Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Civaka kurd ber bi ku ve diçe? 25 Tîrmeh 2018 Çarşem

Civaka kurd di sedsala 21’emîn de kirasê mirinê dirand. Di gelek waran de bi pêş ket. Kurd ji sînorê têkçûn û mirinê vegeriyan û niha di qada navneteweyî de hêzeke sereke ne. Lê ev yek bi têra azadiyê nake.

Kurd têkoşer in. Berdêlên giran didin. Bi van berdêlan gihîştin merheleyeke girîng. Lê di demsela em tê de ne, ev pêşketin têrê nakin. Pêwîstî di warên cuda de, pêşketinên zanyarî hene. Kurdan pêşketina herî mezin di warê polîtîk de bi dest xist. Civaka kurd civakeke polîtîk e. Ev pîvanek girîng e û di vî warî de civaka kurd derdixe pêş. Lê pêwîst e ku ev pêşketin bi pêşketînên din bên xurtkirin.

Polîtîkbûna kurdan ji ber şert û mercên civakî ji neçarî bû. Kurd niha hema hema hemû geşedanan bi fêrbûna xwe ya siyasî dixwînin. Dinyayê di vî warî de fêm dikin. Pêşdîtinek wan heye. Lê tenê fêrbûna siyasî xav û bê teme. Ger ku fêrbûn bi beşên din ên zanistê neyên xurtkirin dê yekalî bîmine. Fêrbûnek yekalî topel e. Bê bask e. Lewma divê kurd êdî giraniyê bidin ser zanistên din. Di vî warî de kêmasiyên zanîst ên pozîtîv xwe didin der. Mesela di warê fizîk, biyolojî, antropolojiyê de kêmasî hene. Kurd heya niha çê fêrbûn di nav bê derfetiyan de fêrbûn. Rê û rêbazên xwe avakirin. Ewil xwe bi rêxistin kirin û pişt re vê rêxistiniyê guherandin dibistanên siyasî. Dibistanên wan, pergalek wan a bi rêk û pêk tunebû. Lê niha kurd dikarin van derfetan ava bikin. Dikarin qadê fêrbûna van zanistan ava bikin.

Her wiha pêwistiya kurdan bi disîplinên formel ên wekî matematik, felsefe, mantiqê, bi disiplînên beşerî (an jî çand û huner) ên wekî wêje, wêne, muzikê heye. Di destpêka şoreşa kurd de muzîka kurd gelek bi pêş ket, afirêneriyek mezin derket holê. Lê ev muzîka şoreşê bû. Niha di vî warî de qelsiyek xwe dide der. Elbet sazî û afirîneriyek xwe didomîne lê ji ber ku negihîşt asteke cuda pêşketin naxuyê. Li gel evqas têkoşînek mezin û şoreşek pêşketî di warê ramyariyê de bi têra xwe berhem derneketin holê. Wekî ku Ocalan ragihand hîn destan û romana têkoşîna kurd nehatiye nîvisandin. Hîn filmên şoreşê nehatine kîşandin. Helwdanê heyî jî kêm in, qels in.

Di warê astrolojiyê de civaka kurd ya kevnar dewlemend bû. Civaka kurd berê li ser astrolojiya anonîm jiyana xwe sererast dikir. Roj ji bo wan pîvanan hertişt bû. Ewr û esman, stêrk û hîv rê dida nîşan. Çirokên van yekan dihatin gotin. Lê nifşê nû ji vana jî bêpar in. Teknolojî nasîn, lê bi têra xwe ewr û asîmanan naxwînin.

Her wiha civaka kurd van hemû pêşketina ger bi hev re di nav ahengekê de bi dest nexe, pêşketina siyasî jî mayînde nabe. Îro kurd herî zêde di bin êrîşa ramyarî û birdozî de ne. Yanî mêjiyê kurd hedef tê girtin û lewma divê kurd bîrdoziya xwe û ramyariya xwe bi pêş bixin. Ji bo vê yeke rêxistinbûn jêneger e. Li cihê ku pêşketinek piralî, zanist tune be, lafazanî derdikeve holê. Hêjayê gotinê ye ku mirov bêje di vî warî de di navbera rêberiya kurd û civaka kurd de ji hev dûrbûnek mezin heye. Pêşketina rêberiya kurd çiqas piralî û dewlemend be, pêşketina civaka kurd jî ewqas yekalî ye. Ji bo pêşerojê talukeya herî mezîn jî ev yek e.