Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Çiqas siyaseta şer ewqas qeyran 15 Tebax 2018 Çarşem

Qeyrana aboriyê her ku diçe kûr û giran dibe. Di aboriya Tirkiyeyê de rewşeke ku ji qeyrana 2001’an girantir heye. Qeyrana 2001’an siyaseta Tirkiyeyê serobinkir û AKP di encama wê qeyranê de û bi projeyek navneteweyî derket qada siyasî. Qeyrana niha cardin siyaseta Tirkiyeyê serobin dike lê belê AKP temenê xwe dirêj jî dike. Di gelek waran de qeyrana 2001’an û ya îro dişibin hev.

Bingeh û hîmê qeyrana 2001’an di salên 1990’î de hate avêtin. Şerê li hemberî kurdan çavkaniyên Tirkiyeyê yên aboriyê û civakî têk bir. Tirkiye di vê demê de di çerçoveya konsepta NATO’yê de şerê li hemberî kurdan dimeşand û bi rêberiya saziyên îstîhbaratên wekî CIA, MOSAD, MÎT’ê tevdigeriyan. Wê demê mudaxeleya Iraqê pêkhatibû lê di qada navneteweyî de amadekariya mudaxelekirinek berfireh a Rojhilata Navîn dihat kirin. Van hêzan tevgera kurd bi taybetî jî siyaseta Ocalan li pêşiya amadekariyan wekî astengiya sereke didît. Li gor plana navneteweyî tevgera kurd rastî komployek pirneteweyî hat. Ocalan di vê çarçoveya de dîlgirtin û radestê Tirkiyeyê kirin. Piştre di sala 1999’an de MHP û DSP bûn şirîkê îktîdarê. Herdu partiyan di warê siyasî de xwe bi hêz dihesibandin. Lê belê Tirkiye carek ketibû merheleya qeyranê û di sala 2001’an de vê qeyranê rû da. Serokwezirê demî Ecevît di sala 2005’an de di got, “Ez nizanim ka Amerikayê çima Ocalan radestê me kir.” Salek şûnde jî Ecevît biguman jiyana xwe ji dest da.

Ew qeyrana 10-15 salên şer bû. Tirkiyeyê neçarê reçeteyên ÎMF’ê kir û cardin bi pergala kapîtalîst ve girê da. AKP di van şert û mercan de bû desthilatdar û 16 sal e jî li ser kar e. Ev şert û merc hemû ji aliyê AKP’ê ve hatin bikaranîn. Hêzên navneteweyî pergala nû bi pêşengiya AKP’ê bi pêşxistin. Bendewariyên wan ji AKP’ê hebûn ku berjewendiyên wan temsîl bike. Wisa jî bû. Lê piştî ku AKP desthilatdariya xwe xurt kir ket nav lêgerînên cûda. Bi hêzên navneteweyî re bazaran kir. Xwe wekî şirîk bi nav kir û ev yek ji aliyê pergalê ve nehate pejirandin.

Qeyrana niha jî di encama şerê 10-12 salên dawî de rû da. Mesele ne nakokiyên di navbera AKP û DYA’yê ne. Mesele siyaseta şer a li hemberî kurdan e. Radestkirina Ocalan çawa ku qeyrana 2001’an pêk anî, tecrîda 3 salên dawî yên li hemberî Ocalan vê qeyranê afirand. Di qeyrana 2001’an de MHP bi polîtîkiya xwe ya şerxwaz şirîkê îktîdarê bû, di qeyrana îro de jî şirîkê îktîdarê ye. MHP partiya demên qeyranê û şertên awarte ye. Di qeyrana 2001’an de DYA li ser dikê bû îro jî li ser dikê ye. AKP di encama qeyrana 2001’an derket qada siyasî, bi qeyrana îro jî hebûna xwe didomîne. Lewma mirov cardin dikare bêje ku qeyran qeyrana siyasî ye û sedema wî siyaseta înkar û şer e.

Qeyrana 2001’an partiyên wê demê têk birin, lê belê MHP hebûna xwe domand û cardin li gel AKP’ê sedema qeyrana nû ye. Lê AKP jî MHP jî hîbûn ku qeyrana ji bo xwe bikin firsend. Lewma heya ku ev siyaseta şerxwaz, ev otorîterîzm bidome dê qeyran mayînde bibe. Lê belê qeyrana herî mezin ew e ku civak ji mecalxistine û nerazîbûnek esasî di vî warê de dernakeve holê. Çareseriya van qeyranan hemû jî hişyariya civakî ye, pêşilêgirtina manîpûlasyonan ne, rast pênasekirina bersûcê vê qeyranê ye.