Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Zexta li TEVGER’ê ne li xêra YNK’ê ye 29 Sermawez 2018 Pêncşem

Şêwaza siyaseta hêzên başurê Kurdistanê, ne ya têgihiştinê ye. Hem siyasetê gelekî rojane dikin, û hem jî helwesteke ku hêzên derve li ber çavan bigirin jî nahêlin. Bêguman li dijî her hêzê siyaset tê kirin. Lê di vê de armanc divê xurtkirina gelê kurd be; xurtkirina civaka kurd be. Lê li başûrê Kurdistanê, ji bo berjewendiyên rojane, ji bo ku derfetin diyar ên demkî ji bo demeke diyarkirî bi dest bixin, xwe dûrî wan siyasetan digirin ku di dema dirêj de gelê kurd û hêzên wî yên siyasî xurttir bikin.

Herî dawî, YNK’ê biryara girtina TEVGER’ê da û ev jî mînak e ji bo wê yeka ku li jor min behsa wê kir. Tu sedem nîne ku TEVGER’ê bikin hedef ji bilî siyaseteke ji ya YNK’ê cihê daye ber xwe. Bi vî awayî, ev biryareke bi temamî dij-demokratîk e. Ji bo çi ev biryar dan? Hûn vê pirsê li kolanên Silêmaniyê ji kê bipirsin, wê di cih de bersiva wê bide; ji ber ku Tirkiyeyê xwest. Muhtemel e ku bi vî rengî, bikin ku seferên balafiran ên ji Silêmaniyê di ser Tirkiyeyê re dest pê bikin.

Dema biryara YNK’ê dayî jî balkêş e. Gelê kurd li bendê bû ku YNK beramberî biryara DYA’yê ya li dijî 3 rêveberên PKK’ê bibe xwedî helwest, rabû ev biryara qedexeyê da; ev jî rê li ber peydebûna hin pirsan vedike. Hin kes wê hebin ku wisa hizir bikin, gelo YNK ji aliyê xwe bi vî rengî beşdarî biryara DYA’yê dibe.

Esasê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên Başûr, kêmasiya demokrasiyê ye. YNK weke alternatîfekê peyda bû ji ber şêwaza siyasetê ya PDK’ê ya zextker, tekperest û nedemokratîk. Bi helwesta demokratîk a siyasî dê li Başûr rêûresmeke nû ya siyasî bida destpêkirin. Heta YNK’ê di destpêka xwe de fikrên sosyalîst jî diparastin. Halê hazir, helwêstên nedemokratîk ên YNK’ê berevajiyê peydebûna weke alternatîfa PDK’ê ye.

Nakok e bi sedema hebûna wê re. Jixwe ji ber ku YNK nebû xwedî helwestên demokratîk, li herêmên Soran ên navend Silêmanî ku ji berê ve li meylên demokratîk bêhtir vekirî ye, gelek tevgerên xwedî îdiaya demokratîkbûnê derketin holê. Bi helwesta beramberî TEVGER’ê re gihîştina civakê ya YNK’ê wê bêhtir neyînî be, aliyên neerênî wê derkevin pêş. Metna nivîskî ya TEVGER’ê ya di civîna KNK’ê de ku tê de rexneyên ji hed zêdetir û uslûba neguncaw jî nikare bibe sedem û hinceta vê helwêsta YNK’ê li dijî TEVGER’ê. Ev metna nivîskî mirov dikare bike sedema rexneyan û jixwe mirovê ji vê re xweşbîn bûya. Lê belê, ev rewşa niha, sebaret bi mijara demokrasiyê ku pêdiviya Başûr pê heye, berepaşçûnê îfade dike. Ev yek dibe ku pirsgirêkên ji ber kêmbûna demokrasiyê zêdetir bike.

Hin şîrovekerên siyasî ji demekê ve wiha dinirxandin ku YNK wê bi daxwaza Tirkiyeyê berê xwe bide TEVGER’ê û hin saziyên demokratîk û zextê li wan bike. Heta dibêjin dewleta tirk navê hin saziyan û şexsan daye YNK’ê û jê xwestiye van saziyan bigire û destûrê nede ku ev kesên hanê bixebitin.

Kurt û kurmancî, ev gava YNK’ê piştî têkiliyên bi Tirkiyeyê re hatiye avêtin. Heger partiyek an jî hêzeke kurd ji ber ku hêzeke xwest gaveke bi vî rengî biavêje, wê îradeya xwe ji dest bide. Nexasim jî, dema ku ya ev daxwaz kirî dewleta tirk be ku pêşeng e di neyartiya li dijî kurdan de, ev rewş dike ku mirov bêhtir bihizire. Li aliyê din ne daxwazên dewleta tirk û ne jî ferzkirinên wê xelas nabin. Nabe ku helwêsteke bi vî rengî bibe ya partiyeke kurd, ango razîkirina hêzeke ku li Rojava tesfiyekirina şoreşê ferz dike, li Bakur zextên qirker li ser gelê kurd zêde kirine, nabe ku helwesteke partiyeke kurd be. Nabe ku têkiliyên bi vî rengî bi dewletekê re bên danîn ku li Rojava û Bakur dijminatiya kurdan dike.

