Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Ber bi salvegera nû ya 15’ê Tebaxê ve 04 Tebax 2018 Şemî

Em dîsa dikevin salvegera nû ya Pêngava Mezin a Gerîlayan a 15’ê Tebaxa 1984’an. 34 sal berê hêzên Demokrasî û Azadiyê dîrok nivîsandin. Êrîşên ku li Dihê û Şemzînanê pêk hatin, li dijî darbeya leşkerî-faşîst ku di 12’ê Îlona 1980’an pêk hatibû, darbeyek ku qet li bendê nebûn bû. Tenê bi vê yekê nema, bû pêngaveke dîrokî ku qedera gelê Kurdistanê biguherîne.

Hîn kesan ev çalakî û êrîşên gerîlayan wek ‘li dijî qerekolên mêtînger ên de mêjî de guleyek bû’ nirxand, hîn kesan jî navê ‘ji nû ve zayîn’ê lê kirin. Bêguman ev nirxandinên ku hatin kirin rast bûn. Heta ji van nirxandinan hîn zêdetir bû. Dîktatorên mêtînger-faşîst, piştî Berxwedana Agiriyê di rojnameyên xwe de û bi karîkatûrên xwe li ser Agiriya Mezin û Biçûk kevirên ku dişibiyan kêlên goristanan nivîsa ‘Kurdistana xeyalî li vir meftû ye’ nivîsandibûn û bi vê yekê êdî xeyalbûna Kurdistan û gelê Kurdistanê dabû îlankirin. Piştî 7 salan dîsa bi pêkanîna Qirkirina Dêrsimê fikirî ku dê êdî tu kes navê kurd û Kurdistanê bi lêv neke. Hîn sedemên ku wê sewqî van fikran kir, hebûn. Helwdana wê ya qirkirina fizîkî bi tememkirina qirkirina çandî bibû sedema vê yekê. Heta hîn encaman ji pêkanîna qirkirina fizîkî û çandî derxistibû, bi hêvî bûbû. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê bû navê roja têkçûna hemû hêviyên dewleta TC a mêtînger-faşîst.

Dewleta TC a mêtînger, li hemberî tevgera Apoyî ku di destpêka salên 1970’an de derket û di sala 1978’an de bû partî, bi pêkanîna darbeyeke faşîst dîsa kete nav hêviyên têkçûna xeyala Kurdistanê ku aj dabû û dê careke din tu kes cesaret nekira ku serî hilde. Tam di vê demê de 15’ê Tebaxê bû wateya pêvajoya destpêkê ku dê êdî dewleta TC’ê xeyala vê yekê jî neke.

Piştî Pêngava Mezin a Gerîlayan a di sala 1984’an de, dewleta TC a mêtînger-faşîst her çiqas xeyala ‘peyva kurd û Kurdistanê dê careke din kes bi lêv neke’, nikaribe bike jî dîsa ji bo pêkanîna van xeyalan dev ji êrîşên xwe berneda. Ev 34 sal e xeyala vê yekê dike û her roj ji bo gihîştina vê xeyalê taktîkên cuda dixe meriyetê. Ji bo pêkanîna vê yekê bi artêşa xwe ku digihîje dehhezaran dest bi êrîşên dagirkeriyê kir û teknîkên herî giran ên şer xist dewrê, di asta herêmî û navneteweyî de ket nav têkiliyên nû û heta ji bo vê yekê tu hêzeke ku li berê sitûyê xwe xwar nekir nema. Îro jî hewldanên ku dide nîşan dide ku êrîşên xwe bêrawestan didomîne. Mirov dikare bêje hema hema her roj bi teknîka herî pêşketî a şer çiyayên Kurdistanê û deştan bombebaran dike û daristanan dişewitîne. Qetlîamên ku asta wan digihîje qirkirinan pêk tîne û hewl dide bi van êrîşan piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî bigire. Lê ji van tiştan jî tu encaman wernagire. Berevajî bi gotina ku dibêje ‘Yên xedrê diçînin tofanê radikin’ her tim rastî çalakiyên Tevgera Azadiyê û şoreşê ku her roj mezin û bi hêz dibe, tê.

Niha di merheleya îro de êdî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi hezaran şervanên xwe bûne artêşek. Di heman demê de dîsa li bakurê Kurdistanê bi awayekî lez pêvajoya şoreşgerî tê jiyîn, ji nû ve têkoşîna avakirina civakbûnê serkeftinên girîng bi dest xist. Rojên çûyîn dîsa şoreşa Rojava ku ket sala xwe ya 7’emîn pêk hat. Dîsa li başûr û rojhilatê Kurdistanê hemleyên şoreşê kemilîne. Ji bo pêkanîna Yekitiya Neteweya Demokratîk û Avakirina Neteweya Demokratîk pêngavên girîng hatin avêtin. Ket rewşeke wisa ku êdî bêyî gelên Kurdistanê ku heta niha hebûna wê bi tu awayî nedihat hesabandin, nikarin gavan biavêjin.

Ev hemû tişt di van rojên ku em nêzî salvegera sala 34’an dibin de, nîşan didin ku Pêngava 15’ê Tebaxê li ser dîroka civaka Kurdistanê roleke çawa lîstiye. Jiyaneke nû li Kurdistana ku tune dihat hesibandin, tê avakirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe modelek, ji bo gelên cîhanê ku lêgerîna azadî û demokrasiyê dikin, bû çavkaniyeke rasteqîn. Ev serkeftinên me ku bi pêşengî û keda mezin a Rêber Apo pêk hatin, di serî de Mahsûm Korkmaz bi saya hemû şehîdên me yên qehreman û fedakar hatine bidestxistin. Gelê Kurdistanê ji hefta heta heftê saliya ketine nav amadekariya pêşwazîkirina salvegereke nû ya 15’ê Tebaxê ku di dîrokê de wateyeke mezin îfade dike û serdemekê da destpêkirin. Di van şert û mercên êrîşên qirkirinê yên mêtînger-faşîst ku ji her demê dijwartir bûne de, bi têkoşîna azadî û şoreşeke hîn meztir vê rojê pêşwazî dike.

Gelê Kurdistanê dikeve salvegereke nû ya 15’ê Tebaxê ku di dîroka gelê Kurdistanê de xwedî wateyeke kûr e.