Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Dewleta TC’ê li Kurdistanê têk çûye 06 Kewçer 2018 Şemî

Dewleta TC’ê ya mêtînger û qirker êrîşa xwe ya îmha û qirkirinê li Kurdistanê didomîne. Hema hema her roj qetlîman pêk tîne, çiya û gundan bomberan dike û daristanan dişewitîne. Hema bêje her aliyê bakurê Kurdistanê wek herêmên qedexekirî hatiye îlankirin. Dema vê dike jî li gorî xwe hincetan diafirîne. Dema vê tiştî dike ji bo ku li ser civakê bandoker be erkdarên herî bilind ên dewletê bi kar tîne û ji devê wan her tim daxuyaniyan dide.

Tabî ev rewş û hewldanên ku dewleta TC’ê ketiye nav divê di çarçoveya şerê psîkolojîk de bê nirxandin. Lê belê divê ev jî bes neyê dîtin. Ji ber ku ev hewldana dewleta TC’ê ku ketiya nav di heman demê de rastiya wê jî dide der.

Wekî ku tê zanîn dewleta TC’ê ku xwedî taybetmendiyeke mêtînger, qirker û faşîst e li ser rastiya rejîma şerê taybet vê yekê pratîze dike. Bêguman hemû pêkanînên wê yên êrîşên îmha û qirker ku li Kurdistanê xistiye meriyetê divê ji derveyî vê rastiyê neyên nirxandin. Lê belê dema ev tişt bê kirin divê hin rastiyên cuda jî li ber çavan bê girtin, ger ev yek neyê kirin divê bê zanîn ku dê hîn şaşîtiyan jî bi xwe re bîne.

Bi awayekî zelal bê diyarkirin ku dewleta TC’ê dema ev îmha û qirkirina xwe li Kurdistanê pêk tîne vê yekê tenê ji bo nîşandayîna hêza xwe û çavtirsandina gel nake. Di heman demê de bi van êrîşan bêçaretî û neçareseriya xwe jî datîne holê. Heta bi awayekî aşkera li xwe mikur tê ku li Kurdistanê winda kiriye.

Ji dîrokê heta roja me ya îro kîjan şer dibe bila bibe dema bê lêkolînkirin her tim rastiyeke wisa dertê pêş. Aliyê ku şer winda dike dema hay ji vê yekê dibe êrîşa xwe derdixe asta jor, her aliyê erdnîgariyê xira dike û qetlîmanên mezin pêk tîne. Bi vî awayî şerê qirkirin û îmhayê dide meşandin. Tiştê ku îro dewleta TC’ê li Kurdistanê pêk tîne ji derveyî vê rastiyê tiştek din nîne. Wek mêrekî pîskopat ku jinê girtiye bin serweriya xwe nêzikatiya ‘tu ya min nîn bî dê tu bibî ya axê’ esas digire. Şewitandin, bombebarandin û qetilkirina mirovên li Kurdistanê ji derveyî vê rastiyê tu sedemek wê tuneye.

Dewleta TC’ê beriya niha jî serî li rêbazên bi vî rengî dabû. Wê demê jî li Kurdistanê îmha û qirkirinên mezin xistibû meriyetê. Destpêkên 1990’î wisa bû. Bi hezaran gund şewitand, vala kir û bi milyonan mirov ji cih û warên wan sirgun kir. Di cinayetên ku faîlên wan diyar de bi dehhezaran mirov qetil kir. Rastiya vê yekê bi belgeyên ku hatine bidestxistin û bi nîqaşên di rayagiştî de dihatin kirin de îtiraf kirin. Bi vê mikurhatina xwe bi awayekî aşkera anîn ziman ku Kurdistanê winda kirine û wê demê jî ji bo derketinê xwe amade kirine.

Dewleta TC’ê niha jî li Kurdistanê di heman pozîsyonê de ye. Îro li Kurdistanê li hemberî mirov û xwezayê şerê qirkirin û îmhaya ku li dîrokê de astekî bi vî rengî nehatiye dîtin, pêk tîne. Lê tevî vê yekê jî encama ku dixwaze bi dest naxe. Berovajî vê yekê hemû êrîşên ku pêk tîne bi du qatî vedigere wê. Planan Têkbirinê ku ji sala 2015’an ve xistiye meriyetê û li dîrokê wek ‘Plana îslahata Şark a duyemîn’ derbas bûye û tu encam negirtiye, nîşaneya vê yekê ye.

Piştî ‘Planan têkbirinê’ ket meriyetê di hemû hilbijartin û dengdayîna gelan de li Kurdistanê helwest û nêrînên tevgerên azad û demokratîk wekî tercîha gel xwe li sindoqan nîşan da. Ev yek tevî hemû êrîş, astengî, qedexe û hîleyên dewleta TC’ê pêk hat. Ev tercîha gel ku li Kurdistanê derket holê bandora xwe li ser civakên Tirkiyeyê jî kir û wekî ku di hilbijartina 24’ê hezîranê de jî hat dîtin, bû sedema derketina eniyeke demokratîk a muxalefeta gel. Bi vê yekê jî nema. Hêza taybet a şer a dewleta TC’ê bi temamî bû şere ku xwe dispêre teknîkê. Tenê hêza xwe ya bejahî winda nekir di heman demê de ket rewşa ku nikaribe xwe tev bide.

A rast tişta ku dewleta TC’ê ditirsîna ev rastiya ku li Kurdistanê tê jiyîn, windakirina hêza xwe ya şer û bi awayekî aşkera dijberiya wê ya li hemberî gel e. Ji ber vê yekê ye dewleta tirk vegeriyaye polîtîkaya şerê îmhakirinê yê topyekûn ê salên 1990’î. Bi vî rihê ku bi çavsoriyeke mezin psîkopatiyê îfade dike dest bi êrîşên îmhakirin û qirkirinê kiriye. Sedema rasteqîn a van êrîşên mêtîngeriya faşîst û qirker ku îro li Kurdistanê derketina asta xerab a herî jor, ev rastî ye.