Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Partiya nû ya Tayyîp polîs û MÎT e 06 Îlon 2018 Pêncşem

Dewleta tirk hîna jî li Kurdistanê dixwaze bi aşkera xwe, polîsên xwe, cerdevanên xwe û rêxistinên xwe yên îstixbaratê, hewl dide desthilatdariya xwe ya qirker berdewam bike. Dewlet li Kurdistanê bi van amûrên zorê li ser pêyan dimîne. Heger dewleteke li deverekê tenê bi van amûran bimîne, hingê wate ew e ku ew dewlet lawaz e. Dibe ku di sedsala 20´an de bi van amûr û şaxên zextê pêkan bû dewletek li ser pêyan bimîne. Mercên dinyayê û herêmê derfet dabûn vê yekê. Lê belê di sedsala 21´ê de tu rabî hewl bidî ku weke berê bibî desthilatdar li ser gelê kurd ku ev 45 sal in têkoşîneke bêeman daye, ha ev ne pêkan e. Yan kurd wê bi nasname, ziman, çand û xwerêveberiya xwe li Tirkiyeya demokratîk bi azadiya xwe bijîn; an jî dewleta tirk a ku nikare vê pirsgirêkê çareser bike dê di bin barê qeyranên giran ên yên siyasî û aborî de ji hev bikeve. Li gorî ku kurd dê dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin, aqûbeta Tirkiyeyê dê bivê nevê wiha be.

Tirkiye halê hazir, piştî 12´ê Îlona 1980´yî û piştî salên 1990´î, ev cara sisêyan e ku bi tevahiya sazî û dezgehên xwe ji bo tepisandina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd şerekî topyekun bi rê ve dibe. Zîhniyeta salên 1980 û 1990´î niha di şert û mercên cuda de bi heman armancê êrîşên giran dibe ser gelê kurd. Çawa şerê salên 1980´yî û salên 90´î dewleta tirk xistibe nav nabos û bêzariyeke siyasî û aborî, dewleta tirk îro jî ketiye nav bêzarî û bêgaviyeke siyasî û aborî. Niha dixwaze bêhtir bi şer û bêhtir sîxurkirinê xwe ji vê nabos û bêzariyê xilas bike. Lê belê siyaseta ku bi rê ve dibe, dewleta tirk xistiye nav gerînekeke ku hew karibe ji navê derkeve. Ev siyaseta şer di nav wan pirsgirêkan de ku dijminatiya li dijî kurdan ew afirandine, diperpite, hewl dide bi şerê taybet wê têgihana ku dibêje ew serketî ye, biafirîne. Her roj di televîzyon û rojnameyan de bi nûçeyên ji yek navendê tên birêvebirin, dibêjin me derb li evqasan da, me evqas şikandin, hejmara wan kêm bû, civaka Tirkiyeyê tê xapandin. Bi vî awayî, vê siyaseta şer a ku pirsgirêkan diafirîne, dûrî çavên civakê dikin. Tevî ku qeyrana siyasî û ya aborî encamên vî şerî ne, bi afirandina dijminên ji derve, hewl dide qeyrana ku wê afirandiye bixe stûyê hêzên din.

