Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Ji bo êzidiyan heyameke dîrokî 02 Tebax 2018 Pêncşem

Êrîşa DAIŞ´ê ya 3’yê Tebaxa 2014´an a li dijî Şengalê û pêkanîna qirkirinê, nîşan da ku mirovahî bi vî awayî di sedsala 21´ê de bi pêş nakeve, bi pêş neketiye jî. Helbet ger ku em pêşveçûnê bi xwarina zêde û berxwuriya eşyayan a mirovahiyê nenirxînin! Di 3´yê Tebaxê de li dijî êzidiyan êrîşeke qirkirinê pêk hat, lê dinya ranebû ser pêyan. Ger ku 12 fedaiyên gerîla li ber ranebûna, yek ji xedartirîn qirkirinên dinyayê wê rûbidana. Ya rastî dema ku miletek ji wan erdên ku li serê ji dayik bûye tê qutkirin; ji jiyanê, zimanê û çanda xwe ya ku afirandiye tê qutkirin ku ev yek bi serê xwe jî qirkirinek e. Ji ber vê yekê, êrîşa 3´yê Tebaxa 2014´an a li dijî Şengalê, qirkirinek e. 3´yê Tebaxê, tevî qirkirina êzidiyan, qirkirina jinan jî bû. Hîn jî hejmareke ku bi hezaran tê îfadekirin a jin û zarokan di destê DAIŞ´ê de ye. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ka qirkirina 3´yê Tebaxê çiqasî giran e.

Êzidî bi qirkirineke bi vî rengî re rûbirû man. Lê belê dinyayê nerazîbûn û helwêsta pêwîst nîşan neda. Ev yek jî roja me ya îro delîla wê yekê ye ku exlaq û wicdan ziwa û hişk bûne. Dibêjin li dinyayê pêşketin heye. Ev bi temamî xapandin e. Ji bo mirovahiyê nabe ku pêşketin xwegihandina madeyên berxwuriyê be. Dema ku mirov weke xwegihandina madeyên berxwuriyê û konforê pêşketinê binirxîne, hingê dikeve rewşeke ji ya sewalan jî li paştir! Sewal çavên xwe bernadin tiştên ku pêdiviya wan pê tune ye. Lê roja me ya îro, mirov ji bo ku ji pêdiviya xwe zêdetir bi dest bixin, hevdû serjê dikin; ma ev pêşketin e, ev mirovahî ye?

Li Şengalê ji ber vê yekê em bi qirkirinekê re rûbirû man; ew dewlet, welat û civakên ku wisa tên hesibandin ku pêşketî ne, çiqasî serê xwe bi Şengalê re êşandin? Ger ku berjewendiyên wan ên siyasî û aborî hebûna, ji sedî yekê ya li Şengalê biqewimiya, wan ê dinya rakirina ser pêyan. Ma ev e pêşketin, ev e mirovahî? Ev yek aşkera ye ku mirov çiqasî zêde xwe bigihînin madeyên berxwuriyê, bi pêş nakevin, berevajiyê vê yekê, ew bi paş dikevin. Civaka berxwuriyê û zîhniyeta berxwuriyê li cem mirovan ne wijdan û ne jî exlaq hiştiye. Ji ber ku kapîtalîzm dijberê civakê ye. Ji ber wê yekê jî tevahiya nirxên civakî dikuje. Qonaxa kapîtalîzmê ya civaka berxwurî jî bi pençeşêrketina civakê bi xwe ye, pê re jî mirina civakê ye.

Ji ber vê sedemê helwesta pêwîst a li dijî komkujiya Şengalê nehate nîşandan. Mîna ku hewce dikir li êzidiyan xwedî nehate derketin. Êzidiyan ew mîrateya dîrokî ji roja me ya îro re hiştine. Yên ku mîrateya mirovahiyê neparastin, ji mirovahiyê derketine. Komkujiya li dijî êzidiyan ji ber vê yekê jî ji bo hemû mirovahiyê bû ezmûnek. Di pîvanên mirovahiyê de bi vê ezmûnê re derkete holê ka kî xwediyê kîjan astê ye. Gerîla û tevgera azadiyê ya li êzidiyan xwedî derket, bi serbilindî ev ezmûn li pey xwe hişt. Jixwe, Tevgera Azadiya Kurd a bi ramanên Rêber Apo xwedî dibe û karakterê wê bi gewde bûye, di roja me ya îro de nefesa herî pîr û pak a mirovahiyê ye. Mirovahî hinekî jî bi van nirxan nefesê distîne û nîşaneyên jiyanê dide der.

Ya rastî, di rewşa niha de jî ji bo mirovahiyê peywir e ku tedbîrên pêwîst bigire da ku êzidî careke din rastî komkujiyê neyên. Ev jî bi avakirina sîstemeke jiyanê ya ewlekarî, aborî, civakî, siyasî û çandî pêkan e ku xetereya komkujiyên nû ji holê rake. Ya ku vê yekê pêk bîne jî xweserî ye ku êzidî dikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin û xwedî hêza xweser a parastinê bin. Êzidî niha Şengalê bi rê ve dibin. Lê belê li aliyekî Iraq li aliyê din jî PDK ji bo vê xweseriyê ji holê rakin û bingeha qirkirinên nû biafirînin, hewl didin li herêmê xwe serdest bikin. Yên ku ji bo êzidî bibin xwedî mafê xweseriyê pêwîst bû herî zêde berpirsiyarî bigirtina ser xwe, ketine nav hewldanên berevajiyê vê yekê.

Êzdayetî yek ji baweriyên herî kevnar a mirovahiyê ye. Bi taybetî di karakterê çand û baweriya Rojhilata Navîn de bandor û şopên Êzdayetiyê hene. Herî kevinbûn di heman demê de kokdarbûn e. Jixwe, tevî ku hezarên salan zext û zilm li wan dibe jî hebûna xwe domandine. Bawer nakim tu civak dikaribe bibêje me 73 komkujî ango ferman dîtine. Êzidî dibêjin me 73 ferman dîtine. Koda herî sereke ya dîrokî ya di êzidiyan de heye bi serê wan de hatina 73 fermanan e. Bilêvkirina êzidiyan a vê yekê ji aliyekî ve wan bêhtir bi koka wan ve girê dide, li aliyê din jî tirs û hestiyariya ku careke din bi fermanê re rûbirû bimînin, nîşan dide. Nivîskarê ermenî Hrant Dînk qala jiyaneke ´dilnerehetiya kevokî´ kiribû. Êzidî jî mehkûmî ´dilnerehetiya kevokî´ hatine hiştin.

Lê belê fermana 74’an ji yên din tevan cudatir bû. Bi vê fermanê re rewşeke ku bi tevahî ji holê rabin dikaribû derkeve holê. Ji ber vê yekê jî bû merhelekeye diyarker. Di êzidiyan de asta bîrewerî û serwextbûnê bilind kir. Yan piştî vê fermanê ji bo ku xwe biafirînin wê xweser bibin; yan jî di serdema me ya amûrên qirkirina çandî zêde bûyî de bi komkujiyeke spî re rûbirû bimana û tune bibin. Niha mîna qirkirina reş, qirkirina spî jî êzidiyan tehdît dike. Li dijî qirkirina reş û spî rêya parastina hebûnê yek tenê ye; ew jî xwegihandina jiyana xweser e.

Ji ber vê yekê hemû êzidî, kurd û mirovahiya pêşverû-demokratîk ji bo careke din êzidî rastî qirkirinan neyên û xweseriya wan misoger bibe, berpirs in.