Cûmalî Dogan Cûmalî Dogan

Em rê nedin îxanetê 28 Kewçer 2018 Yekşem

Mehdî Eker ê ku nokeriya wî hatiye peyitandin û çend kesên pê re hatin başûrê Kurdistanê. Bi qasî ku di çapemeniyê de derket ev nokerê xayin û kesên pê re bi hin rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan kirine. Tê gotin ku mijarên hevdîtinên wan radestkirina hin dibistanên Fetullah Gulen û derdorên wan bûne.

Mehdî Eker bi awayekî fermî di nav hikûmeta AKP’ê de cih nagire, ger em vê bidin ber çavan dê bê dîtin ku ev hevdîtinên ku hatine kirin ne fermî ne û bi temamî bi armanca navbeykarî û sîxuriyê ne. Hat diyarkirin ku di dawiya hevdîtinan de Nêçîrvan Berzanî vexwendine Enqereyê.

Divê bê zanîn ku sedema bingehîn a havdînên Mehdî Eker û kesên pê re yên ku bi Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê re hatin kirin, vexwendin û rastiyên pişt wê ne. Bêguman dibe ku der barê desteserkirina dibistanên Fetullah Gulen û kesên derdora wî jî hevdîtin hatibin kirin. Lê divê bê teqezkirin ku sedema bingehîn cuda ye.

Tê zanîn ku dewleta tirk a dagirker û qirker dixwaze herêmên dagirkirî yên başûrê Kurdistanê berfireh bike. Dibe ku piştî referandûma 25’ê Îlonê jî xwestibin vê pêk bînin. Êrîşên dagirkeriyê yên ji Çelê heta Xakûrkê jî rasterast bi vê ve girêdayî ne. Lê belê bi êrîşên dagirkeriyê li hin qotan leşekeran bi cih kiribin jî negihiştine armanca xwe. Heta her roj li van qotan windahiyên wan çêdibin û ev qotên ku dagirkirine jî bûne bela serê wan.

Ji ber ku wek berî salên 2000’î nikare di êrîşên dagirkirinê de cerdevan û pêşmergeyan bi kar bîne, gelek windahiyan dide û ketiye zehmetiyê, ji bo vê jî êdî desteka PDK’ê ya îstixbarî, lojîstîk û birina mirî û birîndaran jî têr nake.

Ji ber vê jî ger wiha berdewam bike dizane ku dê gelek windahiyan bide û cihên ku dagirkiriye jî ji dest bide. Jixwe rojên dawîn paşvekişandinên bi vî rengî jî çêbûn.

Di demeke ku rastiyeke wiha tê jiyîn de Mehdî Eker ê noker û xayin û kesên pê re hatine başûrê Kurdisatanê. Ev jî, hatina wan a vê derê û tiştên ku piştre hatin jiyîn, bi awayekî teqez dike ku fikrên bi vî rengî bi pêş bikevin.

Dewleta TC’ê her çiqas daxuyaniyên şolî û ji şîroveyan re vekirî dabin jî bi awayekî fermî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê nas nakin. Geşedanên piştî referandûmê jî vê rastiyên nîşan didin. Ji aliyê TC’ê ve senaryoyên dagirkirina Kerkûkê hatin amadekirin, li Silopiyayê bi leşkerên Iraqê re provaya dagirkirinê kirin. Hin hesabên kesên ji başûrê Kurdistanê yên li banqeyên li Tirkiyeyê û hebûna wan a malî hatin blokekirin. Rayedarên dewletê, derdorên nîjadperest û faşîst-neteweperest dest bi şerê derûnî kir. Ev derdor heqaretên giran di serî de li Mesûd Barzanî rayedarên Başûr ên ku tên naskirin kirin. Rojane di çapemeniya xwe de êrîş û heqaretên pir giran li wan hatin kirin.

Nêzîkatiya dewleta TC’ê ya li hemberî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ji vê rastiyê wêdetir ne tiştekî din e. Ji ber vê rastiyê ya ku Mehdî Eker ê noker û xayin ê ku peywireke wî ya fermî tune ye ji bo hevdîtinê şandin. Şandina kesekî wiha ya başûrê Kurdistanê bi serê xwe heqareteke mezin e li hêzên Başûr.

Gelo hin kesên di Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê de cih digirin çima hevdîtina bi Mehdî Eker re qebûl kir? Em wê çendê nizanin. Ev yek tenê kesên ku ev hevdîtin pêk anîne eleqedar dike. Di vir de ya balkêş, qebûlkirina vexwendnameyê yan jî redkirina wê, çûn an jî neçûna Enqereyê, pêkanîn an jî redkirina tiştên ku ji Nêçîrvan Barzanî tê xwestin e. Biryara vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî bi xwe dê bide.

Ji Rojhilat heta Rojava, ji Bakur heta Başûr, gelê kurd êdî encamên tekiliyên li dijî wan ên bi hêz û dewletan re tên kirin, baş dibînin. Pêwîst nake ku em gelek dûr herin. Di êrîşa li dijî Zekî Şengalî ya li Şengal û êrîşa li Koyê ya li hemberî baregehên rêveberiyên rêxistinên rojhilatê Kurdistanê vê rastiyê baş dide xuyakirin. Bendewariya hemû kurdistanî û dostên wan a ji rêxistin, partî, tevger, kom û hwd. ên kurdistanî ew e ku vê rastiyê bibînin û rê li ber îxanetê bigirin. Bi vê yekê re bibin xwediyê pêngavên mîna lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û hewldanên ji bo yekitiya neteweyî.