan bûn şahidên hilweşandina Sûrê. Li ber çavên wan Sûr bi şev û roj bi tanq û topan hate wêrankirin. Her wiha amedî her roj dibin şahidên avahidên rakirina balefirên şer. Wan balafiran Efrîn hilweşand, li Roboskiyê 34 gundî kuştin. Niha Erdogan dibêje, “em çêdikin ew xira dikin.”

24 sal ewil heman tiştê Tansû Çiller îddia dikir. Wê demê dewletê 4 hezar gundê kurdan şewitand. Di 26’ê Kewçêra 1994’an de Tansû Çiller çibû Dêrsimê û bi muxtaran re civînek li dar xistibû. Di wî civinê de mijara şewitandina gundan hatibû rojevê. Çiller ji ber şewitandina gundan tevgera kurd sûcdar dike. Muxtar îttiraz dikin, dibêjin gund bi helikopteran hatine şewitandin û ew jî bûne şahidê vê yekê. Çiller li hemberê vê yekê derdikeve. Gotinên Çiller di rojnameya Hurriyetê de wiha cîh digire: “Kes nikare bi min bide qebûlkirin ku dewlet gundan dişewitîne…” Niqaş dirêj dibe û Çiller wiha dibêje: “Ew helikopterên ku gundan dişewitîne yên PKK’ê ne. PKK’ê ji Rusya û Ermenîstanê helîkopter aniye û gundan dişewitine.” Bi van gotinan raya giştî pê hesiya ku helikopterên PKK’ê hene!

Di dema Çiller de 4 hezar gund hatin şewitandin, 40 hezar mirov koçberbûn. 24 sal şûnde vê demê AKP’ê bajaran hedef girt. Sûr, Nisûybîn, Colemêrg, Şirnex, İdîl, Cizîr… hatin dorpêçkirin, bi tanq û topan hatin hilweşandin. 300 hezar mirov hatin koçberkirin, bi hezaran sivil hatin kuştin. Niha berpirsiyarê van buyeran cardin gotinên Çiller dûbare dikin: “Me nekir, wan kir.”

Ev feraset kurdan bi sendroma Stocholmê pênase dike. Li gor wan kurd, evindarê kujerê xwe hene. Lewma dibêjin em çiqas niheqiyê û heqaretê li kurdan bikin ewê kurd ewqas ji me hezbikin. Binhêrin, propagandaya xwe ya hilbijartinê bi şîddeta li hemberê zarokan dimeşînin. Wezirê wan Fakibaba rojnamevanan dide ber sîleyan. Hin kurdên ku vê feraseta AKP’ê xurt dikin jî hene. Lê belê ev hilbijartin ji bo kurdan firsendek mezin e ku bidin nişan ku AKP di vî      warî de dixape.

Kurd dikarin bidin nişan ku ew hezkiriyê û evîndarê neyarê xwe nîn in. Piraniya kurdan di vê hişmendiyê de ne û lewma Kurd dê di vê hilbijartinê de hesab ji AKP’ê bi pirsin. Kurd dê ji sendroma Stocholmê derkevin û d AKP jî wekî Çiller di sendroma kurd de jiyana xwe bi dawî bike.