Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Hilbijartinên Herêmî 10 Sermawez 2018 Şemî

Her tim tê gotin ku di nav hilbijartinên giştî û yên herêmî de cudahî hene. Li Tirkiyeyê jî nêrînên bi vî rengî hene. Carna mînakên ku vê nêrînê xurt û piştrast dikin jî dertên holê. Lê wisa be jî, nayê wê wateyê ku ev nêrîn li Tirkiyeyê her tim rast in. Heta pirî caran nêrînên dijberî van mînakan jî dertên holê. Ji ber vê jî hin mînakên ku li welatên cuda derbasdar in, nayê wê wateyê ku li Tirkiyeyê jî rast û derbasdar in. Mirov dikare bêje ku binyada sîyasî û civakî ya Tirkiyeyê li ser vê rastiyê bandor dike.

Divê dirûvgirtina siyasî û civakî ya Tirkiyeyê bi welatên din re neyê berawirkirin. Ji ber ku bandora li ser dirûvgirtina siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ji dînamêkên hundir zêdetir, faktorên derve pirtir e. Ev di dirûvgirtina dewletê, diyarkirina siyasetê, pêşketina çînî hwd. de û di gelek hêlên de jî tê dîtin.

Di avakirina dewletên selçûkî, osmanî û herî dawî jî TC’ê de jî tê zanîn ku bandora gelek dewletên cuda hebû. Ji ber vê jî di avakirina selçûkiyan de rola fars û ebbasiyan, di avakirina osmaniyan de rola bîzasiyan û di avakirina TC’ê de jî rola netewe-dewletên Fransa û Almanyayê hebû û ev rastiyeke teqez e. Li Tirkiyeyê diyarkirina siyasetê her tim ji jor ve pêk hatiye. Daxwazên siyasî yên ku di nav civakê de dertên pêş jî her tim bi îdiaya ‘sorkirina hêzên derve’ tên sûcdarkirin û dixwazin ku bên îmha û bêbandorkirin. Civak jî li gorî vê teşe digire yan jî li hemberî dewletê derdikeve. Wê gavê jî an wek kurd, elewî û hwd. tên qirkirin an jî ji civakbûna xwe derdikeve û dibe civaka dewletê bixwe.

Ya ku mohra xwe li hilbijartinên herêmî û giştî jî dixe ev rastî ye. Hilbijêr jî bi piranî li gorî vê rastiyê dengê xwe bi kar tînin. A rast mirov nikare ji bo her kesî vê bêje û berbelav bike. Mînak em nikarin vê ji bo kurd, elewî, sosyalîst-şoreşger û demokratan bêjîn. Lê belê mirov dikare ji bo herêmên ku axlêbe dengê xwe didin partiyên mîna AKP-MHP’ê faşîst, dewletperest, nijadperest, mezhebperest û hwd. vê bêje. Partiyên bi vî rengî ku herî zêde deng ji herêmên mîna Behra Reş, Egeya Navîn, Anatoliyaya Navîn ku herî zêde qetlîamên xwezayê li wan çêdibin, erdên hevpar ku wek milk tên dîtin û mêrg û zozan, darisatan û ava vexwarinê li van deran hene, digirin vê rastiyê piştrast dike.

Ger ku mirov li gorî mantiqê bifikire, divê mirovê ku li van herêman deng nedin partiyên faşîst, dewletparêz, netewperest, mezhebperest û hwd. ên weke AKP-MHP’ê. Ji ber ku di dema desthilatdariya van partiyan de, ev mirov biçûk hatin dîtin û hatin biçûkxistin. Rastî hemû pêkutiyan hatin. Van partiyan, milkê gelê van herêman ê hevpar xwemalî kirin û pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Çavkaniyên wan ên xwezayî hatine talankirin, çavkaniyên avê hatine zuhakirin an jî jehrîkirin. Di her guherîneke demsalî de ev herêm bi lehî û cihêziyê re rû bi rû dimînin. Xêr û bêra berhemên wan ên çandinî jî sal bi sal kêm dibin.

Di rewşa heyî de divê mirovên li van herêman li hemberî van partiyan bisekinin. Lê rewş cuda ye. Mirovên li van herêman, dengê xwe didin partiyên ku herî zêde li wan dimijin, dişêlînin û her cureye tundî û îşkenceyê li ser wan rewa dibînin. Di encama vê de jî ev partî, di hilbijartinên herêmî û giştî de li van herêman weke partiyên yekemîn derdikevin.

Her çiqas pir trajîk be jî lê mixabin rastiya li Tirkiyeyê ev e. Lê ev nayê wê wateyê ku ev rewş qet naguhere. Dikare bê guhertin. Yên ku dê vê guherînê pêk bînin jî sosyalîst, şoreşger û demokrat in. Bêguman ev yek ji ber xwe ve çênabe. Pêwîstî bi têkoşîneke mezin ku di oxira wê de dê berdêlên mezin bên dayîn, pêkan e. Gelê kurd li herêmên xwe, li bajarên Antatoliyayê û li metropolan ev guherîn pêk aniye. Tevî hemû tundî û êrîşên qirkirinê yên fizîkî, siyasî û çandî jî gelê kurd ji nêrîn, pîvan û nirxên xwe yên rast venegeriyaye. Weke pêwîstiyeke civakeke derveyî desthilatdarî/dewletê, gelê kurd tercihên xwe yên siyasî kir û di hilbijartinên giştî û herêmî de partiyên ku piştgiriyê didin bi ser dixînin.

Gelê kurd, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adara 2019’an de jî weke pêwîstiyeke civakeke li derveyî dewlet/desthilatdariyê, dê di vê helwesta xwe de bi israr be. Tevî hemû zext û astengiyên klîka faşîst a AKP-MHP’ê jî dê vê yekê bikin. Di wê ferqê de ne ku dê klîka faşîst a AKP-MHP’ê hemû derfetên desthilatdarbûnê bikarbîne û dê hewl bide dest deyne ser rêveberiyên herêmî û qeyûman tayîn bike. Lê tevî vê yekê dê di rêya rastiya ku pê bawer in de bimeşin. Di vê çarçoveyê de, rêznegirtin û redkirina serkeftina namzet/partiyên ku wan destek kirin dê weke kiryareke siyaseta înkar û îmhayê ya mêtingeriyê bibînin. Dê van tevan jî bike sedema pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê.

Tevî hemû zext, hîle û lîstikên desthilatdarî/dewletê jî, mîna di hilbijartinên giştî de dê gelê kurd di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de jî li gorî vê rastiyê tevbigere û xwe li gorî vê yekê amade dike.