Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Têkoşîna sala 41’emîn a PKK’ê 01 Berfanbar 2018 Şemî

PKK pêşwaziya salavegra 40’emîn kir û kete sala xwe ya 41’emîn a têkoşînê. Di 40 salên ku li pey xwe hiştin de têkoşîna wê ya bi hêz, daneheva wê, deskeftin û nirxên ku afirandin; kirin ku PKK bi awayekî bi hêz û pêşketî bikeve serdema têkoşîna xwe ya nû. PKK bû hêzeke ji pola û xwedî vê rastiyê kete sala xwe ya 41’emîn.

Her çiqas PKK 40 salên ku li pey xwe hiştin û berî wê jî ku Rêber Apo pêngava destpêkê ku beriya damezirandina PKK’ê avêt ji dîrokê re bûbe mal jî, dê her di nav gel de dev ji devan birevîne, bê bihîstin û wek efasaneyekê were gotin. PKK tenê ne bi paşeroja xwe lê dê bi taybetmendiya xwe ya jiyanî û her tim bi hilberandin, xwenûkirina xwe, rola xwe ya dîrokî û peywirên xwe bîne cih û bi vî awayî were pejirandin. Di rastiya xwe de PKK bi ev aliyê xwe dê hebûna xwe berdewam bike û di rêya ronahiya Rêber Apo de meşa xwe berdewam bike.

PKK ya ku bi bi vê rastiyê dikeve sala xwe ya 41’emîn, di heman demê de bûye xwediyê serdemeke têkoşîna nû. Di pêşwazîkirina xwe ya sala 41’emîn de, biryaradariya PKK’ê ya di civîna xwe salane ya Komîteya Navendî de ya bi dirûşma ‘TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN, FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN, KURDISTANÊ AZAD BIKIN’ şênberbûna vê rastiyê pênase dike. A rast ev dirûşm di heman demê de taybetmendiya serdema nû ya têkoşînê jî rave dike.

PKK li ser bingeha gihîştina ev hedefên ku dane pêşiya xwe dikeve sedeme 41’emîn. Li vê derê rastiya ku divê bê dîtin ev e. Wateya vê jî ew e ku serdema nû ya têkoşînê ji bo hemû kadroyên PKK’ê, alîgir û dildarên wê û gelê me yê welatparêz serdem û têkoşîneke zor be lê belê ev rastiya serkeftina teqez jî dide xuyakirin. Sedema ku dewleta TC’ê ya qirker û mêtinger di sala 40’emîn a PKK’ê de, duyemîn “Plana Şarqê” a di bin navê “Plana Hilweşandinê” de xist meriyetê jî ev rastî ye. Lê belê dewleta TC’ê hedefên ku danîbûn pêşiya xwe pêk neanîn. PKK û gelê welatparêz ê Kurdistanê bi dostên xwe re tevî hemû astengî û zextan jî her cure bedeldayînê dan ber çavên xwe û salvegera damezirandina PKK’ê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Bi vî awayî derseke mezin dan kesên ku digotin ‘dê êdî kes nikaribe navê wê jî bi lêv bike’.

Ev rastî jî dide peyitandin ku dê sala têkoşîna nû ya 41’emîn a PKK’ê li gorî salên borî hîn dijwartir be û ev di heman demê de dide xuyakirin ku ji her demê bêhtir nêzîkî pêkhatina hedefên xwe yên ku dane pêşiya xwe ye jî.

Divê neyê jibîrkirin ku yên têkçûn û windakirina wan zelal bûyî, ji bo xwexelaskirinê û careke din rabin ser pêyan, dikevin nava hewldanên cuda. Bi vî awayî ango di dema xwe ya herî qels de, bi van kiryarên xwe dixwazin ku xwe pir bi hêz nîşan bidin û bi vê re jî bi hevrikên xwe paş ve gav bidin avêtin. Lê di esasê xwe ji bilî tunebûn û mirinê, li pêşiya wan tu alternatîfên din nemane. Rewşa ku dewleta TC’ê ya qirker û mêtinger tê de jî vê rastiyê vedibêje.

Axaftinên di serî de R.T. Erdogan û kesayetên ku meqamên wî yên herî zêde xwedî raye dagir kirin ên li ser navê dewletê, vê rastiyê nîşan dide. Kê li hemberî xwe weke astengî bibînin, kî li hemberî wan xwedî gazinc be, kî stûyê xwe li hemberî wan xwar neke an jî daxwazên wan pêk neyne, sedema êrîşên li hemberî van derdoran jî ev rastiye ku me li jor anî ziman. Di esasê xwe de ne ku pir bi hêz an jî hêzeke ku nayê têkbirin in, ji ber ku kesên li hemberî wan têdikoşin û hêzên muxalîf di ferqa hêza xwe de nînin, dikevin nava van hewldanan. Di vê wateyê de liv û tevgerên wê, ji bilî mêrxasiya sexte tu tişteke din îfade nake.

PKK, gelê welatparêz ê Kurdistanê û dostên wan, di sala 41’emîn a têkoşînê de bi dijmineke wiha re rû bi rû ye. Dijmineke ku di vê astê de, têkneçûyî nîne. Weke sêva bi darê ve, mirov li benda ketina vê sevê bimîne jî rast nîne. Ev jî nîşan dide ku divê ji tecrûbeyên berê encam bên derxistin û têkoşîneke bihêztir û birêxistintir bê meşandin. Di demên berê de di vê mijarê de çend kêmasî hebûn. Dewleta qirker û mêtinger a TC’ê jî ev yek weke firsend dît, ji vê hêz girt û temenê xwe hinek din zêde kir. Ger ev nebûya, rewşa niha dê niha pir cuda bûya. Şert û mercên heyî jî ji bo vê guncav bûn. Ger ku ji bo ketina wê sêva bi darê ve, hêzên şoreşger û demokrat bi awayeke bihêz ew dar hejandibûya, ev rewş dikariya pêk bihata. Hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an û piştre jî Berxwedanên Xwerêveberiyan, mimkunata vê yekê nîşan dabû. Lê wê demê pêwîstiyên vê yekê baş nehatin nirxandin. Lê derfetên vê yekê hîn ji holê ranebûne. Newroza 2018’an û hilbijartina giştî ya 24’ê hezîranê nîşan da ku derfet û dînamîkên vê yekê bihêztir bûne û amade ne ku bikevin nava liv û tevgerê.

PKK’ê sala 40’emîn li pey xwe hişt. Di sala 41’emîn de jî di nava rastiyeke wiha de, bi bicihanîna van erk û berpirsyariyan dikeve sala 41’emîn.