Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

‘Andimiz’, sonda kê û sonda çi ye? 24 Kewçer 2018 Çarşem

8’emîn Daîreye Daniştayê, rêziknameya rakirina Andimiz betal kir. Her wiha cardin rêya xwendina Andimiz vebû. Di navbera hêzên pergalê de nîqaşa Andimiz, sirûda “Sonda me” ya Koma Gulê Xerzan anî bîra min.

Andimiz di sala 1932’an de parçeyek projeya ‘netew-dewletê’ kete meriyetê. Heya niha naveroka Andimiz gelek caran hate guherandin, lê her ku çû li ser nêrîneke nijadperest hate nûkirin. Li welatekî wekî Tirkiyeyê pirçandî, zarokên neteweyên din her roj bi sondxwarina, “Bila hebûna min qurbana hebûna tirkan be” hatin terbiyekirin. Ev sond, zulmeke mezin a li hemberî neteweyên cuda ye. Ev sond ruhê Mahmut Esad Bozkurt ku digot, “Li vî welatî kesên ku ne tirk in tenê mafekî wan heye, ew jî xizmetkarî û koletiya gelê tirk e” dide der. Nivîskarê Andimiz Reşît Galîp jî Wezîrê Perwerdehiyê bû, Mahmut Esad Bozkurt jî Wezîrê Perwerdahiyê bû. Gelên cuda bi rêya perwerdahiyê hatin pişaftin. Galîp ji Rodosê, Bozkurt ji Kuşadasiyê ye. Bavê nijadperestiya tirk Ziya Gokalp kurd e. Nijadperestiya tirk, bi destê van kesên ku ne tirk in tê afirandin.

Andimiz di pêvajoya çareseriyê de, di sala 2013’an de hate rakirin. Rakirina Andimiz îro ne bi biryara Daniştayê, bi biryara xerabkirina pêvajoya çareseriyê hate dayîn. Biryara ku îro ji aliyê Daniştayê ve hatiye dayîn, encama tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê ye. Her çiqas ku îro AKP, xwe weke dijberê vê biryarê dide nîşan, şirîkê vê biryarê ye. Nîqaşa di navbera AKP û derdorên nijadperestan a di vî warî de çavxapandin e. Dixwazin ku cardin AKP’ê wekî hêzeke demokrat bidin nîşan, lê belê gelê Tirkiyeyê bi aweyekî aşkera dît ku AKP di 3-4 salên dawî de bi kirin û gotinên xwe di warê nijadperestiyê de bi MHP’ê re di nav pêşbaziyê de ye.

Di atmosfera îro de dadgeriyeke ku bêyî îradeya AKP’ê biryar bide tune ye. Balkêş e di vî warî de Erdogan bêdeng e. Erdogan di tu warî de destûr nade ku bêyî îradeya wî tiştek biqewime. Helwesta Erdogan a li hemberî biryara Dadgeha Bilind ku der barê Can Dundar de hatibû dayîn hîn nehatiye jibîrkirin. Erdogan wê demê digot “Ez vê biryarê qebûl nakim, ji biryarê re rêzdar jî nîn im.” Erdogan her roj ferman dide dadgeriyê lê li hemberî vê yekê bê helwest e. Gelo çima?

Hem meseleya efûyê, hem meseleya Andimiz yên ku wekî nakokiya di navbera AKP-MHP’ê nîşan didin, lîstok in. Di van meseleyan de AKP MHP ye, MHP jî AKP ye. Rast e di navbera AKP û MHP’ê de nakokiyên berjewendiyan hene. Lê niha beriya hilbijartinan şirîkatiya AKP-MHP’ê dixwaze çend tiştan pêk bîne. Ya yekemîn bi van atraksiyonan dixwazin bendewariyên civakî ava bikin. Ya duyemîn, dixwazin cardin AKP’ê di çavên civakê de rewa bikin û weke hêzeke azadîxwaz bidin nîşan. Lê ji îro şûnde civak bi tu awayî baweriya xwe bi AKP’ê nayne.

Welsahil dema ku ew behsa Andimizê dikin, strana Koma Gulê Xerzan a bi navê “Sonda me” tê bîra min. Ev stran di 1998’an de wekî albûmekê hate weşandin. Stran rastiya kurdan vedibêje, “3 hezar sal e Kurdistan di bin destan de ye, xortên kurdan rabûn li ser xwe rawestane, şikandin zincîr û zulma kedxwaran…” Andiniz ji we re, sonda me çîroka me ye.