Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Êrîşên dagirkeriyê yên 16’ê Cotmehê 20 Kewçer 2018 Şemî

Bi gelemperî li ser bûyerên di dîrokê de ku bi awayekî erênî bandora wan çêbûye tê sekinandin. Belkî jî bi nêzîkatiyeke geşbîn ji bo ku bûyerên xerab neyên bibîrxistin ev nêzîkatî bi pêş dikeve. Lê diyar e ku ev nerast e. Ji ber ku bûyerek pêkhatî jinedîtî jî were dîtin carekê ew bûyer hatiye jiyîn û hêza kesê jî tune ye ku vê bûyerê biguherîne. Wek ku Rêber Apo jî gotiye “Dîrok nikare bibe mijara berevajîkirinê(spekulekirin)”

Êrîşa dagirkirina artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî ya di 16’ê Cotmeha 2017’an a li dijî başûrê Kurdistanê jî bûyereke wisa ye ku divê ders û encamên dîrokî jê bên derxistin. Em di rojên salvegra vê bûyerê re derbas dibin. Di rojên salevegera ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî bi êrîşên dagirkirinê sînorên başûrê Kurdistanê guhertin û beşek mezin ji a Kurdistanê dagir kirin de derbas dibin.

Bêguman divê ev êrîşên dagirkirinê bên nirxandin. Ev êrîşên dagirkirinê ku bi Başûr bi sînor neman û bandorê li hemû Kurdistanê kirin vê girîngiyê nîşan dide.

Bêguman nirxandineke bi rexnekirina referandûma 25ê Îlona 2017’an a başûrê Kurdistanê dê nerast be. Lewma mafê gelek, baweriyek an jî nasnameyek çandî heye ku der barê xwe û pêşeroja xwe de biryar bide. Ji bo vê jî ev maf di hevpeymanên navneteweyî de hatiye naskirin û mafê gelê başûrê Kurdistanê jî heye.

Wexta ku êrîşên dagirkirinâ başûrê Kurdistanê hat nirxandin divê bê zanîn ku çavkaniya pirsgirêkê ne ev e. Di esasê xwe de hin sedemên din hene. Sedema bingehîn a êrîşên dagirkirinê yên 16’ê Cotmehê, hevkariya dewletên dagirkerên Kurdistanê dagir kirine ku dixwazin Kurdistanê di bin dagirkeriyê de bihêlin e.

Helwesta van dewletan a li hemberî referanduma 25ê Îlona 2017’an her çiqas di gotinê de hinek cudahiyan di nava xwe de bihewîne jî, ji vê rastiyê cuda nînin. Di esasê xwe de xwestin ku referanduma 25’ê îlonê ji hêlekê ve ji bo êrîşên dagirkeriyê û hewldan û êrîşên ku piştî wê dê bên kirin, weke sedem nîşan bidin. Mînak; helwesta dewleta TC’ê ya di vê mijarê de pir balkêş e.

Dewleta TC’ê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de li hemberî referanduma 25’ê Îlonê derneket. Heta em dikarin bibêjin bi devê çend nûner û berdevkên xwe teşwîq kir. Van berdevkan di daxuyaniyên xwe de digot ku dê referandûm, encamên li gorî berjewendiyên wan biafirîne. Lê demek piştre di serî de MHP, ji ber zexta faşîst, nijadperest û netewperestan neçar ma ku zimanê xwe biguherîne. Tevî vê rastiyê jî, ya ku herî zêde referanduma 245ê Îlonê ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj-dagirker bi kar anî, dewleta TC’ê bû.

Dewleta TC’ê bi aşkerabûna encamên referandûmê re kete nava liv û tevgerê. Dema ku ketiye nava liv û tevgerê jî bi dewleta Iraqê re lihev kir û hejmara leşkerên xwe ya li Iraqê zêdetir kir. Tenê bi vê re jî bi sînor nema. Di demeke ku çavê hemû hêzên navneteweyî û herêmî li ser êrîşên hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî yên li ser Başûr bû, dewleta TC’ê li dijî herêmên Zap, Barzan û Xakûrkê yên girêdayî başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Bandora dewleta TC’ê tenê li ser herêmên li ser sînor bi sînor nema. Dagirkeriya artêşa Iraqê û Heşdî Şebî weke firsendek hate dîtin û bi alîkariya hinek tirkmenên sîxur û noker ku di bin kontrola MÎT’ê de ne, heta nava başûrê Kurdistanê pêş ketin.

Ev êrîşa dagirkeriyê ku bi hinceta referandûma 25’ê Îlonê hatibû destpêkirin, di esasê xwe de li hemberî tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên azadî û demokrasîxwaz, gefek e. Her wiha starta êrîşên ku ji bo rojên pêş hatine plankirin e. Ji ber vê, êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta TC’ê a li Efrînê divê ji êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûr cuda neyên destgirtin. Heta em dikarin bibêjin ku berdewamiya wê êrîşê ye. Her wiha êrîşên dewleta Îranê yên ku li hemberî hêzên rojhilatê Kurdistanê daye destpêkirin jî di nava vê rastiyê de ye.

Ji ber vê yekê, divê êrîşên dagirkeriyê yên ku di 16’ê cotmehê de li hemberî başûrê Kurdistanê hatine destpêkirin, di vê çarçoveyê de bên nirxandin û li gorî vê jî encam jê bên derxistin. Di vê çarçoveyê de weke karê destpêkê divê yekitî, hevgirtin û hevkariya di navbera gelê kurd de bê xurtkirin. Xebatên di vê çarçoveyê de divê bên bilezkirin û bi Kongreya Neteweyî ya Kurd re bên tacîdarkirin. Bi vê re jî divê teqez destûr neyê dayîn ku hêzên mêtinger armancên xwe pêk bînin. Ji derveyî vê mijara esasî, mirov dikare çend encamên din jî jê derxîne. Lê di roja me de aliyê ku derdikeve pêş ev rastî ne.

Bi pêkhatina van xalan re em dikarin bibêjin ku derfeta derxistina encamên pêwîst ên ji êrîşa dagirkeriyê ya 16’ê Cotmehê û parastina destkeftiyên gelê kurd dê çêbibin.