Gavên bi vî rengî vê nîşan didin; çarparçekirina Kurdistanê normal bûye û hatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, hêzeke qirker a ku li parçeyekî aşkera zilmê li kurdan dike, êrîşê dibe ser wan, zêde ne xema hin partiyên siyasî yên kurd in. Siyasetkirin tiştek e, lê handana hêzên ku neyar in ji kurdan re tiştekî din e.

Li şûna ku biryarên bi vî rengî bide, diviyabû YNK’ê pêşî li dijî biryara li dijî 3 siyasetvanên pêşeng ên kurd bibûya xwedî helwest. Heger îllem diviyabû rêveberiya YNK’ê biryarekê bide, diviyabû li ser vê mijarê biyarê bida. Ji bo her çi partiya kurd, dema ku biryarên mîna ya DYA’yê dayî, hatin dayîn, divê tevahiya partiyên kurd li dijî vê bin û helwestê nîşan bidin. Heger ev helwest di nava tevgerên siyasî yên kurd de nebe rêûresmek hingê siberoja tevahiya partiyên siyasî yên kurd wê bikeve metirsiyê.

Heger li dijî rêvebereke/î YNK’ê biryareke bi vî rengî derkeve, gelo divê helwesta partiyên din ên kurd çi be? Ma gelo divê bibe ew helwesta partiyên li başûrê Kurdistanê ku xwe li mijarê ker û kor dikin? Yan na, gelo partiyên siyasî yên li Başûr îro fena dewleta tirk dibêjin, kurd tiştek in û PKK tiştekî din e! Bela xwe ji siyasetvanên kurd vekin, gel jî wê vê pirsê bike.

Ma ne, slogana sereke ya gelê Bakur, PKK gel e gel li vir e? Ma gelo partiyên siyasî yên kurd wê vê rastiya ku gel dîtî, nebînin, yan jî gelo nabînin? Hin kêmasî û şaşiyên partiyeke siyasî hebin jî, divê aliyên wê yên hevgirtî û rastiyên wê jî hebin. Heger partiyeke siyasî gumanên li ser xwe zêde bike, her diçe wê ji taqeta xwe bikeve û bêtesîr bibe. Heger YNK bikeve nav wan siyasetan ku qidûmê wê bişikînin û taqeta wê nehêlin, dibe ku paşê bi derengî hay hebûna li şaşiyê bê kêr neyê. Gel wê bipirse; heger gel li dijî baregehên leşkerî û dagirkeriya wê ya li Başûr rabe ser pêyan, YNK wê bibe xwedî helwesteke çawa? Siyaset karekî rewabûn û nirxên exlaqî ye.

Çiqas pereyên wê û hêza wê ya leşkerî hebe jî heger nirxên wê yên exlaqî û rewabûna wê qels bû, wê zehmet be ku ew tevgera siyasî li ser pêyan bê girtin. Lewma jî divê YNK nebe xwediyê wan helwestan ku wê dûrî wan nirxên exlaqî bike ku wê li ser pêyan digirin. Berevajî vê bi helwesta xwe ya demokratîk hem di nava civakê de û hem jî li cem derdorên siyasî kerametên xwe biparêze. Bi ya daxwazên Tirkiyeyê kirin, ne li xêra YNK’ê ye. YNK divê qet nebe cudabûna xwe ya ji hin hêzên siyasî yên li Başûr nîşan bide.

Em careke din bi îhtîmam îşaret pê bikin ku çavkaniya tevahiya pirsgirêkên li Başûr kêmasiya demokrasiyê ye. Çareserî jî bi bipêşxistina nirxên demokratîk wê çêbibe. Rêbazên zextker ên hêzên mêtinger û qirker ên ku zilmê li kurdan dikin, wê tu xêrê li kurdan nekin.

Li dijî neyariya li demokrasiyê ya hêzên dijberê kurdan, kurd divê bêhtir demokrasiyê derxin pêş. Jixwe ya ku wê kurdan azad bike û parastina destkeftiyên wan misoger bike jî demokratîkbûna welatên herêmê û tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî kurd divê demokratîkbûyînê pêşî di jiyana xwe ya siyasî û civakî de bi ser bixin û misoger bikin.