Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Xeleka agir a dûpişkê 18 Tebax 2018 Şemî

Dewleta tirk ji her alî ve di tengezarî û bêçaretiyê de ye. Sedema vê jî ew bi xwe ye. Polîtîkayên heta niha ku daye pêşiya xwe, ew kir vê rewşê.

Ji damezirandina xwe heta niha TC’ê asasên polîtîkayên ku daye pêşiya xwe bi her awayî li gorî şer saz kiriye. Ev şer ji şerekî ji rêzê wêdetir şerekî ku di nav sînorên xwe de li hemberî civak xwe ye. Ji ber vê jî ji damezirandina xwe ve, di nav şerekî naxweyî de ye.

Ev têgeha ‘Şerê navxweyî’ bi wateya ku tê zanîn wêdetir wateyeke wê ya din heye; bi vê ve girêdayî ev tê wateya ku beşek biçûk a civakê li hember civakê giştî wek dewletê xwe birêxistin kiriye û şer dike. Bi awyekî din beşek civakê ya biçûk nirxê civakê desteser kiriye û bo ku serweriya xwe xurtir bike li hember civakê şer dike. Kesayeta vê beşa biçûk a civakê ku dewletê bi rê ve dibe wiha ye. Lewra hemû jî li dijî civakê ne û kesayetên ji koka xwe dûrketî ,riziyayî û xerabûyî ne. Ji ber vê jî tu hestên wan ên civakî tune ne û bi nirxên civakê ve girêdayî nîn in. Ev rastî jî dike ku li hemberî civakê tim bi dijminatî tevbigerin.

Hemû êrişên TC’ê li dijî gelê kurd, elewiyan; kesayet û komên dîndar, şoreşger û demokratan bûne. Hîn beriya ku dewlet bê avakirin êrîşên qirkirinê yên li dijî Qoçgirî kiriye. Êrîşên li dijî berxwedana Şêx Seîd(Gênc-Palo-Gêl) ; êrîşên qirkirina Agirî û Dêrsimê; fetisandina 15 şoreşger û demakratan di behra Reş de; qedexekirina îbadetên bawermendan û girêdana wan a bi Serokatiya Karên Dîyanetê ve; qirkirina elewiyan a li Sêwaz û Mereşê; ragihadinên rewşên awarte, destwerdanên cûntayên leşkerî, qetlîamên komî, cînayet û pêkanîna qedexeyan û hwd. ev kiryarên qirkirinê ancamên polîtîkayên dewleta tirk in.

TC hêza xwe ya êrîşan ji derfetên desthilata ku desteser kiriye û nirxên civakê ku li gorî berjewediyên xwe bi kar tîne werdigire. Bi van polîtîkayan jî bi sînor namîne; di heman demê de hêza xwe ji hevkariya hêzên sermayedar ên navneteweyî ku her tim gelek tiştên xwe bi ser wan de ber dide, ji derfetên wan yên maddî , amûrên leşkerî sûd werdigire û ji hêzên polîs û leşker ên navxweyî yên çekdar, bi pere, qirker û ji burokrasiyê werdigire. Heta ku van hêzan li pişta wê bin û piştgriyê bidinê dê vî şerê qirêj ê li hember civakê berdewam û kûrtir bike. Sedema tengezariya TC’ê vê rastiya wê ye.

Derfetên ku heta niha bi kar dianî qediya ne. Êdî tu tiştê ku bide hêzên sermayadar ên navneteweyî nemane. Ji bo xwe hinek din jî li pêya bihêle xwezayê jî talan kir lê tu encam bi dest nexizt. Di rewşa niha de tiştekî ku bike û wê li ser pêya bihêle nemaye. Ji ber vê jî ji bo êrîşê her kesên ku li dijî xwe dibîne dike.

Kesên ku bi dûpişkan dizanin û wan ji nêz ve şopandine bi liv û tevgra wan jî dizanin. Jehra dipûşkê pir xedar e. Gava ku êrîş dike vê jehrê bikar tîne. Piştî ku derziya xwe di hedefa xwe de dike, ger jehrkuj tune be xelasiya wê hedefê pir zehmet e. Lê taybetmendiyeke wê ya din jî heye; wexta ku tengezar dibe an jî dikeve nav xelka agir derziya xwe di xwe re dike û xwe dikuje.

Rewşa ku niha TC jî tê de ye wek rewşa dûpişkê ye. Di tengezariyek mezin de ye. Bi hemû hêrsa xwe êrîş dike. Ew bêhişiya ku dijî, kiriye ku berê derziya xwe ya bijehr bide xwe.

Divê gelê kurd û tirk rastiya vê rewşê di pêvajoya ku em tê de derbas dibin de baş bibînin. Divê em wê bişibînin sêva ku dike ku ji dara xwe bikeve. Divê pêngavên wisa bên avêtin û amadekariyên wisa bên kirin ku biheje û ji cihê xwe bikeve.

Niha civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ji vê berpirsyariyê re amade ne. Lê divê bê zanîn ku ev bi piştgriya hêzên derve û derfetên ku ji derve bên dayîn pêk nayê. Bo vê jî divê bi hêza xwe amadekariyên xwe bikin û têbikoşin. Lewra civakên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine asta ku bi peywir û berpirsyariyê xwe rabin.