Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Serhildana 6-7-8´ê Cotmehê û biryara şer a dewleta tirk 04 Kewçer 2018 Pêncşem

Çaremîn salvegera serhildanên destekdayîna berxwedana Kobanê yên 6-7-8 Cotmehê ye. Ev serhildan di siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê de werçerxeke gelekî girîng îfade dikin. Armanca Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP´ê ew bû ku rabûna kurdan a li Rojhilata Navîn, bi danfetisandina wan a li Kobanê asteng bike. Bi vê armancê DAIŞ ajotibû ser Kobanê. Jixwe dema ku DAIŞ´ê dor li Kobanê girt jî Tayyîp Erdogan got ‘va ye Kobanê li ber ketinê ye’ û bi van gotinan mizgîniyek dida ku kêfa wî jê lê aşkera dikir. Lê belê dema ku kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê xwedî li Kobanê derketin û 1´ê Mijdarê di Roja Kobanê ya Cîhanê de gel û hêzên demokrasiyê rabûn ser pêyan, hemû planên Tayyîp Erdogan serobinî hev bûn. Ji ber vê yekê dijminatiyeke wî ya gelekî mezin heye li dijî serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ku di serketina Berxwedana Kobanê de xwedî dewreke girîng in. Heta tevî ku tu elaqeya wî pê re nîne jî, hevserokê berê yê HDP´ê Selahattîn Demîrtaş bi îdîaya teşwîqkirina serhidanên 6-7-8´ê Cotmehê di zindanê de radigire.

Çalakiyên 6-7-8´ê Cotmehê yên destekdayîna Berxwedana Kobanê di serketina Berxwedana Kobanê de xwedî cihekî gelekî girîng in. Gelê bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê desteke mezin dan Berxwenda Kobanê. Li ser sînorê di navbera Pirsûs û Kobanê de her roj bi dehhezaran mirovî destek da berxwedêran. Bi sedan ciwanî sînor derbas kir û çûn li Kobanê şer kirin. Vê hem destek û moraleke mezin da berxwedêran û hem jî kir ku gelên dinyayê hestyar bin beramberî Berxwedana Kobanê. Xurtbûna 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî, li her deverî rabûna ser pêyan a gelan û hêzên demokrasiyê jî bi tesîra çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê çû serî.

Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ewqasî mezin bûn û desthilatdarî hejandin ku kirin AKP bê ber têkçûnê. AKP´ê heta hingê bi îdîaya herî baş ez kurdan kontrol dikim desthilatdariya xwe li ser pêyan digirt; di encama rabûna ser pêyan a kurdan û hêzên demokrasiyê de tirsa rûxiyanê girte wê. Tayyîp Erdogan cara pêşî hingê kete nava wê tirsa têkçûnê. Deh caran ji hewldana darbeyê ya 15´ê tîrmehê bêhtir, ev serhildan bûn tehlûke û gef li desthilatdariya AKP´ê kirin. Bi wî rengî ku serokwezîr, wezîrê karê hundir û gelek wezîrên din xwe avêt HDP´ê û jê xwestin ku bi Qendîlê re peywendiyê deyne da ku serhildanan rawestîne. Wan got heger ev serhildan bên rawestandin, hikûmet dê di pirsgirêka kurd de gavên baş biavêje. Di dema Serhildanên 6-7-8´ê Cothemê de Tayyîp Erdogan û AKP´ê ji HDP´ê xwest peyamê bigihîne Qendîlê û niha HDP´ê gunehbar dikin.

Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP´ê dema ku li ser esasê fetisandina şoreşa Rojava negihiştin armanca xwe ya lawazkirina Tevgera Azadiya Kurd û bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê hat fêmkirin ku Kobanê dê nekeve vê carê jî biryara dijwarkirina şerê li bakurê Kurdistanê dan. Jixwe biryara şer a ku piştî serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê hat dayîn, bi yekemîn Civîna Ewlekariya Milî ya dewleta tirk veguherî biryara dewletê. Bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê re êdî hat fêmkirin ku Kobanê dê nekeve; di heman demê de hat dîtin ku li bakurê Kurdistanê gelê kurd gihiştiye hêzeke mezin. Sedema esasî ya van êrîşan ku îro jî dewam dikin, rabûna ser pêyan a gelê kurd di 6-7-8´ê Cotmehê de ye. Deshilatdariya AKP´ê ya wê di çareseriya pirsgirêka kurd de gav biavêta, yan jî wê xwe li şerekî dijwar biqewimandina. Ji ber ku siyaseta wê ya çareseriyê nebû, êrîş zêde kirin û ew şerê ku armanca wê şikandina îradeya gelê kurd bû, dijwartir kir.

Di çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê de qederê 40 kurdên welatparêz hatin qetilkirin. Leşker, polîs û hevkarên dewletê êrîş birin ser serhidêran, xwestin bi qetilkirina mirovan pêşiyê li serhildanan bigirin. Lê belê beşeke girîng a Kurdistanê kete kontrola ciwanan û gel. Heger hikûmetê peywendî bi HDP û PKK´ê re daneyniya û hin soz nedana, van serhildanan dewam bikira, hingê dibû ku desthilatdariya AKP´ê li ser pêyan nemaya. Lê belê ji ber hebûna rewşa şernekirinê, ev çalakî weke çalakiyên destekkirina Berxwedana Kobanê sînordar man. Dewleta tirk piştî van çalakiyan biryara şer da, rêya ku ber bi desthilatdariya îro ya faşîst a AKP-MHP´ê ve çû jî wisa vebû. A rast Serhildanên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê rûyê rast ê AKP´ê derxistin holê û bi heman rengê têkiliyên wê bi DAIŞ´ê re jî.

Di Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de şirîkê DAIŞ´ê desthilatdariya AKP´ê bi dehan welatparêz qetil kirin û bi vê jî careke din dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd nîşan da. Desthilatdariya AKP´ê ku mirov qetil kirin, ji bo ku ser vî sûcî û dijminatiya xwe ya gelê kurd bigire, kuştina 3 alîgirên Huda-Parê kir rojevê ya ku îro jî ne diyar e ka çawa hatine kuştin. Tevgereke psîkolojîk bi rê ve bir ku Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê bi vê bûyerê re yek nîşan da; hewl da ji bo vê yekê têgihînekê çêke. Bi vî awayî xwestin biryara şer a li dijî gelê kurd a piştî serhildanê dan, dûrî çav bikin. Ya rast di encama serhildanê de dewleta tirk fêm kir ku bi DAIŞ´ê dê nikaribe Tevgera Azadiyê ya Kurd bitepisîne û ew bi xwe kete dewrê. Heger dewleta tirk îro jî li her deverê êrîş dike, sedema vê yekê ew e ku di encama Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de fêm kir ku bi destê DAIŞ´ê nikare Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike.