Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Aştî û Tecrîd 29 Tebax 2018 Çarşem

Em di hefteya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ne. 79 sal berê faşîzma Hîtler bi dagirkeriya Polonyayê dixwest cîhanê bike bin serweriya xwe. Destpêka vê dagirkeriyê piştre wekî Roja Aşitiyê ya Cîhanê hate pejirandin.

Pêla faşîzmê bû sedema şerê cîhanê û bi milyonan însan di vî şerî de jiyana xwe dest da. 1’ê Îlonê bi armanca ku cardin şer pêk neyên, faşîzm nebe bela serê mirovahiyê hate îlankirin. Mixabin di nav van 79 salan de, şer bi dawî nebûn. Îro seranserê Rojhilata Navîn di nav şer de ye. Bilançoya şerê 79 sal berê ji bîlançoya şerên cîhanê kêmtir nîn e.

Her wiha îro li seranserê cîhanê pergala kapîtalîst rêberiyê ji şer re dike û rêbazên faşîzan diafirîne. Van rê û rêbazan bi gelek sedeman bi pêş dixin. Kes û derdorên ku li pêşiya vê yekê asteng dibînin ew hedef digirin. Rasterast êrîşê van kes û derdoran dikin da ku bikaribin polîtîkaya xwe ya şer û faşîzan bi pêş bixin.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê serdestên pergalê ve li pêşiya van polîtîkayan wek astengiya herî mezin hate dîtin. Li hemberî Ocalan komploya navneteweyî hat lidarxistin. Komplo amedekariya şerê Rojhilata Navîn bû. Piştî komploya 9’ê Cotmehê ewil destwerdana Iraqê kir, pişt re Suriye û welatên din… Şer daîm û mayînde kirin. Daxwaza gelan a demokrasiyê hate berevajîkirin. Piştî her destwerdanê rêveberiyên ji yên berê xirabtir hatin bicihkirin. Lê Ocalan di şertên Îmraliyê de ku bi aweyekî taybet hatibû avakirin jî destwerdana van polîtîkayan kirin.

AKP vê yekê dît û tecrîdê di her merheleya krîtîk de xist dewrê. Tecrîd berdewama komploya navneteweyî ye û li cihê ku komplo bersiv nade serdest tecrîdê dikin rojevê. Çend sedem û wateyên vê tecrîdê hene: Berpirsiyarê tecrîdê tenê AKP an jî hikûmetên Tirkiyeyê nîn in. Biryara vê yekê hêzên komploya navneteweyî didin. Ev yek nîşan dide ku hêzen navneteweyî hîn jî ji hêza Ocalan ditirsin. Her wiha tecrîd polîtîkaya şer e. Kengê Ocalan ketibe dewrê şert û mercên Tirkiyeyê jî ên Rojhilata Navîn jî guherîne. Şer rawestiyaye û hêviya aştiyê mezin bûye. Lewma hêzên şerxwaz vê tecrîdê wekî biryardayîn û berdewama şer bi nav dikin.

Ev mesele ewqas bi hev ve girêdayî ne. Tecrîda Ocalan meseleya aştî û şer e. Lewma îro tenê Ocalan di tecrîdê de nîn e. Civaka Tirkiyeyê di tecrîdê de ye. Hêzên aştîxwaz di tecrîdê ne. Her wiha dijberiya şer, divê ewil bi dijberiya tecrîdê destpê bike. Ji roja ku tecrîda li ser Ocalan destpêkiriye heya niha şerê Tirkiyeyê yê navxweyî kûrbûye. Piştî tecrîdê bajarên vî welatî hatin hilweşandin, îro agir berdidin daristanên Kurdistanê. Tirkiye bûye girtîgeh. Girtî jiyana xwe ji dest didin. Mesele evqas hesas û evqas girîng e. Kî dibe bila be yên ku tecrîdê wekî meseleya Ocalan nişan disin piştgiriya şer, kaos û qeyranê dikin. Binihêrin îro bi tecrîdkirina Ocalan pêşiya faşîzmê vedikin. Bi tecrîda Ocalan pergala Tirkiyeyê guherandin. Her wiha piştgirî yan jî rewadîtina tecrîdê, rewadîtina faşîzmê, piştgiriya guherandina pergala Tirkiyeyê ye. Di vê çerçoveyê de 1’ê Îlonê êdî têkoşîna li hemberê tecrîdê ye. Azadî, aramî û aştiya civakê di hilweşandina tecrîdê re derbas dibe.