Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Yên xedrê diçînin tofanê radikin 15 Îlon 2018 Şemî

Meha çûyî gelek windahiyên têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê çêbûn. Pêşî li Dêrsimê Atakan Mahîr û Ronî Serhat piştre li Şengalê Mam Zekî Şengalî jiyan xwe ji dest da. Herî dawî jî li Gumuşhaneyê Tarik Artvîn (Bariş Onen) tev li karwanên şehîdan bû. Bêguman heta niha nehatiye dîtin ku hêzek, şoreş wek xelat diyarî kiriye. Şoreş bi berdêlên mezin pêk hatine. Divê em geşedanên ku tevegera me ya demokrasî û azadiyê dijîn jî bi vê ve girêdayî bifikirin. Ev nayê wateya ku divê teqez windahî bên dayîn. Ji ber vê jî ji bo windahî çênebin hewldanên mezin tên dayîn.

Tevgera demokrasî û azadiyê her tim di vê lêgerînê de bûye û bi baldariyek mezin tevgeriyaye. Carinan windahiyên ku cihên wan nayên dagirtin çêbûbin jî, di vê mijarê de serkeftî jî bûye. Bêguman ev tenê ji bo hêza tevgera azadiyê ya bi rêxistinkirî derbasdar nebûye. Di heman de hewl daye û nehiştiye ku di serî de gelê Kurdistanê hemû gelên Tirkiyeyê bi qetlîaman re rû bi rû bîmînin û di vê mijarê de pir hestewar tevgeriyaye. Lê ev helwest û kiryarên hestewar tênê bi tevgera azadî û demokrasî ya Kurdistanê ve bi sînor maye. Ev sekna dilnazik û bi berpirsyar bersiv nedîtiye. Bervajiyê vê bi cînayetan û provakasronan bûye hedefa êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a faşîst û mêtinger. Salên 1990’î gelek êrîş, provakasyon û cînayetên bi rengî pêk hatin. Heman êrîş û provakasyon niha jî pêk tên.

Bombebarankirina çiya û deştên Kurdistanê, bi zagonan qedexekirina hema bêje hemû herêmên Kurdistanê, qetlîam û cînayetên ku tên kirin vê rastiyê nîşan didin. Her çiqas dewleta tirk a mêtinger û faşîst sûcên xwe yên şer û dijmirovî yên li hemberî gelê Kurdistanê dike,cuda nîşan dide û weke propangandeyek şerê qirêj û psîkolojîk bikar tîne jî, di rastiyê de divê armancên wê yên cuda neyên jibîrkirin.

Divê em aşkera bêjin ku dewleta tirk a mêtinger û faşîst dixwaze Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî bêsînor û bi rê û rêbazên cuda û dijmirovî bike qada şer û bi vî awayî dixwaze xwe li pêya bihêle. Ji derveyî vê bi taybetî rêyên aştî, azadî û demokrasiyê ji bo xwe metirsîdar dibîne. Bi van êrîşan dixwaze xwezaya Kurdistanê tune bike û Kurdistanê veguherîne gola xwînê da ku jiyan lê bi dawî bibe.

Êrîşên dewleta tirk a mêtinger û faşîst yên qirker û cînayetên wê yên li hemberî gelê Kurdistanê û hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwazên li Tirkiyeyê dibin hêrseke mezin û ew jî baş dizane ku dê ev hêrs qat bi qat lê vegerin. Tevî vê jî êrîşên xwe yên qirker berdewam dike. Li hemberî ev êrîşên qirker û faşîst hemû rê û rêbazên xweparastinê jî meşrû dibin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê êdî rewş gihaştiye vê astê. Rojane şewitandina daristanan, bombebarankirina deşt û çiyayan, komkujî û cînayetên ku dikin, ji bilî vê tu tercîheke din nehêlaye. Di rewşa niha de tu kes û tu hêz ne dikarin ji civakên Kurdistanê û ne jî ji hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyeyê re bibêjin ‘wiha neke an jî wiha bike.’ Ji ber bêdengiya li hemberî sûcên şer ên ku li Kurdistanê û helwest û bêdengiya ku weke van kiryaran erê dikin, ji bilî vê tu derfetên din nade.

Di rewşa heyî de dewleta mêtinger a faşîst a TC’ê, bi rastiya ‘Yên xedrê diçînin tofanê radikin’ re rû bi rû maye. Êdî bûye hedefa kîna mezin a gelên Kurdistanê û hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyeyê. Qetilkirina Atakan Mahîr, Ronî Serhat, Mam Zekî Şengalî û herî dawî jî Tarik Artvîn, ev kîn hîn kûrtir kiriye. Divê tu hêz û derdor li hemberî gelên Kurdistanê û hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyeyê li benda helwesteke cuda nebin.

Civakên Kurdistanê û hêzên demokrat, şoreşger û azadîxwaz ên Tirkiyeyê dê li hemberî van êrîşên qirker û mêtînger ên faşîst, dê mafê xwe yê rewa yê parastinê bikar bînin û xwe biparêzin. Bila gumana tu kesî ji vê nebe. Berpirsyariyên li hemberî şehadetên heta niha jî vê pêwîst dike.