Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Êrîş dewama fermana 74’an e 25 Tebax 2018 Şemî

Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di 15’ê Tebaxa 2018’an de ji aliyê dewleta tirk a faşîst-mêtirger ve bi awayekî namerdî hat qetilkirin. Lê organên şerên psîkolojîk ên taybet jî ji bo ev cînayeta bi namerdî veguherînin propagandayeke pesinada xwe hewl dan. Dema ku xwestin vê rola bêyom bilîzin, rastiya xwe ya bingehîn jî nikaribûn veşêrin. Berevajiyê vê yekê, careke din rûyên xwe yên rast nîşanî hemû cîhanê dan.

Ev qetlîam fermana 74’an ye. Heta niha 73 ferman li êzidiyan rabûne. Êrîşa herî dawîn a qirkirinê jî DAIŞ’ê pêka anî. Belê yê qirkirinê pêk anî DAIŞ bû, lê yên ku DAIŞ’ê bi rê xist ji derveyî dewleta mêtinger TC ku serkêşiya wê R.T. Erdogan dike û mirovên wekî Hakan Fîdan û komeke çeteyên derdora wan bû û DAIŞ’ê jî fermana ku ji aliyê van kesan ve hatibû dayîn, pêk anî.

DAIŞ ku fermana dewleta mêtinger a TC pêk anî, hemû mêr û kesên ku li dijî wan li ber xwe didan bi awayekî hov qetilkirin, zarok û jinên ciwan jî li bazarên koleyan firotin. Ev qetlîmanên ku bi fermana dewleta TC a ku bi destê DAIŞ’ê pêk anî, wek fermana 73’an derbasî dîroka êzidiyan bû. Lê li dijî vê qetlîmanê êzidiyên ku li ber xwe didan jî hebûn. Hîn kesên ku xwe wek PDK û pêşmerge bi nav dikirin û hemû cureyên îşkence, girtin, zext û qetilkirinê ji xwe re rewa didîtin û heta wê rojê Şengalê ji bilî xwe ji hemû kesî re girtibûn, bêyî ku li pişt xwe binêrîn di 3’yê Tebaxa 2014’an de Şengalê radestî DAIŞ’ê kirin û reviyan. Lê bi pêşengiya komek gerîlayên HPG û YJA Starê, gelê êzidî Şengalê neterikand û dest bi berxwedanê kir; di bin dorpêçê de, di şert û mercên nebaş de bê cebilxane, tî û birçî, bêyî ku bêjin berf û baran e ji sîperên xwe gavek jî paş ve neavêtin û li ber xwe dan.

Yek ji van pêşengan jî Mam Zekî Şengalî bû. Di nav gel de ji bo dayîna her cureyên berdêlan ji destpêkê heta dawiyê di nav berxwedanê de cihê xwe girt. Bi mehan, di germa havîn û sermaya zivistanê de û li dijî hemû êrîşên qirkirinê pêşengiya berxwedanê dikir û hem jî ji gelê êzidî re bibû çavkaniya moral û hêzê. Ev rewş heta dîroka 12.11.2015’an ango bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ’ê ya Şengalê berdewam kir. Piştî bidawîkirina dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Şengalê vê carê ji bo avakirina Şengalek xweser û demokratîk roleke pêşeng lîst.

Şengaleke xweser, demokratîk û azad heta wê rojê ji bo kurdên êzidî ne pêkan bû. Heta wê rojê tim rastî êrîşên qirkirinê hatibûn. Piştî van êrîşên qirkirinê encax ketine lêgerîna rêyên ku parastina nifşên xwe bikin. Lê niha heqîqeteke pir cuda li pêşberî wan e. Li hemberî fermana 73’an li ber xwe dan û bi ser ketin. Wekî ku gihîştin parastina xwe ya cewherî, dest bi mekanîzmaya ku xwe bi xwe bi rê ve bibin jî ava kirin. Heta wê rojê jinên ku ji deriyê mala xwe derneketibûn, li eniyan şer kirin, bi mêran re xwe bi xwe bi rê ve birin. Bi vî awayî li ser bingeya xweseriya demokratîk dest bi avakirina Şengaleke nû û jiyaneke nû kirin. Mam Zekî Şengalî ku wek pêşengê gel, di pêvajoyeke wisa de ku ji bo welat û gelê xwe dihat wateya serdemek nû, wekî yek ji wan rola xwe ya pêşengiyê domand. Jiyaneke wî ya dilnizm, xebatên wî yên bêrawestan, bi heskirina gel û welat ne tenê ji bo hevalên xwe ji bo hemû gelê Şengalê bû pêşengekî mînak. Heta nefesa xwe ya dawîn ev taybetmendiya xwe parast.

Rêber Apo dema rêheval Sara (Sakîne Cansiz), Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayekî namerd bi hev re hatin qetilkirin, ev cînayet wek ‘Qirkirina Dêrsimê’ ya nû pênase kir. Pênasekirina ‘Qirkirna Dêrsimê’ ya nû piştî qirkirina Dêrsimê di şexsê rêheval Sara de rastiya gelekî ya ji nû ve vejîn û rabûn, rastiya vê qetlîamê hîn baştir îfade dikir û dida fêhmkirin. Qetilkirina Mam Zekî Şengalî jî ji bo gelê êzidî dihat vê wateyê. Li hemberî gelê êzidî hat wateya fermana 74’an ku li dijî fermana 73’an bi serketin û bûn xwedî nasnameyeke nû ya êzidî.

Bi vî awayî pêkanîna qetilkirina Mam Zekî Şengalî li hemberî gelê êzidî ku bûn xwediyê nasnameyeke nû û xweseriya demokratîk a Şengalê, bû îfadeya êrîşeke qirkirinê ya nû. Çawa ku gelê Kurdistanê di fermana 73’an de li gel êzidiyan cihê xwe girt, li hemberî fermana 74’an û qetilkirina Mam Zekî Şengalî jî bi heman biryardariyê û zanebûne bûn xwediyê heman seknê.

Mam Zekî Şengalî di serî de ji bo êzidiyan, ji bo hemû gelên Kurdistanê bû avakerê pêşenga xweseriya demokratîk a Şengalê û bi vî awayî jî derbasî dîrokê bû.