Salîh Cûma Pîr Salîh Cûma Pîr

Gelo Tirkiye û Îranê li ser dijminatiya kurdan li hev kir? 20 Îlon 2018 Pêncşem

Piştî hevdîtina Tirkiye û Îranê ya li Tehranê, Îranê 3 ciwanên kurd bi dar ve kirin. Heman rojê 4 endamên PJAK´ê li Îranê bi bêbextiyê hatin kuştin. Dîsa heman rojê moşek avêtin baregehên HDK û PDK-δyên li Koyeyê û bi dehan siyasetvanên kurd qetil kirin. Êrîşeke di vê astê de ne tenê li dijî rêxistinekê ye, li dijî tevahiya kurdan e. Tê gotin ku ev êrîş ancama peymana Îran û Tirkiyeyê ya li ser dijminatiya Kurdan e. Li dijî rêxistinên kurdan Tirkiye wê agahiyên îstixbarî bide Îranê û Îran jî dê bide Tirkiyeyê. Dema ku em êrîşên dewleta Tirk ên li dijî kurdan li ber çavan bigirin, em dikarin bibêjin ku lihevkirineke bi vî rengî pêkan e.

Dewleta tirk dijminatiya li kurdan bi awayekî aşkera dike; Îran bi xwe vê sergirtî dike. Lê belê her cara ku tên cem hev, teqez behsa meseleya kurd dikin. Bi hev re dipeyivin, ka li dijî kurdan dikarin bi hevkarî çibikin. Ji ber ku nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin, di dijminatiya kurdan de dibin hevparên hev. Rêberê Gelê Kurd di serî de Tirkiye, ji bo ku tirs û fikarên Îran, Iraq û Sûriyê nehêle, çareseriya bi zîhniyeta neteweya demokratîk a pirsgirêkan di nav sînorên heyî de jî danî holê. Tevî vê jî ne Îran û ne jî Tirkiyeyê dev ji dijminatiya li Kurdan berneda. Berevajiyê vê, ew li ser Iraq û Sûriyê jî ferz dikin ku vê dijminatiyê bikin. Tevî ku ereb heta deverekê dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin jî, Tirkiye û Îran pêşiyê li vê digirin. Dagirkirina Kerkûk û deverên binîqaş, hewldana Tirkiyeyê ya pêşîgirtina li hevdîtinên di navbera kurdan û rejîma heyî de vê rastiyê bi awayekî şênber îfade dike.

Ka Tirkiye dijminekî çawa yê kurdan e, herî dawî di hevdîtina Pûtîn û Erdogan a li Soçiyê de bêhtir darîçav bû. Ya ku derxistin pêş ew bû ku li Sûriyeyê pirsgirêka esas PYD, YPG, YPJ ne. Peyama ku da Rûsyayê ev e; di van mijaran de tu bi me re bî, em ê jî bi her awayî hevkariyê bi te re bikin. Muhtemel e ku Pûtîn jî di xwe de bi pise pis keniyaye û guh daye van gotinan. Wî careke din dît aliyê qels ê Tirkiyeyê kîjan e û ka wê li ku dera wê bixe. Ji ber vê yekê, ji siyaseta xwe re kiriye esas ku di ser kurdan re bi bazarên qirêj tawîzan ji Tirkiyeyê bistîne. Bi awayekî aşkera, dema ku mesele kurd in, di siyasetê de exlaq û wijdan datînin aliyekî. Dema ku Efrîn dihat dagirkirin, li wir trajediyeke mezin a mirovî rû dida, DYA´yê jî digot serê min ji wir naêşe, lê bi eleqeyeke zêde berê xwe daye Idlibê. Bi ser de jî li wir çeteyên li dijî mirovahiyê hene! Ev rastî vê yekê nîşan dide; kurd divê van peywendiyên qirêj ên siyasî baş bişopînin û li gorî wê tedbîran bigirin.

