Kenan Kirkaya Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Alîgirên tecrîdê derdikevin holê 03 Kewçer 2018 Çarşem

Tecrîdê giran dikin, bi giranbûna tecrîdê re şert û mercên Tirkiyeyê jî giran dibin. Hemû geşedan nîşan didin ku tifaqeke berfireh li ser domandina tecrîde heye. Ev tifaqeke xêrnexwaz e. AKP di vî warî de hatiye wezîfedarkirin.

Tecrîd çi ye, tê çi wateyê, di meşandina vê polîtîkayê de kî çi rol dilîze? Bersivandina van pirsan rola têkildarê vê meseleyê, sekna wan a li hemberî mijarê dide der. Tecrîd di demên krîtik de derdikeve holê. Mesela komploya navneteweyî têkildarî polîtîkaya dîzaynkirina Rojhilata Navîn bû. Ecevît bi xwe wê demê digot: “Ez nizanim ka çima DYA’yê Ocalan radestî me kir.” Rast e Ecevît wê demê nizanibû, serê wî tevlihev bû lê îro AKP di vî warî de gelek zelal e, sedema vê yekê jî rola xwe jî baş dizane. Di vî warî de xwedî daxwazeke aşkera ye.

Piştî komploya navneteweyî MHP bi aweyekî aşkera kirin şirikê îktîdarê. Îro bi domandina komployê MHP cardin şirîkê hikûmetê ye. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ka tecrîd tê çi wateyê. Di ziyaretên Erdogan ên Washingtonê û Berlînê de hem biryara tecrîdê hat nûkirin û hem jî têkildarî vê meseleyê biryara domandina êrîşa li hemberî gelê kurd hatin standin.

Siyaseta kurd piştî demeke dirêj cardin tecrîd xiste rojeva xwe. Ji ber ku ev tecrîd di merheleyeke nazîk de ye û êdî ne di warê exleqî de ne jî di warê wijdanî de aliyên vê meseleyê nikarin çavên xwe ji vê yekê re bigirin. Kes êdî nikare li hemberî vê yekê, xemsariya xwe bidomîne. Li gel vê biryara siyaseta kurd, derdorên xêrnexwaz û şirîkên tecrîdê jî ketin dewrê. Ji niha ve dixwazin pêşiya kampanyaya li hemberî tecrîdê bigirin. Bi alerjî û dijberiya Ocalan tevdigerin.

Mesela hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ji ber ku gotiye krîz û qeyrana aborî têkildarî tecrîda Îmraliyê ye, ji aliyê hin derdoran ve rastî lînçkirinê tê. Derdorên qaşo çepgir jî piştgirî didin vê lînçkirinê. Dibêjin ‘canim çi eleqeya tecrîd û krîza aborî heye.’ Qaşo ev derdor bi rêbaza diyalektîkê difikirin. Diyalektîk di warê felsefîk de her meseleyeke bi meseleyeke din re di nav têkildariyekê ye fehm dikin. Lê ev derdor, têkiliya şer û qeyrana aborî, têkiliya tecrîd û şer înkar dikin. Bi argumanên AKP’ê diaxivin. Dixwazin mijara Îmraliyê wekî meseleya kesekî bidin nîşandan. Ev perspektîf ne tenê bi pirsgirêk e di heman demê de piştgiriyê dide tecrîdê. Tirkiye piştî tecrîda Îmraliyê kete konsepta şer, kete konsepta guherandina pergalê û yên ku îro aşkera yan jî veşartî piştgirî didin vê tecrîdê rasterast şirîkê van pêşveçûnên xirab in.

Berî jî van derdoran piştgirî didan şerê li hemberî kurdan. Niha encama vî şerî Tirkiye dorpêç kiriye. AKP bi şer desthilatdariya xwe didomîne. Tecrîd destpêka polîtîkayên xirabiya Tirkiyeyê ye. Helwesta li hemberî Ocalan helwesta li hemberî azadiyê ye. Yên ku dixwazin Tirkiye ji van rewşan azad bikin divê ewil li hemberî tecrîdê derkevin. Divê ku encamên wê rast binirxînin. Îro parastina civakê bi parastina Îmraliyê ve girêdayiye. Divê xeta xweparastinê li Îmraliyê bê avakirin.