Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Bi binçavkirinan starta hilbijartinê 10 Kewçer 2018 Çarşem

Tirkiye êdî ketiye merheleya hilbijartinên heremî. Di navbera partiyên siyasî de hevdîtinên tifaqê tên kirin. Daxuyaniyên li dijî HDP’ê yên ku tevgera kurd bi giştî krîmînalîze dike zêde bûn.

Hilbijartinên heremî yên ku divê di adara 2019’an de bên kirin, ji bo Tirkiyeyê merheleyeke girîng e. Li Tirkiyeyê bi tecrîdê, bi êrîşên li hemberî gelê kurd pergal hate guherandin. Ev pergal, pergala zordariyê ye, pergala têkbirina îradeya gelan e. Pergala Enverîst a îttihatkaran bi destê AKP’ê, bi piştgiriya MHP’ê hate guncavkirin. AKP û şirîkên wê niha dixwazin ku bi hilbijartinên herêmî ve, vê pêvajoya guherînê bibin serî û mayînde bikin. Dizanin ku di vê hilbijartinê de darbeyekê bixwin dê têk biçin. Derdorên ku demokrasiyê dixwazin û derdorên ku li hemberî vê pêşveçûna kambax li ber xwe didin jî dizanin ku ew tenê dikarin bi serkeftina hilbijartinên heremî demokrasiyê ji nû ve ava bikin. Hilbijartin ji bo her kesî evqas girîng e.

Lewma ji niha ve partiyên siyasî stratejiyên xwe yên hilbijartinê ava kirine. Wekî hemû hilbijartinên dawî, HDP û tevgera kurd di vê hilbijartinê de jî xwediyê roleke sereke ye. Stratejiya HDP’ê li ser têkoşîna li hemberî qayûman hatiye avakirin. Ev di heman demê de stratejiyeke esasî ya li hemberî pergala AKP-MHP’ê ye. Lewma hilbijartinên heremî dê di navbera pêşbaziya van herdu xetên siyasî de bimeşe. Muxalefeta sereke ya di vê hilbijartinê de HDP û tevgera kurd e. AKP tenê nikare bi rêya hilbijartin û sindoqan bikeve herêma kurdan. Ji ber vê yekê serî li rê û rêbazên zordariyê dixe.

Stratejiya AKP û MHP’ê li ser têkbirina HDP’ê hatiye avakirin û ev jî ji hilbijartinên 2015’an vir ve didome. Hingî ku hilbijartin ketine rojevê AKP û MHP her roj gefan li HDP’ê dixwin. Her roj HDP’ê hedef didin nîşan. Di nav 2 rojên dawî de, ji 300’î zêdetir aktivîstên HDP’ê, endam û rêveberên saziyên kurd hatin binçavkirin. Ev duyemîn operasyona “KCK’ê” ye û rasterast têkildarî hilbijartinên heremî ye. Binihêrin operasyonên KCK’ê di sala 2009’an de bi şirîkatiya AKP û Cemaatê ve hate lidarxistin û ji 10 hezaran zêdetir siyasetmedar û aktivistên kurd hatin girtin. Ev hilbijartin piştî hilbijartinên di 2009’an de ku tevgera kurd di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xistibû, pêk hat. 10 sal şûnde îro jî beriya hilbijartinên heremî vê carê bi şirîkatiya AKP-MHP’ê ev operasyon tên meşandin. Dizanin ku dê kurd di hilbijartinên herêmî de serkeftineke mezin bi dest bixin, pergala qayûman têk bibin û ji niha ve dixwazin pêşiya vê yekê bigirin.

Ev operasyon piştî hevdîtina AKP û MHP’ê ya du roj berê li meclisê hate lidarxistin, pêk hat. AKP û MHP’ê starta hilbijartinê bi van operasyonan da. Jixwe Erdogan digot “em destûr nadin HDP bi ser bikeve ji bo vê yekê amedekariyên me hene.” Qayûmê di dadgeriyê de ketin dewreyê. Pergal xweparêz e. Ew dixwazin bi van operasyonan bikaribin pêşiya HDP’ê bigirin. Li gorî wan dê kurd bitirsin û ji daxwaza xwe ya azadiyê vegerin. Lê nizanin ku ev gel 40 sal in bi berdêlên mezin gihîştin roja îro û tu car ji xeynî azadiyê jî tiştek qebûl nakin.