Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Klîka faşîst a AKP-MHP’ê dijminê muxalifan e 22 Îlon 2018 Şemî

Qeyrana ku dewleta TC’ê dijî, ji her alî ve xwe dide hîskirin. Ev qeyran her ku diçe kûrtir dibe û bandora wê bêhtir tê dîtin. Êrîşên demên dawîn ên ku li dijî karkeran hatine destpêkirin jî vê rastiyê nîşan dide.

Çend roj berê nûçeyên ku di çapemeniya alternatîf , demokratîk, azad û muhalîf de yên der barê êrîşên dewleta TC’ê yên bi taybetî li hemberî karkerên herêma Marmara Stenbolê derketin rastî û asta tundiyê nîşan dide. Çapemeniya alîgir, hewzê û hevkarê îktîdar û dewlet an vê rastiyê jinedîtî ve hat an jî rastiya ku hat jiyîn jî berevajî kir. Jixwe li gorî rastiya xwe tevgeriyan û ev jî pir asayî ye. Lewra jixwe karê wan ew e ku rastiyê ji civakê veşêrin û tiştên ku diqewimin jî bi awayekî bervajîkirî nîşanî civakê bidin. Tiştê ku kirin û helwesta wan jî bi vî awayî bû.

Tiştên ku çapemeniya şelaq, alîgir û hewzê kirin li aliyekî, divê ji ev êrîşên ku dewleta TC’ê li hemberî karkeran daye destpêkirin encamên rast jê bên derxistin. Ger ev êrîşên dewleta TC’ê ku li hemberî karkeran daye destpêkirin tenê wek nûçeyên ji rêzê bên dîtin û wisa helwest bê nîşandan, bêguman derxistina encamên rast û bi awayekî baş dîtina pêkanînên pêşerojê ne pêkan e.

Berê jî li Tirkiye û Kurdistanê li hember karker û kedkaran êrîşên dijwar hatibûn kirin. Bi taybetî piştî hilbajartina 7’ê hezîranê, bi darbeya 20’ê tîrmehê re ev êrîş bi dijwarî hatibûn kirin. Piştî 15’ê tîrmehê bi ragihandina Rewşa Awarte re êrîşên li hemberî karker û kedkaran zêdetir bûn û veguherîn dijminatiyê. Bi wê pêvajoyê re êrîşên li hemberî xebatkarên qada cemaweriyê, karkerên bi rêxistinkirî û tevgerên sendîkal vê rastiyê raxist ber çavan. Piştî vê bi hezaran kedkar û karkeran ji kar derxistin û ew mehkûmî birçîbûnê kirin û xwestin ku ew teslîm bigirin.

Ya rast ev êrîşên li hemberî karker û kedkaran nîşaneyên pêkanînên roja me ya îro bûn. Jixwe piştî demeke kurt ev rastî derket holê û hat peyitandin. 600 karkerên balafirgeha Stenbolê ya 3’yemîn ku li hemberî şert û mercên kar û jiyanê yên xerab derketin û ev rewş protesto kirin, hatin binçavkirin.

Li Tirkiye û Kurdistanê berê jî li hemberî karker û kedkaran êrîşên bi vî awayî hatibûn kirin. Çi li Tirkiyeyê çi jî li Kurdistanê civak xerîbê van pêkanînan nînin. Ji ber vê jî dê bê dîtin ku di navbera êrîşên li hember karkerên balafirgeha Stenbolê ya 3’yemîn û êrşên ku berê li hemberî karkeran hatine kirin cudahiyek tune ye. Ev rastî hat dîtin jî.

Di destpêka salên 1980’yan de êrîşên li Îzmîrê li dijî karkerên TARÎŞ’ê hîn jî di bîra me de zîndî ne. Wê wextê jî polîsan li bi hezaran karkeran îşkence kiribû û bi sedan karker jî hatinbûn binçavkirin. Ya girîng jî piştî êrîşên li hemberî karkerên TARÎŞ’ê, tevî mafdarbûn û meşrûbûna daxwazên karkeran li Îzmîrê rewşa awarte hatibû ragihandin. Ev jî êrîşên ku li hemberî karkerên TARÎŞ’ê hatibûn kirin da nîşan da ku bi awayekî zanebûn û sîstematîk bûn.

Divê fişar, îşkence û binçavkirinên li hemberî karkerên balafirgeha Stenbolê ya 3’yemîn ji ev rastiyên ku hatine jîyin cuda neyên fikirandin. Ya rast şert û mercên salên 1980’yî û yên niha ji hev cuda ne. Wê demê êrîşên li hemberî karkerên TARÎŞ’ê, bûbû pêngaveke ber bi darebeya faşîst a 12’ê Îlonê. Roja me ya îro jî her tim rewşa awarte heye û darbeya faşîst di meriyetê de ye. Ji vî alî ve di navbera herdu serdeman de cudahî heye. Şibînên di navbera van herdu serdeman de jî hene; wek li TARÎŞ’ê, piştî êrîşên li hemberî karkerên balafirgeha Stenbolê ya 3’yemîn jî pêngavên ku bên avêtin nîşan didin. 

Di rewşa heyî de êrîşên klîka faşîst a AKP/MHP’ê berfirehtir bûne. Heta niha derdorên birêxistinkirî, çepgir, şoreşger, demokratîk, azadîxwaz hwd. an jî derdorên ku li hemberî desthilatdariya xwe, wek metirsiyekê didît. Êrîşên polîsan ên li hemberî karkerên balafirgeha Stenbolê ya 3’yemîn nîşan da ku faşîzma klîka AKP/MHP’ê li dijî kes an jî derdorên ku li hemberî xwe wek metirsiyeke potansîyel dibîne, kesên ku wisa dihesibîne û xeyal jî dike hedefa xwe. 

Ev rastî jî nîşan dide ku dê klîka faşîst a AKP/MHP’ê di pêşerojê de li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şerê qirêj û taybet ê ku heta niha dikir dê çiqas berfirehtir bike. Bi feraseta “Ya tu bi min re yî yan jî neyarê min î” kesên ji derveyî xwe dê êrîşî her kesî bike. Ji bo vê jî di serî de hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwazên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi rastiya faşîzma klîka AKP/MHP’ê baş bê dîtin û divê bi vê hişmediyê tevbigerin. Divê civak jî nebêje hîn dor nehatiye min, li hemberî van êrîşan bi zanebûn xwe amade bike, xwe birêxistin bike û têbikoşe.