Di dema desthilatdariya AKP´ê de ji saziyan ku budçeya wan herî zêde hat zêdekirin MÎT e. Desthilatdariya AKP´ê ya ku ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk çû, niha pişta xwe bi sîxurkirinê qewîn dike. Li hundir û derveyî Tirkiyeyê, gelek pereyan li sîxurkirinê xerc dike û hewl dide derbê li Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd bixe. Tenê li başûrê Kurdistanê meaş dide bi sedan sîxurî û ji bo hinan ji wan jî bi hinceta ku agahiyên girîng tînin, devê kîsê xwe vekirine. Li Sûriyeyê bi sedan sîxur û bi hezaran çete meaş werdigirin. Ji bo siyaseta sîxurkirinê ya li nav Tirkiyeyê jî, bi vî rengî ku MÎT her sal zêdeyî budceya xwe gav biavêje, pereyan xerc dikin. Dema ku tirsê ew da ber xwe, niha hewl dide bêhtir bi sîxuran xwe biparêze. Çawa ku beramberî muxalîfan tirsê girte Siltan Abdulhemîd û hingê bi rêxistina berfireh a îstixbaratê xwest xwe ji vê tirsê xilas bike, niha Tayyîp Erdogan jî ketiye heman rewşê. Wî gotiye, Hakan Fîdan parêzvanê sirr û razên min e. Wiha diyar e ku wan gelek dek û dolab gerandine ku qanûn qebûl nakin. Dema ku em bînin bîra xwe ku Mehmet Agar wextekê digot, me hezar operasyon kirin, hingê xwedê dizane ka îro çend hezar operasyonan dikin!

Bi destê şefê desthilatdariya AKP´ê Tayyîp Erdogan, halê hazir Tirkiye veguherandiye dewleteke polîs û îstixbaratê. Bi girtina du rayedarên payebilind ên MÎT´ê re vê rêxistina îstixbaratê derbeke giran xwaribe jî, hîn dest ji vê rêbazê bernedaye.

Tu dewlet nikare xwe weke dewleta polîs û îstixbaratê li ser pêyan bigire. Ya ku dewletan, desthilatdariyan û hêzên siyasî li ser pêyan digire, rewabûna wan a di nav civakê de ye. Desthilatdariyên di nav civakê de xwedî rewabûn, xwe nakin dewleta polîs û îstixbaratê. Lê belê ji ber ku li Kurdistanê tu rewabûna wê nemaye, rêbazên bi kar tîn jî di bin, berbelavkirina amûrên zorê û rêxistina îstixbaratê de ye. Desthilatdariya AKP´ê ketiye vê rewşê. Ji ber vê yekê, tevahiya dijminên demokrasiyê û yên kurdan ji xwe re dike paldankek û hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Niha ji bo kurdan sûc û gunehê herî mezin ew e ku ji bo MÎT, polîs û cendermeyan sîxuriyê bikin. Kurd dikarin her sûcî efû bikin, lê vê efû nakin. Ev rewşeke cihê ye ji hevkariya aşkera. Ji ber ku xwe mîna dost nîşan dide, îxbara hevalên xwe yên herî nêz û derdora xwe dike û bi vî awayî dijî. Ev rengek ji rengên xwînmijiyê ye. Jixwe, her kurdê ku kirine sîxur pêşî xwe tune dike û paşê hewl dide kesên din tune bike.

Gefan li mirovên wan ew binçavkirî dixwin, bi tirsa birîna cezayên giran û bi vê zorê li wan dikin da ku ji wan re bişuxilin. MÎT û polîs, nexasim jî dema ku kesên karên derqanûnî dikin digire, sîxuriyê pêşniyazî wan dike. Kesên ku pirsgirêkên wan ên aborî hene, yan jî ji nav civakê hatine vederkirin jî ji bo van karan tên bikaranîn. Li başûrê Kurdistanê destê xwe diavêjin wan kesên ku li hember pereyan qels in an jî bi rêxistinên îstixbaratê re kar dikin. Ji nav penaberên ku ji Sûriyeyê reviyane Tirkiyeyê jî gelek kes berhev kirine. Li gorî ku dewletek nikare pirsgirêkên siyasî û aborî bi vî awayî çareser bike, helwêstên bi vî rengî wê pirsgirêkan bê çareserî bihêlin û bikin ku girantir bibin. Niha ya ku tê serê desthilatdariya AKP´ê pêvajoyeke bi vî rengî ye.

AKP a ku di warê siyasî de bi îdiaya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bû desthilatdar, niha dev ji siyasetê berda û veguherî desthilateke despot a Rojhilata Navîn a ji rêzê.