Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Ruhê 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê naşikê 01 Sermawez 2018 Pêncşem

Beriya bi 4 salan, 1´ê Mijdarê weke Roja Cihanê ya Kobanê hat ragihandin. Di serî de pêşverû, çepgir û demokrat ji her deverên dinyayê gel daketin meydanan ji bo piştgiriya Berxwedana Kobanê bikin. Bi sedhezaran mirov bûn nimûneyeke piştgiriyê ku di sedsala 21´ê de nehatibû dîtin. Wan peyama wê yekê bi xurtî da ku pişgiriya di navbera gelan de wê bihêz bibe. Anînacemhev a gelan û hêzên demokrasiyê bi destê Berxwedana Kobanê jî bû ji wan destketiyên dîrokî yên vê berxwedanê.

1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê di serketina Berxwedana Kobanê de û di serketinên mezin ên Şoreşa Rojava de xwedî dewreke mezin e. Heger ji her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelemperiya dinyayê gelan û hêzên demokrasiyê bi xurtî destek nedana, ne pêkan bû ku Berxwedana Kobanê bi ser keta. Bi morala vê piştgiriyê, berxwedêrên Kobanê bi fedaîtî li ber xwe dan û baweriya gelan a bi wan dihat jî badilhewa nekirin.

Ji bo ku hêjayî piştgiriya gelan bin, bi sedan berxwedêr bi fedaîtî şehîd bûn û ev serketin afirand. Li Kobanê bi dehan şervanên înternasyonalîst jî şehîd bûn. Bi sedan şervanên şoreşger, ji bo ku şer bikin li Pirsûsê têlên sînor derbas kir û bi lezebezê berê xwe da bereyên şer ên Kobanê. Hîna li bîra me ye gava şoreşgera jin a ciwan Kader Ortakkaya li sînor şehîd bû. Şoreşgerê sosyalîst Rifat Horoz (Karker Kobanê) yê ku bi emrê xwe yê navsere bi lezebez xwe gihand Berxwedana Kobanê jî şehîd bû. Şervanên înternasyonalîst û van şoreşgeran bi xwîna xwe ruhê Şoreşa Rojava afirand. Cewher û xisleta Şoreşa Rojava bi şehadeta van şervanan hatiye diyarkirin.

1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê kir ku ji her devera dinyayê bi sedan parêzvanên mafên mirovan, demokrat û sosyalîst bi rêxistin bibin û bi dehmilyonan mirov xistin nav liv û lebatê. Bi ragihandina 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şikestina DAIŞ´ê misoger bû. DAIŞ li Kobanê êdî serberjêr bû û çû. Heger roja me ya îro, DAIŞ û çeteyên din li gelemperiya Sûriyeyê hatibin bêtesîrkirin, ya ku ev yek bi ser xist, serketina Berxwedana Kobanê ye. Ya ku bibinketina DAIŞ´ê li seranserê Rojhilata Navîn misoger kir jî serketina Berxwedana Kobanê ye. Divê gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê vê li bîra xwe bigire û ji bîr neke. Bê şik û guman, nabe ku em gelê Kobanê, şoreşgerên Rojava, gelên 1´ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê rabûyî ser pêyan û hêzên demokrasiyê jî ji bîr bikin.

Ji ber ku serketina Berxwedana Kobanê ya tevahiya gelên dinyayê û hêzên demokrasiyê ye, divê gel û hêzên demokrasiyê jî ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û parastina wê xwe bidin ber barê berpirsiyariyê. Halê hazir, dewleta Tirk rojhilatê Firatê, yanî Kobanê ji êrişan re kiriye armanc. Beriya bi çend rojan jî bi top û sîlehên giran êrîş biribû ser Kobanê. Ev êrîş ne tenê li dijî xelkê Kobanê, Şoreşa Rojava û gelên bakurê Sûriyê ye, ev êrîş li dijî tevahiya gelên dinyayê û hêzên demokrasiyê ye. Lewma, êrişî wê Kobanê dike ku wan ew ji DAIŞ´ê rizgar kiribû. Ji ber vê yekê, divê tevahiya gelên dinyayê li hemberî vê êrîşê dengê xwe bilind bikin. Kê li dijî DAIŞ´ê be, divê ew dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku DAIŞ li Kobanê hatibû şikandin û bêtesîrkirina wê hatibû misogerkirin. Xwedîderketina li Kobanê, xwedîderketina li wan kesan e ku bi berxwedêrî şehîd bûn û birîndar bûn.

Kobanê, gelên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê wê herhal li ber xwe bidin. Ew ê van deveran li dewleta tirk veguherînin avzêmekê. Lê belê van rojên dawiyê, gotinên Tayyîp Erdogan ên weke em ê êrişî rojhilatê Firatê bikin, para bêhtir şerê psîkolojîk ê li dijî gelê kurd e. Ev propagandaya wê yekê ye ku dixwaze xwe pê xurt nîşan bide. Beriya her tiştî jî propagandayeke ji bo hilbijartinên xwecih e. Niha wê tirsê girtiye faşîzma AKP-MHP´ê, ku ew ê şaredariyên li Kurdistanê û metropolan ji dest bidin. Niha dixwazin vê rewşê berepaş bikin û li van deveran di hilbijartinên şaredariyan de bi ser kevin. Lewma, weke beriya hilbijartinên 24´ê hezîranê dixwazin şovenîzmê gur bikin. Ji ber vê jî, fena hemû faşîstan bi rengê gotinên, em ê êrîşî vir û wir bikin, li dehola hewar û şer dixin. Ha li Tirkiyeyê desthilatdariyeke bi vî rengî heye.

Gava mirov dêhn û bala xwe bide, êrîş piştî civîna Stenbolê pêk hat. Piştî vê civînê gotin, em ê êrîşê rojhilatê Firatê bikin. Macron, Merkel û Putîn çûn Stenbolê, destek dan siyasetên desthilatdariya AKP-MHP´ê ya dijminê kurdan û destek dan van êrîşan jî. Bi vî awayî derket holê ku ev civîn ne civîna aştî, îstîqrar û çareseriya siyasî li Sûriyeyê bû, lê belê ya destekkirina şer bû. Jixwe, serokwezîra Almanyayê Merkel teşwîqkera êrîşên piştî hilbijartinên 7´ê hazirana 2015´an bû jî. Beriya hilbijartinên 24´ê hezîranê destek da van polîtîkayan. Roja îro jî, Merkel destekê dide polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP´ê ya dijminê kurdan û demokrasiyê. Niha Macron jî li vê zêde kirine. Jixwe, yê ku kir dagirkirina Efrînê biçe serî jî Rûsya bû. Ji ber wê yekê, ji tevahiya sûcên vê desthilatdariyê ev hêz jî berpirsiyar in.

Tevahiya axaftinên Tayyîp Erdogan ji niha û pê ve wê bi armanca serketina di hilbijartinên herêmî de bin. Lewma jî êrîşên rojhilatê Firatê, propagandaya hilbijartinê ye. Wê carinan bi topan êrîş bike û li ser sînor bibe sedema mirina hin mirovan û bi vê yekê jî hewl bide ku vê propagandaya xwe xurt bike. Gelê kurd û hêzên demokrasiyê wê vî şerê psîkolojîk pûç bikin; gelên rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê jî wê li hemberî her reng êrîşan li ber xwe bidin.