Tirkiye û Îran, hem pirsgirêka kurd çareser nakin, hem jî gava ku kurd daxwazên xwe yên siyasî, civakî û çandî îfade dikin jî vê weke karê hêzên ji derve dibînin, civakên xwe jî dikin dijminên kurdan. Dijminatiya xwe ya li kurdan û şovenîstiya xwe bi demagojiya hêzên ji derve digirin. Di serî de PDK hin hêzên siyasî yên kurd, bi siyaseta xwe ya xwe dispêre hêzên derve, vî hukmî xurt bikin jî, karekterê esas di vê yekê de ew e ku ew jiyana azad û demokratîk a kurdan qebûl nakin. Redkirina pêşniyazên çareseriyê yên maqûl li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, dijminatiya li helwêsta Kurdan ji bo çareseriyê ya li ser esasê xweseriyê li Sûriyê jî vê yekê îsbat dike.

Tirkiye û Îran çi dikin bila bikin, kurd bi zîhniyeta xwişkûbiratiya bi gelên Rojhilata Navîn re û neteweya demokratîk rast dibînin di nav sînorên siyasî yên heyî de çareserî çêbibe. Kurd ne alîgirê veqetînê ne; herçî siyasetên Tirkiye û Îranê ne, ew xwedî xisleteke wiha ne ku zemîn peyde dikin ji bo veqetînê û wê teşwîq dikin. Ya rastî, ya ku zemîn çêdike ji bo hêzên ji derve siyasetên Îran û Tirkiyeyê bi xwe ne. Siyaseta Rêberê Gelê Kurd bi xwe li ser vî esasî ava ye ku bandora hêzên ji derve li herêmê bê sînordarkirin. Siyasetên Tirkiye û Îranê nîşan didin ku bi vê zîhniyeta dewletê ne pêkan e ku pirsgirêk bên çareserkirin. Ji ber vê yekê, girîng e ku bi gelên herêmê û hêzên demokrasiyê re peywendî bên danîn. Ji ber ku li van welatan heta ku zîhniyet neguhere û heta ku li Rojhilata Navîn demokrasî pêk neyê, çareserkirina pirsgirêkên etnîk û ên mezhebî ne pêkan e. Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku kurd û tevahiya hêzên siyasî yên kurd stratejiya xwe ya esasî li ser demokratîkkirina herêmê ava bikin. Bêguman ev jî ji yek bi yek demokratîkkirina welatan pêk tê.

Çavkaniya hêza kurdan û avantaja wan a sereke halê hazir li Rojhilata Navîn ew e ku di zîhniyet û avakirina demokratîk de ew li herî pêş in. Xeta demokratîkbûnê ya ku xwe disipêre zîhniyeta neteweya demokratîk a azadîxwaziya jinê dibe siberoja Rojhilata Navîn. Ger kurd bi van aliyên xwe yên xurt bibin xwedî stratejî, siyaset taktîk û peywendiyan bi pêş bixin, ew ê bibin hêza siyasî ya ku wê siberoja Rojhilata Navîn diyar bike. Ger kurd têkoşîna xwe bisipêre van çavkaniyên sereke yên hêzê bi rê ve bibin, hingê tu hêz nikare pêşiyê li wan bigire. Ger kurd van avantajên xwe û çavkaniyên xwe yên hêzê bi yekîtiya xwe ya neteweyî temam bikin, sedsala 21´ê wê bibe sedsala kurdan.

Bêguman, dewleta tirk a ku pêşeng e di dijminatiya li kurdan de, tevahiya siyaseta xwe li ser tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ava kiriye. Di tevahiya peywendiyên xwe yên bi derve re esas, siyaseteke li dora qirkirina kurdan bicihbûyî dimeşîne. Dixwaze her firsend û keysê li ser esasê dijminatiya li kurdan bi kar bîne. Yekane karê ku desthilatdariya AKP-MHP´ê serê xwe pê diêşîne, ev e. Beramberî vê rewşê, kurd û hêzên demokrasiyê jî divê xwedî hestiyariyeke wisa bin, xwe wiha bi rêxistin bikin, wisa serê xwe biêşînin, peywendiyên wiha deynin, têkoşîneke wisa bikin ku van siyasetên qirker ên faşîst pûç bikin.

Êdî li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn em li berbanga demokratîkbûn û azadiyê ne. Dijminên demokrasiyê û yên kurdan, ji bo ku ev berbang, ev şeveq gelan ronî neke, neke ku ew azad bibin, êrîş dikin. Lê belê, ger gel jî bi hestiyarî, hizirîn û têkoşîna pêwîst bersivê bidin, teqez e ku kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn wê bi ser kevin.